‘Gavên ji bo aştî û demokrasiyê tên avêtin werçerx e’

Rojnamevan Banu Guven diyar kir ku ‘pêvajoya aştiyê’ ku li Tirkiyeyê tê meşandin, ji pêvajoyên berê nexşeriyek gelek cudatir pêşkêş dike û got ku 1’ê Cotmehê ji bo pêvajoyê kevirek bingehîn ê kîlometreyê ye.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, li hemû cîhanê deng veda. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKK’ê di kongreya xwe ya di navbera 5-7’ê Gulanê de li dar xist de, bidawîkirina xebatên xwe yên çekdarî bi raya giştî re parve kir. Piştî vê biryarê komek 30 kesî di 11’ê Tîrmehê de li nêzî bajarê Silêmanî bi merasîmek mezin û beşdariyek girseyî ya mirovên ji gelek beşan çekên xwe şewitandin.

Li gel pêvajoya piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, li Meclîsê Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hat avakirin. Komîsyonê heta vê demê li cihê gavên şênber biavêje, guhdarî hinek nav û nûnerên saziyên civaka sivîl kirin. Tevî hemû bangên hatin kirin, ji bo sererastkirina hiqûqî der barê Abdullah Ocalan û bi dawîbûna tecrîdê tu gav nehatin avêtin.

Pêvajoyek şênber

Em bi rojnamevan Banu Guven re li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û nêzîkatiyên çapemeniyê der barê vê pêvajoyê de axivîn. Banu Guven da zanîn ku di salên dawî de danîna çekan û gavên ji bo aştiyê hatine avêtin, ji pêvajoyên berê cuda bûn û pêvajoyek şênber îşaret dike û destnîşan kir ku koma çekên xwe şewitandine xwe weke ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ bi nav kir û bi merasîmekê çekên xwe îmha kir, di dîroka nêz a Tirkiyeyê de mînakeke weke wê nehatiye dîtin û bandorên siyasî û civakê yên vê pêvajoya nû girt dest. Banu Guven behsa xebatên komîsyona li meclîsê û nêzîkatiyên desthilatdarî û muxalefetê yên der barê vê pêvajoyê de kir. Bal kişand ser girîngiya sûda beşên berfireh ên civakê û sererastkirina zagonî ji bo serkeftina vê pêvajoya aştiyê.

Gaveke dîrokî: Şewitandina çekan

Rojnamevan Banu Guven îfade kir ku pêvajoya aştiyê ya Tirkiye bi salan e li bende ye, bi destpêkirina gavên şênber weke şewitandina çekan, nexşeriyek ji pêvajoyên berê cuda pêşkêş kiriye û got: “Niha ev pêvajo, bi navên cuda hatiye binavkirin, bi dîzaynek ji pêvajoyên berê gelek cuda, bi awayekî ku li cîhanê mînakên wê kêm in, destpêkê rêxistinek çekan şewitand.” Banu Guven îşaret bi wê yekê kir ku destpêka vê pêvajoyê gavên berbiçav û diyar bû û got: “Koma gerîla ya navê ‘Koma Aştî û Civaka  Demokratîk’ li xwe kir, çekên xwe bi merasîmek şewitandin, ev yek baweriya bi aştiyê sembolîze dike û ev gava şênber çawaniyek ku heta niha nehatiye dîtin di nava xwe de dihewîne.”

Komîsyona Meclîsê û aliyê hiqûqî yê pêvajoyê

Banu Guven îfade kir ku di komîsyona li meclîsê hatiye avakirin de nûnerên desthilatdariyê û muxalefetê cih digrin, guhdarî malbatên mexdûran û nûnerên civaka sivîl kirine û got: “Di mijara îmhakirina çekan de, li bendê ne ku heta 1’ê Cotmehê gavek şênber were avêtin.”

Banu Guven da zanîn ku ev gav ji bo pêvajoyê kevirek bingehîn ê kîlometreyê ye lê belê hê der barê pêvajoyê de wê di kîjan alî de geşedan bên jiyîn agahiyek diyar nîn e û got: “Bi qasî ku em fêm dikin, çi hatibû plankirin, li gorî wê bû, heta niha daxuyaniyek berovajî nehatiye dayîn.”  

