"Gelê Mexmûr tu caran gav şunde navêje"
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak da diyarkirin ku ev êrîşê li ser gelê Kurdê birumet tê pêkanîn dewleta Tirk a dagirker dixwazin bi qirêjî û hevkariya mala Barzan û partiya PDK’ê bi giştî bi konseptekê xwestin bi gelê wargehê gav paşde bidin avêtin.
HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr - Di şeva 1’ê Sibatê saet 22:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hemwext êrişên hewayî li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêkanî. Gelê wargehê di bin êrişa balafirên şer de herikîn cihê bûyerê û zarokên xwe yên birîndar ango endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê rakirin nexweşxanê. Di derengiya şevê de têkildarê êrişê daxuyanî hat dayin û bi tundî êrîş hat şermezarkirin. Di encama êrîşa balefirên dewleta dagurker a Tirk de dû jinên endamên Hêza Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan şêniyên wargehê birîndar bûn. Duh jî şêniyên wargeha Mexmûrê bi girseyî heya ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan û li wir êrişa hovane ya dewleta Tirk a li ser wargeha Mexmûr, Şengal û Rojava şermezarkirin û bertek nîşanî bêdengiya NY û hikumeta Iraqê dan. Piştî meşê Mexmûriyan bi merasîmek bi heybet du zarokên xwe sipartin axê. Di Derbarê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser wargeha Penaberan ya Mexmûrê de Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak ji ajansa me re axivî.
"Dewleta Tirk bi hêncetên direw dixwaze êrîşa li ser gelê penaber rewa nîşan bide"
Filîz Bûdak da zanîn ku ji sala 2017’an heta niha ev gel bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk û wiha behsa êrîşa herî dawî ya li ser Mexmûrê kir: “Wargeha penaberan a Mexmûrê wargehek a welatiyên Bakûrê Kurdistanê yên ji ber zilm û zora dewleta Tirk di salên 90’an de berbi xaka Başûrê Kurdistanê ve hatine ye. Rêwîtiyek ya penaberiya 27 salan a bi êş, zehmet û zorî yan a vê wargehê heye. Di nava van zorî û zehmetiyan jî hertim bi komkujî û êrîşên dewleta Tirk re rû bi rû mane. Gelê Mexmûrê ji sala 1998’an heta niha li Mexmûra xaka Îraqê dibin sêwana Netewên Yekbûyî deye. Li gora qanunên hemû cîhanê nabe ku dewletek destdirêjî xaka welatek din bike, lê ji sala 2017’an heta roja me ya îro êrîşên dewleta Tirk bi balefiran ji hewayê ve wergeha Mexmûr bombardûman dike, hercarê di van êrîşan de bi dehan birîndar çêbûne û carnan şehîd jî hatine dayîn. Em dikarin bêjin ji ber vê yekê bandorek nerênî li ser fizîk û derûniya civakê çêbûye. Civakek sivîle di nav de zarok, jin, ciwan û kesên temen mezin û nexweş hene, li roxmê vê jî êrîşên ku tên pêkanîn bi bihane û hêcet û derewên ku qet eleqeya xwe bi van tiştan nîne hewil didin êrîşên xwe rewa bikin. Nuçeyên derew ên weke her weke ku li şervanên Tevgera Azadiyê dane servîs dikin. Em vê jî bêjin ma şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ne zarokên gelê Kurdin, lê ji bo ku van êrîşên li ser Mexmûrê rewa bikin her weku li Gerîla xistine nuçeyên ji derveyî rastiyê servisî raya giştî dikin bi van jî derew û hîleyên dewleta Tirk radixe ber çavan.”
"Ji ber gazên jehrî welatiyên çun cihê bûyerê bandor bûn"
Filîz Bûdak di berdewamiya axatina xwe de bal kişand ser sekna gelê wargeha Mexmûrê û wiha dom kir: “Wargeha penaberan a Mexmûrê 27 sale li berxwe dide û di xwebûna xwe de israr dike, dewleta Tirk ji bo vê wargehê belav bike hem ji hewayî hem jî ji bejayî êrîş dike. Bi sîxor û destdirêjî û êrîşên xwe dixwazin vê wargehê vale bikin, gelê wargehê bi israr li ber sitatuya xwe ya penaberiyê li berxwe dide. Herî dawî dewleta Tirk ji bo vê sitatuya penaberiyê tune bike, vê civakê belav bikin û ji hev bixin weke berdewamiya komploya 15’ê Sibatê di 1’ê Sibatê 2022’an de carek din di seat 10’ê şevê de êrîşî wargeha Mexmûrê kir. Ev êrîş tenê bi Mexmûr re sînordar nema, hem li ser Rojavayê Kurdistanê û li kêleka wê jî Şengala ku bi 73 fermanan re derbaz bûyî û hêdî hêdî birînên xwe di pêçe û dixwaze serxwe de were, xweseriya xwe îlan kiriye ku xwe bi xwe bi parêze û rêve bibe êrîş li ser hat pêkanîn. Dî êrîşa li ser Mexmûrê hatî pêkanîn de dû şêniyên wargehê ku endamên Hêza Parastina Cewherî gihan şahadetê. Di vê derê de gelek birîndar çêbûn bi taybet ji gazên ku hatîn bi karanîn bandorbûnek xeter çêbû, heta sibehê bi deham hemwelatiyên wargehê di nexweşxaneyê de man. Birîndarên giran ku derfet nebûn li wargehê werin dermankirin bi rêya şêniyên wargehê bi xebatek kolektîf me rewanî nexweşxaneyên navçeya Geyara û bajarê Misilê kirin. Gelê Mexmûrê ji şev heta siharê li ber derê nexweşxanê û cihê buyerê ji bo derxistina birîndarên xwe li ser lingan man.”
