Gelê Efrînê: Em di vegera bi ewle û rûmet de bi îsrar in

Jina koçber Leyla Mihemed da zanîn ku hêviya xwe ya vegera Efrînê zindî digre û got: "Em ê tenê, di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya xweser a gelê xwe de vegerin Efrînê.”

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Tebqa – Gelê Efrînê di germahiya zêde ya havînê an jî sermaya hişk a zivîstanê de, di konên qumaş ên wan naparêze de dijîn. Di vê navberê de çeteyên dagirker li malên wan ên li Efrînê, dimînin. Dema malbatên Efrînî yên koçber li benda alîkariya xurekê ya rêxistinên alîkariya mirovî ne, çete jî ji bexçeyen kesên koçber bûne, dixwin.

Daxwaza bingehîn a gelên koçber ên Efrînî yên du caran bi darê zorê hatin koçberkirin, vegera bi ewle ya ji bo Efrînê ye. Koçberiya ewil di dema êrîşa dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê de, ya duyemîn jî di dema êrîşa dawî ya dagirker û çeteyên wan a li herêma Şehbayê de qewimî.

‘Em gelek zehmetiyan dikşînin’

Yek ji bi hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne, bi zarokên xwe re di konek kevin, di germahiyên havînê û sermaya zivîstanê ya ku naparêze de dijî, Leyla Mihemeda koçber e. Leyla, hêviya xwe ya vegera Efrînê diparêze û dibêje ku: "Em li kampê zehmetiyan dikşînin; ev ne cara ewil e. Em ji dagirkirina Efrînê û vir ve 7 sal in bi vî rengî dijîn. Koçberiya me ya duyemîn jî ya herî zehmet bû. Leyla Mihemed a piştî 7 salan ji ber sedemên malbatî serdana Efrînê kir, da zanîn ku bajarê wan mîna ku hiştine nîne û gelek tişt guherîne.”

‘Jin ji ber kaosê nikarin ji malên xwe derkevin’

Leyla Mihemed, çîrokên tirsnak ên kesên ditiye û rast hatiye vegotin, wiha tîne ziman: "Kesên ku vedigerin, rastî lêdan, girtin û îşkenceyê tên. Gelek ji wan ditirsin ku derkevin derve. Ji ber ku xetera lêdan an jî girtinê heye. Herî zêde Kurd xwe bi ewle hîs nakin, ji ber ku herî zêde ew rastî destdirêjî, lêdan û girtinên bêsedem tên. Jin jî ji ber kaosê nikarin ji malên xwe derkevin; piştî saet 5’ê êvarê hemû kes ji bo parastina jiyana xwe, ji malên xwe dernakevin."

‘Gel ji binpêkirinên çeteyan gazinc dikin’

Leyla Mihemed, da zanîn ku hêzên dagirker ên Tirk hê jî li Efrînê û derdora wê baregehên xwe diparêzin û berevajî îdiayên ku rêveberiya demkî rewşê kontrol dike, gel ji binpêkirinên çeteyan gazinan dikin. Leyla û wiha axivî: “Mînak, ji ber birîna daran û astengkirina avdanê, dar hişk bûne û qadên kesk ên Efrînê kêm bûne. Avdana bexçeyan a gelek malbatên ku li Efrînê mane, tê astengkirin. Çete berhemên koçberan komdikin û pereyek kêm didin xwediyên zeviyan. Li malên sivîlên koçber bûnê jî, malbatên çeteyan ên ji Gutaya Rojhilat û bajarên din ên Sûriyeyê hatine, dimînin. Hundirên malan hatine talankirin, derî û pencere hatine dizîn, dîwar û derdorê wan hatine hilweşandin. Dema ku çete vegeriyane bajarên xwe, zirarek mezin hiştine.”

‘Em li dijî dagirkeriyê serî netewînin’

Leyla Mihemed, destnîşan kir ku di rewşa heyî ya Efrînê de kes naxwaze vegere û axaftina xwe wiha domand: "Em ê tenê di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya xweser a gelê xwe de vegerin Efrînê. Em li dijî dagirkeriyê serî natewînin. Em ji bo ji nû ve avakirina malên xwe piştgiriyê dixwazin."

Leyla Mihemed, da zanîn ku ji bilî koçberên Efrînê, kesên hê di bin dagirkerî û zilma çeteyan de ne jî parastin û ji nû ve dayîna hikûmetê dixwazin û diyar kir ku gelek malbat dixwazin vegerin malên xwe. Leyla got ku lê belê yên vedigerin, rastî girtin û îşkenceyê tên û piraniya kesên çûne Efrînê, carek din vegeriyane konan.

‘Em di vegera bi ewle û rûmet de bi îsrar in’

Leyla Mihemed, diyar kir ku di vegera bi ewle û bi rûmet de bi îsrar in û got: "Vegera gelê me ya di bin zextan de tenê bi garantiyên qanûnî, parastina navneteweyî û vegera komî pêkan e. Ya herî girîng jî, divê Efrîn ji aliyê gelê xwe ve bê parastin û rêvebirin. Em ê destûr nedin ku gelê me rastî tiştên ku li herêma peravê Sûriyeyê û Suweydayê qewimîn, werin. Ev senaryo tê çavderîkirin.”
Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara (El-Colanî) de peymanek hat îmzekirin, Vegera bi ewle û parastina hemû Sûriyeyiyên ji cih û warên xwe bûne, mîna yek ji xalên herî girîng ên peymanê tê qebûlkirin.