“Garîbe Gezer dawî li jiyana xwe ne anî, dawî li jiyana wê anîn!”

Girtî Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê dima, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê ku agahî da malbatê, îdîa kir ku Garîbe Gezer întîxar kiriye. Beriya ku parêzerên wê bên, li ser cenazeyê Garîbe Gezer otopsî hat kirin û ji parêzeran Jiyan Kaya dema cenaze ji nexweşxaneyê dihat derxistin rastî lêdanê hat. Parêzer Jiyan Tosun wiha got: "Garîbe Gezer dawî li jiyana xwe ne anî, dawî li jiyana wê hat anîn!"

ELİF AKGuL
Stenbol - ji parêzerên Garîbe Gezer Eren Keskîn duh bi şev di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twîtterê de, da diyar kirin ku Garîbe Gezer jiyana xwe ji dest daye û ev peyam parve kir: “Tenê me agahî girt ku muwekîla me Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê întîxar kiriye. Ew qurbanê îşkenceyê bû. Cezayê wê yê hucreya yek kesî hebû. Midûrê girtîgehê telefona xwişka wê kir, mixabin me Garîbeya xwe winda kir. Parêzer Jiyan Tosun û parêzer Jiyan Kara diçin cem." Ji parêzerên Garîbe Gezer Jiyan Tosun ji ajansa me re axivî û got, "Garîbe Gezer dawî li jiyana xwe ne anî, dawî li jiyana wê hat anîn."
"Parêzer negirtin otopsiyê"
Jiyan Tosun, da diyar kir ku piştî agahi girtine, tevî ku agahi danê tevlî otopsiyê bibin û rê ketine, xebatên otopsiyê bêyî wan dest pê kirine, diyar kir ku di saet 22.45'an de hatine girtîgehê, lê belê otopsî di saet 23:00'an de bi dawî bûye. Jiyan Tosun, der barê parastina dozgeriyê ya ku dibêje, "Rayeta parêzeran a tevlî otopsiyê bibin nîne" de jî got:"Divê li pêşberî rewşeke bi vî rengî ya bi guman li bendê bibûna." Jiyan Tosun, diyar kir ku daxwazên wan ên ji bo ketina girtîgehê jî ji aliyê rêveberiyê girtîgehê ve hatine astengkirin û piştî ku wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû mudaxele kir, karîbûn bikevin hundir. Ji parêzeran Weysî Eskî li ser hesabê xwe yê Twîtterê girtinameya ku derbarê negirtina wan a girtîgehê girtibûn parve kir.
"Berpirsyar Girtîgehe"
Jiyan Tosun diyar kir ku Garîbe Gezer bi zanebûn hatiye kuştin û wiha got:
“Hema bila ne mirina bi guman be,Gerîbe Gezer bi rastî dawî li jiyana xwe anîbe. Ev jin ji meha Gulanê ve dibêje ku ew naxwaze bi tenê bimîne. Hem giliyên sûc yên Garîbe hem jî yên me hene. Ev jin ji xwe ditirsiya, lê girtîgeh wê neparast. Bêyî ku ti biryarên psîkososyal bê dayin, Garîbe xistin odeya sungêrkirî. Garîbe bi hinceta ku di odaya sungêkirî de perçeyek sungêr çirandiye 11 roj cezayê hucreya yekkesî lê hatiye birîn. Garîbe Gezer dawî li jiyana xwe neanî, dawî li jiyana wê anîn. Berpirsiyarê sereke yê mirina Garîbe, Midura Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Jimare 1 a Kandirayê, Dadgerê Înfazê û Dozgeriya Înfazê ye.”
"Mirov çawa dikare xwe di hucreyê de bi darve bike?" 
Parêzer Eren Keskîn a ku şeva borî li ser hesabê xwe yê Twîtterê geşedanan parve kir: “Garîbe cezayê hucre dikşand. Mirovek di hucreyê de çawa dikare xwe bi darve bike? Şerme!!! Ew bû çende eşê ku hun bi malbata wê li Dargeçîtê didin jiyan kirin!!” wiha bertek nîşan da û ev peyam parve kirin:
“Garîbe Gezer di mehên borî de ji bo protestokirina îşkenceya li ‘odeya sungêrkirî’ li wê hatibû kirin, hewl daye xwe bikuje, lê hatiye rizgar kirin. Bi rastî Garîbe tije jiyan bû. Di hevdîtina xwe ya dawî de ji xwişka xwe re gotibû 'Ez pir baş im'. 
“Dema me meha borî li girtîgehê hev dît, ew pir bi biryar û berxwedêr xuya dikir. Di telefona dawî de ji xwişka xwe re got ku 5 roj û 20 roj cezayê wê ya hucre yê heye. Di girtîgehên îzilasyon de ‘cezayê hucreyê' îşkence ye." 
"Yên ku guh nedan hemû bûyeran û Garîbe xistin hucreyê ji vê bûyerê berpirsyar in. Em ê dev jê bernedin."
"Birayê wê ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe serî li Wezareta Dadê da"
Parêzer Eren Keskîn, da zanîn ku birayê wê Haşîm Gezer ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2. a Xarpête girtî ye, xwestiye tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe û parêzerê wî ji bo vê yekê serlêdan kiriye. Eren Keskîn diyar kir ku yek ji birayên Garîbe Gezer di sala 2014'an de hat qetilkirin, birayê wî yê din jî dema dixwest aqûbeta birayê xwe hîn bibe rastî gulebaranê hat û felç bû û birayê wî yê mezin jî di girtîgehê de ye û nivîsand, "Êşa Garîbe û malbata wê bi rastî 'kurteyek' e. Ez tenê dayika wê difikirim. Ez şerm dikim. Me nekarî tiştekî bikin.”
"Garîbe Gezer ragihandi bû ku rastî îşkence û tecawizê hatiye"
Garîbe Gezer bi nameyên ku şandiye û bi rêya parêzerên xwe diyar kiribû ku berê jî di hucreya yek kesî de hatiye ragirtin, bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê hatiye û herî dawî jî ji aliyê gardiyanên jin ve rastî tecawizê hatiye. Garîbe Gezer a ku di sala 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat binçavkirin û girtin, di 5 salên dîlgirtinê de rastî gelek binpêkirinên mafan hat û cezayên hucreyê lê hat birîn. Garîbe Gezer a ku piştî cezayê xwe yê huncre yê dawî li Girtîgeha Jinan a Kayserî Bûnyan di 15'ê Adarê de hat dayîn, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kandirayê hat kirin, piştî ku 22 roj cezayê xwe yê hucre xilas kir, daxwaz kiribû ku sewqî hucreya 3 kesî were kirin, lê piştî ku hat xwestin ji nûve bibin hucreya yek kesî rewşê protesto kiribû. 
Li ser vê yekê Garîbe Gezer a ku hat îdiakirin ku rastî şîdeta zayendî û îşkenceyê hatiye, gardiyanan bi hinceta “çalakî kiriye” birin odeya bi navê “odeya sungêrkirî” û ji aliyê gardiyanên jin ve rastî tecawizê hatiye, her çiqas dixwest serpêhatiyên xwe ji parêzer û xwişka xwe re behs bike, lê nameyên wê yan nehatine şandin yan jî hatine sansûrkirin.
Parêzer Jiyan Tosun, diyar kir ku ji ber ku Garîbe Gezer bi telefonê ji xwişka xwe re serpêhatiyên xwe vegotiye, 5 roj cezayê hucreya yek kesî lê hatiye birîn û di derbarê we de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.