‘Gel bi xwîna xwe parastina cîhanê kir û divê helwestên cidî werin nîşandan’

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo, bêdengiya cîhanê ya li hember êrişên li ser Heleb, Şêx Meqsûd, Şehba û Eşrefiyê şermezar kir û tekez kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze guhertina demografî pêk bîne û gelên herêmê tune bike.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Êrişên dijwar ên ji aliyê çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam” ên girêdayî dewleta Tirkiye, li ser bajarên Sûriyeyê Heleb, Hema û Humsê ji 27’ê Mijdarê ve berdewam dikin. Di herdu rojên dawî de êriş gihîştin Til Refet, Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku piraniya xelkên tê de Kurd in. Di van rojan de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û hêzên parastina civakê ji bo parastinê, berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Lê ji ber dorpêçkirinê û metirsiya ji pêkanîna komkujiyan derheqê gelên herêmê, Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin, derkevin. Anha jî nêzî 200 hezar koçberên Efrînî yên li Şehbayê bi cih bûbûn û şêniyên ji pêkhateya Ereb ji bo ewlehiyê ji Şehbayê berê xwe dan heremên din ên Rêveberiya Xweser.

‘Hewldanên qirkirina gelan a bi salan’

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser krîzên cuda yên ku li ser asta cîhanê û tevahî Rojhilata Navîn diqewimin. Rîhan diyar kir ku şoreşa li Rojavayê Kurdistanê dengvedanek cîhanî bû ku dibe armanc sîstemên desthilatdar û wiha pê de çû: “Bi pêşengiya jin, ciwan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş berî 12 salan dest pê kir. Sîstema demokrat a ku li ser vê axê hat avakirin bû mînak ji hemû cîhanê re. Ji ber vê yekê jî ev çend sal in li ser wê polîtîkayên dagirkerî û hilweşandinê têne meşandin.”

Rîhan Loqo da zanîn ku êrişên çeteyên ên ku li Bakurê Sûriyeyê niha tên meşandin, bi serpereştî û piştgiriya dewleta Tirk çêdibin û wiha derbirî: “Ev çend sal in hewl dide ku gelê herêmê û bi taybetî gelê Kurd tune bike. Dema ku êriş ber bi Helebê ve hat, êdî me dizanî ku pîlan, tunekirina gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirkiye û armancgirtina gel û têkoşerên me, ev çend sal in bê navber dewam dikin. Ev çete li ser destê wê hatine perwerde û amadekirin ji bo vê dagirkirinê.”

‘Rêveberiya Xweser û hevgirtina jin û gelan hedef tê girtin’

Rîhan Loqo di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dîroka Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî careke din xwe dûbare dike û got: “Îro ev senaryo dîsa xwe dûbare dike li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelên ku ev 6 sal in bi darê zorê koçber bûn, îro dîsa bi pêleke koçberiyê ya nû re rûbirû mane. Armanca wan a sereke ew e ku sîstema Rêveberiya Xweser, hevgirtin û yekîtiya jin û gelan têk bibin. Di heman demê de dixwazin ku temenê krîza Sûriyeyê dirêj bikin. Her wiha dixwaze ku dagirkirina axa Sûriyeyê berfireh û rewa bike.”

‘Jinên Kurd têne tecawizkirin’

Rîhan Loqo got ku gel li Şehba, Til Refet û Şêx Meqsûd du roj in  di bin dorpêçê de bê xwarin û av li kolanan li ber sermayê ye û wiha pê de çû: “Bi darê zorê, bi balafirên şer û êrişan gel neçar dikin ku ji malên xwe derkevin. Çete dîmenên destdirêjiyên li ser jinan belav dikin. Di heman demê de tundiyê li ser welatiyan pêk tînin. Em bêdengiya cîhanê ya li hember van sûcan şermezar dikin. Divê ku êdî cîhan destê xwe deyne ser wijdana xwe û dengê xwe bilind bike.”

‘Gelê me li ber xwe dide û divê ku cîhan piştgiriya me bike’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku cîhan divê fedakarî û berxwedaniya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku bi xwîna xwe parastin, ji bîr neke û wiha bi dawî kir: “Gelê me li ber xwe dide û divê cîhan piştgirî bide û bibe alîkar da ku ev çete bên darizandin. Keç û xortên me cîhan ji terorê paqij kirin. Li ser pradîgma û felsefeya Şerê Gelê Şoreşgerî em li ber xwe didin û parastina xwe dikin. Her çiqas zehmetî hebin jî, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”