“Gelê Kurd û jinên Kurd duh serî netewandin, dê îro jî netewînin”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a di daxuyaniya bi pêşengtiya DAKAP’ê der bare girtina Semra Guzel hat dayîn de axivî, wiha got: “Gelê Kurd û jinên Kurd duh serî netewandin, îro jî netewînin.”
Amed – Bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel hat şermezar kir. Ji daxuyaniya ku li Parka Rojeva ya navçeya Peyas a Amedê hat li darxistin re Berdevka Meclisa Jinan a HDP Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Endamên DAKAP’ê û gelek kes tevli bûn. Metna daxuyanî berdevka DAKAP'ê Kiymet Yildiz xwend.
“Azadiya Semra Guzel hat desteserkirin”
Kiymet Yildiz, anî ziman ku azadiya Semra Guzel ku ji aliyê desthilatê ve hedef hatiye girtin, bi komployekê hatiye desteserkirin û wiha got: “Yên ku her carê bi feraseteke nû yên êriş û kînê nêzî jinan dibin; ev polîtîkayên ku dixwazin vê krîza piralî ya ku tê jiyîn veşêrin, wekî duh dê îro jî neyên meşandin. Kesên ku di her cure gendelî û diziyê de ne, li vî welatî destên xwe dihejînin û sûcê xwe didomînin. Yên ku parlamentera me Semra dikin hedef, li ser çaresernebûna pirsgirêka kurd israr dikin. Êşa ku gelê kurd û jin dijîn tune tê hesibandin.”
“Li ser jinên Kurd zext, îşkence û muameleya xerab heye”
Kiymet Yildiz destnîşan kir ku Semra Guzel bi awayekî derqanûnî hatiye binçavkirin û medyaya alîgir carek bi nûçeyên derew dijminatiya xwe ya li hemberî jinan da nîşandan û wiha domand: “Ev êrîşa ku li dijî vîna jinê ye, nekarîne tehemûlê dîtina jinan di nava siyasetê de bikin. Li ser medyaya civakî û qenalên nûçeyan dîmenên rêhevala me Semra Guzel ku duh hat binçavkirin û birin edliyeyê hatin parvekirin, di dîmenan de sûcên îşkence, muameleya xerab û heqaretê hebûn. Aşkere ye ku siyaseta çewisandin û tirsandinê ya li dijî siyasetmedarên jin û bi taybet jinên têkoşer ên kurd her tim li ber çavan e. Bê şik ev rêbaz di her qada giştî, siyasî û takekesî de; Weke ronîkirina zexta li ser jinê, têkoşîna jinê, demokrasî û mafên mirovan tê xwestin ku têkoşîna jinê jî bê derbkirin û tirsandin. Ji bo hemû jinên ku ji berê heta niha li dijî pergala serdest a mêr bi israr têdikoşin; ji aliyê rayedarên dewletê ve bi taybetî li ser jinên kurd zext, îşkence û muameleya xerab heye.
“Em jin serî natewînin”
Em serdestiya dijminatiya li dijî jinê ya bi pergalî bûye; ji mûameleya li Semra Guzelê hat kirin, em ji Aysel Tûglûk, Sevîl Rojbîn Çetîn, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, gelek jinên kedkar û hevşaredarên hilbijartî yên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin nas dikin. Sûcên li dijî Semra Guzel hatin kirin, êrişeke li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye. Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin.”
“Girtina Semra Guzel jî giredayî wan polîtikayan e”
Piştî daxuyaniye Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku desthilata AKP-MHP'ê demeke direjê desthilatdariya xwe li ser dijminatiya gelê kurd û jinan didomîne û got ku desthilata AKP'ê di sala 2015’an de dev ji çareseriya pirsgireka kurd berda û vegeriyan polîtikayên dewletê yên tunehesibandinê ku bi salanê li ser gelê kurd hatiyê ferzkirin. Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku ew politika her tim têk çûn û wê têk biçin. Ayşe Acar Başaran, bi lêv kir ku piştî 2015’an desthilatdariya AKP'ê bi polîtkayên qeyyuman dest danîn ser şaredariyan û wiha got: “Ew polîtikayên AKP'ê bi rehin girtina hevalên me û talan kirina bajaran berdewam dike. Ji wê salê heta niha li Amedê 2 caran qeyyûm tayînî şaredariyên me kirin. Şeredariyên me 2 caran ji aliye desthilatdariya AKP'ê ve hat dagirkirin. Parlamenteriya gelek hevalên me rakirin û niha jî di girtîgehan de rehîn girtine. Girtina Semra Guzel jî giredayî wan polîtikayan e.”
“Hekê hûn sûc digerin, li têkçûyinê digerin biçin eynikê binerin”
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku wêneyên Semra Guzel di pêvajoya çareseriye de hatine kişandin û wiha pê dê çû: “Di pêvajoya çareseriye de çapemeniya AKP'ê jî diçû wan deran. Lê niha heman çapemenî li ser wan wêneyan kampanyayêk lîncê daye destpêkirin û piştî kampanyaya lînce di meclise de dest danîn ser parlamenteriya hevala me. Duh jî dema parlamentera me hat girtin jî ew politika bi avayekî şenber hat xuya kirin. Lê çawa ku hevala me Semra Guzel serî netewand em jî hemberî wan polîtikayan serî netewînin. Wêzîrê karê sûc bi hemû kesen ku dizî, tecavuz, ketlîam kirine re wêne kişandiye. Lê tevî vê yekê jî ew derketiye hevala me sûcdar dike. Heke yekî ku bê darizandin hebe ew jî wezîrê karê sûc e. Lê qet şerim nakin û partiya me dikin hedef. Em ji vir ji wan re dibêjin, hekê hûn sûc digerin, têkçûyinê digerin biçin eynikê binerin.”
“Semra Guzel vîna vî gelî ye”
Başaran di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê li ser dijminatiya kurdan dixwazê desthilatdariya xwe dirêj bike û axaftina xwe wiha qedand: “Semra Guzel vîna bi milyonan mirovan e. Tiştekî ku hevala me jê şerm bike tune ye. Bi hezaran wêneyên dijminatiya kurdan heye. Yek, jî wêneyê bavê ku wê rojê li Amedê hestiyê lawê wî di poşetikî de dan wî ye. Ew e wêneyê dijminatiya kurdan. Ayşe Gokkan ji ber tekoşîna jinan dida 30 sal ceza lê hat birîn. Ew e dijminatiya jinan û kurdan. Her wiha Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ku tevî nexweşiyê di girtîgehê de ragirtine. Wekî ku hevala me Semra Guzel jî digot ‘Wan dixwest serê min bitewînin lê min serî netewand.’ Em jî serî natewînin û tekoşîna me wê bidomê. Semra Guzel vîna vî gelî ye.”
Daxuyanî bi dûrişmeyên “Jin jiyan azadî”, "Semra Guzel vîna gel” û bi çepikan bi dawî bû.