Gelên Rojhilata Navîn li bajarên Ewropayê Newrozê pîroz kirin

Kurdên ku li gelek bajarên Ewropayê hatin cem hev Newroz pîroz kirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm avêtin.

YEWNANISTAN

Li paytexta Yewnanistan Atînayê jî bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û TCŞ’ê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li Qada Proto Maio (1’ê Gulanê) hat lidarxistin û komên çepgir, sosyalîst û anarşîst jî tev li bûn. Hunermend Dilovan û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Li gel hunermendan her wiha Koma Folklorê ya Şehîd Dîdar Harûn jî derket ser dikê. Newroz, bi coş û kelecaneke mezin domiya û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” bi dawî bû.

HOLLANDA

Li paytexta Hollandayê Amsterdamê jî gelê Kurd hat ba hev û li qada Leidseplein a li navenda bajar Newroza xwe pîroz kir. Axêveran di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Ocalan kirin û piştre jî govend gerandin. Gelemperiya beşdaran ciwan bûn û pîrozbahî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

BELÇÎKA

Li bajarê Gent ê Belçîkayê jî Kurdan û dostên wan agirê Newrozê vêxistin û bi coşeke mezin pîroz kirin. Li ser navê PYD û NAVBEL’ê axaftin hatin kirin û koma Kongreya Rojava ku ji hêla enternasyonalistan ve hatiye avakirin jî tevli pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de hunermendê TEV-ÇAND’ê Xelî Sadiqî derket ser dikê.

SWÎSRE

Yek ji bajarên Swîsreyê yê ku Newroz lê hatiye pîrozkirin jî Bîel bû. Gelê Kurd bi hemû rengên xwe tevli pîrozbahiya Newrozê bû. Kurdên ku li pêşiya stasyona trenê ya navendê hatin ba hev, li vir meşek li dar xistin û xwe gihandin Kongrehausê ku pîrozbahî lê dihat lidarxistin. Piştî axaftinan jî pîrozbahî bi dawî bû. Li bajarên Winterthur û Bruggê û li Kantona Aargau yên Swîsreyê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li bajarê Cinevê piştî meşê pîrozbahî hate lidarxistin. Kurdên ku li Qada Mont-Blancê hatin ba hev, meşek li dar xist. Bi taybetî jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û aktîvîstên Teko-Jinê bi ruhekî berxwedêr xwedî li Newrozê derketin û li kolanên Cinevê qederê saetekê bi dirûşman meşiyan. Hevseroka CDK’ê ya Cinevê Mulkiye Aşirbayev cejna Newrozê li gelê ku xwe gihandin Qada Palanpalaisê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya dîrokî. Piştî axaftinan jî gel dest bi pîrozbahiyê kir.

AVUSTURYA

Li Viyanayê bi pêşengiya FEYKOM’ê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî li Resselparkê dest pê kir û Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) jî tevli pîrozbahiyê bû. Di axaftinan de girîngiya Newrozê ya ji bo gelê Kurd û gelên herêmê hat vegotin û bi taybetî jî li ser serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê hat sekinîn. Berdevka HDP’ê ya Almanyayê Leyla Îmret jî tevli pîrozbahiyê bû. Di çalakiyê de Koma Rojava û Koma Hîvron derketin ser dikê û stranên xwe gotin.