Gelê Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk bi meşek girseyî şermezar kirin

Gelê Mexmûrê li dijî êrîşa balefirên bê mirov a dewleta Tirk ku wesayîtek di nava wargeha penaberan a Mexmûrê de bombebaran kir bi meşek girseyî şermezar kirin.

Mexmûr- Li gorî saeta herêmî îro saet di 13.00’ê Nîvro de balefireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li Wargeha Penaberan a Mexmûr wesayîtek bombaran kir. Ciwanek ê ji bo debara xwe çandinî dikir û pez xwedî dikir di dema ku bi erebeya xwe ji nava bîstanê xwe vedigera mal wesayîta wî rastî êrîşê hat û ew ciwan birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li dijê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk gelê Mexmûrê bi hêrsek mezin çûn cihê bûyerê û ji wêderê berê xwe dan nexweşxanê bi meşek girseyî nerazîbûna xwe ya li himberî êrîşan diyarkirin. Meşa girseyî li ber deriyê nexweşxaneya Mexmûrê destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Gelê Mexmûrê di meşê de peyama berxwedanê li himberî êrîş û hevkerayî PDK’ê ya bi dewletaa Tirk re dan. Meş li ber deriyê Netewên Yekbûyî bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak li ser navê girseyê axivî.

Filîz Bûdak  di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha got: “Îro danê nîvro ji aliyê dewleta dagirkeri ya Tirk, dewleta xwînmij, faşîst ku ji exlaq tu para xwe negirtî, weke vampîrekê ji xwînê xwe tîmar dike û hebûna xwe berdewam dike li ser wargeha penaberan a Mexmûrê, wargeha ku ruyê qirêj yê vê dewletê derdixwe holê, bi sekin û berxwedana xwe bi şêweyê jiyana penaberiyê dewamkirinê hemû ruyê reş yê dewleta dagirker ya Tirk derdixwe holê, êrîşek hewayî pêkanî. Ciwanek ê me ku li derdora wargehê ji bo debara xwe çandinî dike û pez xwedî dike dema ku bi erebeya xwe tê ber derê mala xwe ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta dagirker a Tirk ve bi êrîşekê re ru bi ru hat û birîndar bû. Me birîndarê xwe rêkiriye nexweşxanê. Li vê derê dewleta Tirk a ku dixwaze vê sedsalê qazanc bike dûh li Silêmaniyê Zekî Çelebî li Kobanê hevalên me yên din îro li Mexmûrê jî bi armanckirinê dixwazin çokê li gelê berxwedêr bide danîn.”

“Dewlet ji bo tunekirina me Kurdan sond xwariye”

Fîlîz Budak bal kişand li ser berxwedaniya gelê Mexmûrê û wiha dom kir: “Gelê me yê ku 40 sale li beramberî vê dewletê têkoşîn û berxwedanê dide meşandin. Ev dewleta qirêj, ev dewleta ku dixwaze îxtidara xwe bide berdewamkirin ji bo tunekirina me Kurdan sond xwariye. Ji bo vê pêkk bîne gav bi gav bi itifaqên xwere bi dewletên xwe yên hevkar re bi Kurdên xayin û xwe firoş yê hevkarê xwere ku em îro li kêleeka wan jiyan dikin ji bo çok bi me bide danîn bi her awayî êrîş li ser me dide bi karanîn. Bi tank û to û bi artêşa xweya dûem ya Nato yê ve li ser wargehek ya penaber, li ser gelê Kurd de tê. Îro li Zapê çaqilîmayina wan lingê wan di nava heriyê de çokê wan şikestin û leşkerên wan paşde dikişin û leşkerên wana hemû îstifa dikin, xwe dikujin îro ji bo tola xwe ya li Zap, Metîna, Heftenîn, Avaşîn bin dikeve rake êrîşî cihê sivîl êrîşî cihên weke Silêmanî, Mexmûr û Şengalê dikin. Ev tenê li cîhanê de delîl binketina dewleta Tirk ya artêşa duem ya Nato li beramberî tevgera Azadiya Kurdistanê ye.”

Fîlîz Budak bi bîr xist ku ji bo dewleta Tirk vê sedsalê bi gelê Kurd bide windakirin tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin û wiha got: “Ji bo gelê Kurd di vê sedsalê de qazanc nekin, ev 10 sale deriyê Îmraliyê bi tu awayan nehatiye vekirin. Ev 24 sale tecrîtek li beramberî rêbertiya me tê pêkanîn û ev gel li berxwe dide. Di nava kolanan de dest bi reşkujiyan kirine weke salên 90’ê, çawa li Amed, Şirnex, Cizîr reşkujî dihat pêkanîn, îro di nava Kurdistan Başûr ku em dibêjin hatiye azadkirin de heman kiryar ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve tê kirin û îro bi destê xayinan di nava wargeha Penaberan a Mexmûrê bi destê bê bextan îro ev êrîş li ser wargeha Mexmûrê tê pêkanîn.”

“Wê xeyalên dewela Tirk û hevkarên wê bi cih neyê”

Hevseroka Meclîsa gel a Mexmûrê Filîz Bûdak da zanîn ku wê gelê Mexmûra bi berxwedana xwe serbikeve û got: “Em vê yekê baş dizanin, gelê Mexmûrê ku her roj sonda xwe ya bi Rêber Apo û bi Şehîdan nû dike, wê li beramberî van êrîşan çok ne dayne û gav paşde na avêje û wê xwedî li rumet û şerefa xw eya ku 40 sale diparêze bike. Îxanet û xwe radestkirin ne karê vî geliye. Di tî dîrokan de ne hatye ditin ku namert li beramberî merdan bi serketiye, ev şer şerê merdaneye, ev şer şerê parastina rumet, kerameta hebûn û tunebûna gelê Kurde. Her kesê ku îro di qada têkoşînê de cih digre, herkesê ku dadikeve qadan çalakiyan pêk tîne sonda bi şehîdan û Rêbertiyê re nu dike, ew mîmarê nivîskara vê dîrokê ne. Ji zarokek ku li vê wargehê nu ji dayik buye heta pîr û kalên 70-80 salî di nava vê têkoşînê de cih digre mîmarê nivîskarê vê têkoşînê ye. Êrîş heyê wê berxwedan jî hebe û li dijî van êrîşan wê berxwedana me berdewam bike. Di vê kêliyê de li vêderê kombûna gel şeqama herî mezine li ruyê hevkar û faşistan tê dayin. Heta ku em rêbertiya xwe bi awayekê Fîzîkî azad nekin emê yek kêliyê nefes negrin. Îro zarokên me li Avaşînê bi kimyasalan tên qetilkirin, li wê berxwedanê xwedî derketin erka serke ya di keve li ser milê meye, îro zarokên me ji bo em bikarin nefesekê bigrin li beramberî çekên kimya û di şikeftan de li berxwe didin. Em ji heta dawiyê li berxwe bidin û emê vê xetê bi parêzin û li kuderê be bila bibe emê li ser lingan bin. Em cardin dibêjin wê tu hêzên qirêj ku hesabên xwe yên têkbirina tevgera Azadiyê Kurdistanê didin meşandin, wê xeyalên wan bi cih neyên. Emê serbikevin emê bi serbikevin, emê heta nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinê bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Mexmûrê”, “Bimre Îxanet” çalakî bi dawî bû.