Gelê Kurd ji bo Rojava li ser piyan e

Kurd û dostên wan ên li Kurdistan, Ewropa û Emerîkayê dijîn, li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê dadikevin kolanan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên HTŞ'ya cîhadîst û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî êrîşan, Kurd û dostên wan li gelek navendan daketin kolanan. Gelek saziyên demokratîk daxuyaniyan didin û bertek nîşanî êrîşan didin.
Meclîsa Welatiyan a Başûr wê biçe Rojava

Meclîsa Welatiyan a Başûr, ji bo piştgiriya bi Rojava re daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê saet di 13:00 de li ber avahiya kampusa nû ya Zanîngeha Silêmaniyeyê li hev kom bibe û ber bi Rojava ve bi rê bikeve.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Silêmaniyeyê û tevahiya Başûrê Kurdistanê hat kirin ku xwe bi rêxistin bike û biçe Rojava. 

Li Emrîkayê Kurd dadikevin kolanan

Rêxistinên Kurdan ên li Emrîkayê, dê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava û berxwedana li Rojhilat çalakiyan li dar bixin. Rêxistinên Kurdan ên li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, dê roja Çarşemê li ber avahiya Kongreyê ya li bajarê Washingtonê û roja Şemiyê jî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê New Yorkê ya Emerîkayê, li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilat, çalakî li dar bixin.

Parêzvanên Kurd ên Emrîkî, dê roja 21’ê Çileyê li ber avahiya Kongreya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê bi dirûşmeya "Kurdên li Sûriyeyê biparêzin!" xwepêşandanek li dar bixin.

Roja Şemiyê jî, dê 8 rêxistinên Kurd li ber avahiya NY’yê  ya li New Yorkê çalakiyek li dar bixin.

Li Şengalê çalakî didomîn

Gelê Şengalê, li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên li dijî Rojava, li ser pêya ne. Di çalakiyên hatin lidarxistin de banga xwedîderketina li berxwedana Rojava û tevlibûna banga seferberiyê hat kirin. Gelê Şengalê bi pêşengtiya Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê daket qadan û piştgirî da Rojava.

Li Ewropayê biryara çalakiya bênavber

Li Ewropayê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara çalakiyên bênavber a şev û roj hate girtin. Hate diyarkirin ku wê sibe li Bruksel û Cenevreyê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.

Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut di daxuyaniyên ku daye Ajansa Mezopotamyayê (MA) de, Kurd û dostên Kurdan ên li Ewropayê vexwend kolanan.