“Gelek kes dengê me bihîst, lê ATK’ê dengê me nebihîst”

Xizmên girtiyan ya di roja 233’an de di Nobeta Edaletê de li ber ATK'ê bang kirin û gotin: “Em ji ATK’ê re dibêjin êdî bes e. Gelek kes dengê me bihîst, lê belê ATK’ê dengê me nebihîst.”

Amed- Malbatên ku 233 rojin li Amedê Nobeta Edaletê didomînin, îro bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye, lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş dabûn destpêkirin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê hatin li gel hev. Xizma girtî Herdem Mervanî ya di çalakiyê de axivî, diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin her ku diçe zêde dibe û heta pirsgirêk çareser bibin dê çalakiya xwe bidomînin.

“Em dibêjin êdî bes e”

Herdem Mervanî bang li ATK'ê kir ku bêyî di bin zextên siyasî de bin biryar bidin û wiha got: “ATK’ê mafê dermankirin, jiyan û mafên hiqûqî yên girtiyên siyasî bin pê dike. Em ji ATK’ê dibêjin êdî bes e. Gelek kes dengê me bihîst lê belê ATK’ê dengê me nebihîst.” 

“Bila edalet pêk were”

Xizma girtî Nazîme Boltan jî wiha axivî: “Daxwaza me ewe ku girtiyên nexweş û yên cezayên wan xilasbûye bên berdan. Wezîrê Dadê dibe, Serokwezîr dibe, Serokkomar dibe, kî dibe bila bibe ferq nake, lê êdî edalet pêk were. Bila ji bo zarokên me çareseriyek bibînin.”