"Bînaya netewên Yekgirtî tenê ji binayek vale îbarete"
Filîz Bûdak bi bîr xist ku divê Netewên Yekbûyî û Hikumeta Îraqê li erkê xwe xwedî derbikeve û got: “Îsrara vê civakê ya berxwedana xwe parastinê derket holê, çima ev parastin em dizanin ji sala 2014’an heta niha ev dorpêç bi êrîşan re rû bi ru dimine, ev civak jî neçare bi xwe parastina xwe bike. Gelê wargehê bi awayek girseyî ji bo şermezar kirina van êrîşan berê xwe dan ber deriyê binaya netewên Yekgirtî ku tenê ji binayek vale îbarete ku ji ber ji sala 2014’an heta niha ew bina valeye Netewên Yekbûyî erk û misyona xwe pêk ne aniye û nehatiye nava gelê wargehê. Li ber derê wêderê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn, gel bi awayek girseyî ber xwe dan wê derê û bi yek dengî gotin berxwedan jiyane û bi yekdengî biryardariya xwe anîn ziman. Bangawaziya pêwîst divê Netewên Yekbûyî li erk û berpirsyariya xwe xwedî derkeve. Em li ser xaka Îraqê dijîn, divê Îraq ji xwedî li erk û berpirsyartiya xwe derkeve, ji ber axa wan ji aliyê dewletek din ve tê bombaran kirin û li beramberî vê jî bêdengiyek heye.”
"Gelê Kurdê ê tama azadiyê girtiye gav paşde navêje"
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak bal kişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tîrk re ku ev sê sale amborgo daniye ser wargehê û wiha dom kir: “Mirov dikare bêje êrîşa li ser Mexmûrê tenê ji aliyê dewleta Tirk ve nahatiye pêkanîn, di kêliya ku beriya êrîş pêkwere de vemirandina elektirîka wargehê û piştî êrîşê 5 deqeyan vekirina elektirîkê ne tiştek tesadufe. Li pîşta serê me hikumeta herêma Kurdistanê ya ku hevkariya dewleta Tirk heye ku ev sê sale amborgo daniye ser vê wargehê heta wê şevê me nekarî em birîndarê xwe derbazî cihên bi ewle û cihên ku em bikarin tedawiya wan bikin. Em li ser xaka Kurdistanê ne me nekarî em birîndarên xwe derbazî bajarek ê Kurdistanê bikin, ev jî qirêjî û hevkariya mala Barzan û partiya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li ser Kurda birumet tê pêkanîne. Bi giştî bi konseptekê xwestin bi gelê wargehê gav paşde bidin avêtin, darbe li xweseriya Şengalê bidin, Rojavaya ku bi hezaran berdêl ji bo xweseriya xwe dane bi vê konseptê xwestin darbeyek giran li van her sê cihan bidin, lê raya giştî li beramberî vê yekê berteka ku tê xwestin nedan nişandan. Ev gelê Kurdê ku tama azadiyê girtiye gav paşde navêje, gelê Kurdê ku fêrî xwerêvebirinê bûye carek din serê xwe natewîne. Ji ber wê yekê asat êrîşan çi dibe bila bibe, di sekna di vê êrîşa herî dawî ya pêkhatî de jî ew gel di bin bombardûmanê de berbi cihê êrîşê ve bezinê de sekin û biryardariya xwe da diyarkirin. Ji xwe gotin ya gele, ji ber wê jî dema gel bertekê xwe danî holê gotinek a mirov bêje nine, civaka ku li berxwe dide wê bi serbikeve. Em hemû ew hêzên ku destê wan di vê kiryarê de hene şermezar dikin û em dibêjin wê dilê wan rihet nebe û wê negihin armanca xwe. Ya ku bi serbikeve wê civaka birumet a Kurd be.”