Gelê li Şehbayê piştgiriya serhildana Cindirêsê kirin

Welatiyên navçeya Cindirêsê yên koçî kantona Şehbayê bûne bi çalakiyek xwepêşandanê piştgiriya serhildana Cindirêsê kirin.

Şehba- Komkujiyek di derheqê welatiyên kurd li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî de pêk hat ji ber ku agirê Newrozê pêxistin û xwedî li cejina xwe derketin lewra ji aliyê komên çete yên bi navê El Şerqiyê ve hatin hedef girtin û 4 welatî ji malbetekê şehîd bûn. Ev şehîd li gel Efrîniyan bi şehîdên agirê Newrozê hatin bi navkirin. Ji roja ku komkujî pêkhatiye û heya roja îro li navçeya Cindirêsa dagirkirî xelk li ser piyan in û li dijî çeteyên dewleta tirk serîhil didin.

Îro jî xelkên Cindirêsê yên koçberî kantona Şehbayê bûne bi çalakiyek xwepêşandanê piştevaniyên xwe ji bo serhildana Cindirêsê nîşan dan û komkujiya ku çeteyên dewleta tirk a dagirker derheqê 4 welatiyên kurd li Cindirêsê di şeva Newrozê de pêk aniye, şermezarkirin. Çalakiya xwepêşandanê li qada navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dest pêkir. Di çalakiyê de koçberên Efrînê, xizmên şehîdan û welatiyên Şehbayê amade bûn û wêneyên şehîdên komkujiya Newrozê û şaxên zeytûnê hildan. Her wiha weke sembola azadiyê di çalakiyê de agir jî hat pêxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir.

Ji ber pêxistina agirê Newrozê li Cindirêsê komkujî pêk hat

Ji aliyê xwendevana bi navê Zîlan Sîdo ve li ser navê xelkê Cindirêsê daxuyanî hate xwendin. Zîlan Sîdo di daxuyaniyê de kiryarên dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî xuyakir û wiha got: "Piştî derbasbûna pênc salan li ser dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, kiryarên revandin, kuştin û talanê bûye taybetmendiyek ji komên çete. Komkujiya ku di êvara Newrozê de pêk hatiye îsbata vê nijedperestiyê dike. Şehadeta çar birayan tê wateya ku dixwazin mûma agirê Newrozê û mûma azadiyê bitefînin û berxwedana gelan bişkînin. Lê gelê Efrînê yê ku êdî nikare kiryarên wan tehmûl bike, bi ser rûyê celadên xwe ve raperîn kirin û daxwaza muhesebeya van sucdaran û çeteyan bike, kirin."

Bi rihê şehîdên Newrozê wê Eftrîn rizgar bibe

Di daxuyaniyê de Zîlan Sîdo tekez kir ku jin di vê serhildanê de roleke mezin û girîng lîst û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Jin jî roleke wê mezin di vê raperînê de hebû, her wiha dewleta tirk û çeteyên wê ve nahêlin gelê Cindirêsê di xwepêşandan de derkevin û wan îcbar dikin ku ala tirkiyê li ser konên sersaxiyê rakin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe Cindirêsê û Efrînê bi giştî dikin hişiyar bin û neyên kişandin nav hîleyên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve. divê dawî li dagirkeriyê bê û Efrîn ji gelê xwe re vegerç her wiha banga me ji hemû rêxistinên navdewletî re heye ku erka xwe ya mirovî, exlaqî û yasayî rabin gelê Efrînê ji komkujiyên dewleta tirk a dagirker biparêzin. Di heman demê de banga me ji Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG/YPJ'ê û Hêzên Rizgariya Efrîn dikin ku wê rizgar bikin. Şehîdên Newroza Cindirêsê 2023'an şehîdên Kurdistanê ne û xeta wan dê bibe bingeha rizgarkirina Efrînê."

Xwepêşandan bi diruşmeya "Şehîd namirin","Bijî berxwedana Cindirêsê" dawî bû.