Gel li dijî bikar anîna çekên kîmyewî li qadan bû
Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Nebin hevkarê kuştina me û dagirkirina axa me” li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a dagirker û li dijî bêdengiya saziyên navnetewî daketin qadan.

Qamişlo – Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Nebin hevkarê kuştina me û dagirkirina axa me”li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a dagirker, daketin qadan û bêdengiya cîhanê bi tundî şermezar kirin. Rêxistinên Jin, Saziyên Malbatên Şehîdan, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Civaka Sivîl, rûspiyên êl û eşîran, Saziyên Ola Demokratîk û bi dehan ji Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Çalakvan ji Kolana Kornîş a bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi meşê kirin û li ber Nûnertiya Rûsya ya li bajarê Qamişlo rawestiyan.
Jinên ku beşdarî meşê bûne hêrsa xwe ya li dijî bikar anîna çekên kîmyewî û kiryarên dermirovî yên dewleta tirk anîn ziman.
“Dewleta tirk bi çekên kîmyesal ên xedexekirî zarokên me qetil dike”
Xeyriya Esed ji bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye da zanîn ku dewleta tirk bi riya çekên kîmyewî yên qedexekirî zarokên wan qetil dike û wiha nerazîbûna xwe anî ser ziman: “Em sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker qebûl nakin. Dewleta tirk bi riya çekên kîmyesal ên qedexekirî zarokên me dişewitîne û qetil dike.”
“Ev axa xwe ye, em ê parastina xwe bikin”
Xeyriya Esed teqez kir ku dê li ser axa xwe bimînin, mafê xwe yê rewa bidest bixin û parastina xwe bikin û wiha bi dawî kir: “Zirara me li ser ti kesî tune ye, em li ser axa xwe ne û mafê xwe yê rewa dixwazin. Rojane dewleta tirk êrîşî me dike pê re zarok, jin, kal û pîr ferq nake, li seranserî axa Kurdistanê çekên qedexekirî bikar tîne. Em li pêşiya van êrîşên hov bêdeng nemînin, em ê parastina xwe bikin û tola şehîdên xwe hilînin. Em bi tundî bêdengiya cîhanê şermezar dikin.”
“Xwezaya Kurdistanê tê talankirin”
Selma Ehmed diyar kir ku ji sedema sûcên dewleta tirk ên şer û bikaranîna çekên kîmyewî, xwezaya Kurdistanê jî hatiye talankirin û wiha pê de çû: “Em dengê xwe digihînin saziyên mafê mirovan ê ku dibêjin em hatine vir ji bo ku em mafê we biparêzin, lê mixabin tenê dixwazin gel bixapênin û mafê gelê me naparêzin. Dewleta tirk hemû cûreyên şer li ser gelê me pêk tîne û li ser sûcên xwe yên şer nayê cezakirin. Em li pişta zarokên xwe ne û li pey şopa şehîdên xwe ne û heta dawiyê em dibêjin şermezarî ji bo dewleta tirk a dagirker e.”