Banu Guven anî ziman ku li gel vê, piştî şewitandina çekan, mijarên weke yên ku çekên xwe şewitandine wê çawa entegreyî jiyanê bibin û mafê wan ê siyasî çawa were diyarkirin, ji bo mayîndebûna pêvajoyê xwedî girîngiya krîtîk e û îfade kir ku di vê mijarê de divê partiyên siyasî û komîsyona li meclîsê zêdetir hewl bidin û wiha domand: “Lê belê di komîsyonê de der barê vê mijarê de, hê pêşniyara zagonan nehatiye nîqaşkirin. Sererastkirinên der barê pêvajoyê de hê şekil negirtine.” Banu Guven destnîşan kir ku guhdarîkirina li mexdûran û beşên cuda yên civakê wê sûdê bide ku pêvajo bi awayekî demokratîk û azad bi pêş bikeve. Banu Guven diyar kir ku wê di meha Cotmehê de ev pêvajo şênber bibe û pêşniyarên amadekirina sererastkirina zagonî ya MHP û AKP’ê wê nîqaşên berfirehtir bi xwe re bînin.

Rola Ocalan û rewşa Sûriyeyê

Banu Guven potansiyela sûddayîna pêvajoyê ya Abdullah Ocalan jî nirxand, bal kişand ser daxuyaniya Abdullah Ocalan a ‘Biryara çekdanîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û diyarkirina çarenûsa xwe kar û barên wan ên navxweyî ne’ got ku Tirkiye vê pêvajoyê ne tenê bi dînamîkên hundir divê faktorên herêmî jî li ber çavan bigre û binirxîne. Banu Guven da zanîn ku Abdullah Ocalan amade ye sûdek berbiçav bide pêvajoyê lê belê ji bo vê jî mercên pêwist hê nehatine avakirin.

Nêzîkatiyên çapemeniyê ya ji bo pêvajoyê

Banu Guven nêzîkatiyên çapemeniyê yên ji bo pêvajoyê rexne kir û got: “Hem çapemeniya desthilatdariyê hem jî çapemeniya muxalefetê di vê pêvajoyê de bi awayekî diyar seknek alîgir nîşan dan. Medyaya desthilatdariyê gelemperî di çarçoveya xeta hikumetê de tevdigere û medyaya muxalefetê jî dest ji ezberên xwe yên kevneşop bernedaye.” Banu Guven îşaret bi wê yekê kir ku bi taybetî tevî ku Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoya berdana çekan e, balkişandina çapemeniyê ya li ser hûrgiliyên biçûk weke ‘tîşortê lacoste’, cîdiyata pêvajoyê biçûk dixe. Banu Guven da zanîn ku girtina Ekrem Îmamoglu, anîna ber hev a şertên Abdullah Ocalan bû sedem ku çapemenî pirsgirêkên bingehîn, bide aliyekî.      

Ji bo pêşeroja pêvajoyê rola çapemeniyê û sekna siyasî

Banu Guven bal kişand ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê çapemenî û siyaset seknek zêdetir bi berpirsyar nîşan bidin û got: “Di vê pêvajoyê de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî aştiyê seknek saxlem nîşan daye. Di vê mijarê de ruxmê Ozgur Ozel li gel desthilatdariyê di nava şerek mezin de ye, di avakirina rêkûpêkiya demokratîk û aştiyê de seknek sexlam nîşan daye.” Banu Guven anî ziman ku li ser navê pêvajoya aştî û demokrasiyê firsendek girîng pêşkêş kiriye. Banu Guven di dawiyê de, di roja şewitandina çekan de, axaftinek di otobusê de ragihand û bi gotina “Ger bi xwedî derketina hin mijar û rêgezên bingehîn ev rê were meşandin, teqez dê bigihije cihekî baş” bal kişand ser berpirsyariya çapemenî û siyasetê ya vê firsenda dîrokî.