Gelek sazî û rêxistinan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin

Gelek sazî û rêxistinan qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hêceta hicab baş girênedaye di îşkenceyê de rastî tundiyê hat, şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Gelek sazî û rêxistinan qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hêceta hicab baş  girêne daye di îşkenceyê de rastî tundiyê hat, şermezar kirin û li dijî qetilkirina Jîna Emînî banga piştgiridayîna serhildanên gelê Saqizê kirin.

“Wê sibê pir dereng be”

Di daxuyaniya ku ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan (PJAK-KODAR) ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Îro li Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn di têkoşîna azadiyê de cihê jinê di têkoşîn û civaka Kurd de ji her kesî re eşkere bûye. Ji ber vê yekê şoreşa ku di serî de girîngiyê bide azadiya jinê, bêguman wê bi ser bikeve. Îro têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji Efrîn û Kobanê heta Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û Seqizê bûye gerdûnî û kuştina bi hovane ya jinên Kurd, mînak a Jîna Emînî, nayê qebûlkirin. Roj bi roj bi saya têkoşîna azadiyê ya gelan, di serî de gelê Kurd, ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe yên mirovî bi israr û hişyartir dibin û bingeha serhildana neteweyî ava bûye. Rejîma faşîst a dijminê jinê ya Îranê bi hincetên xwe yên otorîter, bi awayekî eşkere ewlekariya civak û jinan xistiye metirsiyê. Li dijî hemû beşên civakê bi berdewamî êrîşên plankirî û sîstematîk pêk tîne. Ger civaka me ya zana û wêrek îro pêşî li vê zilmê negire, bêguman wê sibe pir dereng be.”

“Piştgirî bidin çalakiyên jinan, civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.”

Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî qetilkirina jina ciwan ya ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî (Mehsa) ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KJAR’ê de sersaxî ji malbata Jîna Emînî hat xwestin, îşaret bi daxwazên mafdar û rewa yên jinên Îranê tê kirin û ji bo pêşî li tawanên mêr û rejîma Îranê ya li dijî jinan bangên girîng hate kirin û wiha hat gotin: “Qetilkirina Şilêr û Jîna tawaneke ji aliyê eqliyeta zilamsalar ya Îranê ve pêkhatiye û eger li beramber bêdeng bimînin ne dûre heman tawan li dijî jinên din jî bibe. Duh Goran li Merîwan kujerbû, îro ‘Polîsê Exlaq’ li Tehranê, wê sibe dezgehên din vêya bikin. Ji bo têkoşîna li dijî rejîmê pêwîstî bi berdêl heye û jin jî pêşengên civakê ne. Jin li Kurdistanê pêşengiya raperîna nerazîbûnên dijî rejîmê dikin. Ev çalakiyane binirxin, lê divê berbelavtir bibin û seranserê Îranê bigire. Ya jin daxwaz dikin, mafê wan yê xwezayiye. Helwesta civakê û bi taybet jî jinan beramber desthilata Îranê rewaye û pêwîste di rojên pêş de were berfirehkirin. Wek KJAR jî daxwaz li jinan, ciwanan, rêxistin û çalakvanên medenî dikin ku roja duşemê piştgirî bidin çalakiyên jinan, civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.”

“Dijmin ji îradeya jinê ditirse”

Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê jî sersaxî ji tevahî jinên Kurdistanê xwest û wiha got: “Îşkencekirina keça 22 salî ji ber aqlê desthilatxwazan hatiye kirin û pêwîstiya wê bi alternatîfê heye ku ev sîstem û aqilê desthilatdarê dawî lê were û komelgeya sîstema demoqrasiya xwe ava bikin, eve jî pêwîstî bi fikir û felsefeyek siyasî, exlaqî û demoqratîk heye û mirovên xwedî bawerî û netewên cûda bi aştiyane û aramî û demoqratîk jiyan bikin. Pêşketina van guherînan dibe sedemê jinên jîr di girtîgehan de zêde bibin, ji bo guherîna vê sîstema dirindane divê xebat û têkoşîna gelê Rojhilata Navîn heye û yekitiya di navbera gelan de mîsogeriya şikandina sîstema diktatoriyê ye. Jin dikarin pêşengtiya vê guherînê di sedsala 21’an ku sedsala azadiya jinê ye bike. Dijmin ji îradeya jinê ditirse, bi taybet li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêşengtî dikin. Ji ber bandora jinan zêdetir heye û dikarin bi guhartina pergalê li ber kuştin û azardana bisekinin û felsefeya jin jiyan azadî bi afirînin.”