Fuara pirtûkan a Mahabadê ji bo hebûna jinan û fikrên wan qadek e

Fuara pirtûkan a Mahabadê, îsal bi beşdariya zêde ya jinan bi berhemên cuda balê dikşîne. Ev çalakiya ku ji bo çand, huner û wêjeyê bandorê çêdike û teşwîq dike, ji bo belavkirina fikir û hişyarkirina civakê derfetek girîng e.

JALE SADIQÎ

Mahabad – Di roja me ya îro de hêzên serdest, hewl didin fikr û ramanên mirovan vala bikin wan veguherînin amûrek ku çawa dixwazin bi kar bînin lê belê pirtûk, mirovan şiyar dikin û li dijî çerxa vê pêvajoyê dibin bersiv. Di vê çerxa ku zanist bi lez belav dibe, pirtûk fikrên kûr û şiyariyê weke çavkaniya herî girîng derdikeve pêş.

Fuarên pirtûkan, ne tenê weke çalakiyek çandî, di heman demê de her kes dikare bi hêsanê xwe bigihîjîne çavkaniyên nivîskî, derfet dide fikrên nû nas bike û weke platformên ku bandora di navbera nivîskar û xwendevanan de ava dike, girîng in. Ev cure çalakiyên ku teşwîqî pirtûkxwendinê dikin, têkildarî zêdekirina asta hişyariya civakê weke nîşaneya hewldanên kolektîf tên qebûlkirin.

Fuara pirtûkan a Mahabadê, li gorî salên berê, îsal şêweyê wê cuda ye. Zêdebûna beşdariya jinan, pirtûkên li ser mijarên jinan û bi mijarên berfireh çalakiya ku balê dikşîne, bi ser xist ku eleqeya aliyên çandî û edebiyatê bikşîne. Fuara ku di navbera 8’ê Sibat û 1’ê Adarê de hat vekirin, li gorî daxuyaniyên organîzatoran îhtîmal heye ku dirêjtir bibe.

Fuara îsal, bi zêdetirî 2.000 pirtûkan, xîtabî girseyek birfireh a xwendinê dike. Di fuarê de ji derveyî pirtûkên siyaset, wêje, civak, dîrok û zarokan, berhemên Kurdî, Îngilîzî, zanista xwecihî û kovarên wêjeyî hene. 

‘Hejmara beşdariya jinan zêde bû’

Îsal yek ji ferqên herî diyar, bandora jinan a ku di fuarê de, xwe di her qadê de dabû hîskirin bû. Di demên berê de tenê jin weke xwendevan beşdarî fuaran dibûn, îro ne tenê xwendevan, di heman demê de weke nivîskar û hilberînerên fikir derdikevin pêş. Berhemên têkildarî jinan li gorî salên borî gelek zêde bûne.

Ev berhem bi lênêrînek ku jinan ji klîşeya wêjeya kevneşop ku pêşkêş dike rizgar bûne, weke kesên serbixwe, têkoşer û hişyar tevdigerin hatine nivîsandin. Ev berhemên ku ji rexneyên jinan ên di dîrokê de rastî pergala merê serdest hatine, heta lêpirsîna dûrxistina jinan di nivîsandîna dîrokê de, perspektîfên berfireh pêşkêş dike; ji aliyê xwendevanan ve rastî eleqeyek mezin tên.  

Gelek berhemên jinên nivîskar ên Mahabadê hene

Di fuarê de berhemên jinên nivîskar ên Mahabadê balê dikşînin. Hale Q. têkildarî naveroka pirtûkan û rola jinan di fuarê de ev tişt got:

“Li vê derê her cûrê pirtûkan tê dîtin. Lê belê ji ber hinek pirtûk qedexe ne di faurê de cih negirtin, ev xemgîniyek mezin e. Ez di wê hêviyê de me rojekê em bikaribin van berheman jî bi azadî bixwînin. Lê belê careke din li vê derê gelek berhemên ku der barê fikrên azad û ronîbûnê de hatine nivîsandin tên dîtin. Di beşa wergerê de berhemên nivîskarên mîna Keçên Kobanê, Hannah Arendt û Oriana Fallaci jî hene. Di navbera nivîskarên Îranê de jî berhemên din ên jinan der barê mijarên wêje û civakê de nivîsandin jî hene.”

Hale Q. diyar kir ku cihgirtina pirtûka nivîskar Mona L. di vê fuarê de, ji bo wê xwedî wateyek mezin e û got: “Bi salan jin di wêjeyê de bi karekterên mexdûr, bêdeng hatine nîşanda. Lê belê îro êdî em jin çîrokên xwe bi xwe tînin ziman. Tevî astengiyên çandî, civakî, aborî û polîtîk, berdewamkirina nivîsandinê, destekdayîna me ya hev wê guherînek mezin bi xwe re bîne. Divê jin zêdetir binivîsînin û berhemên xwe bidin nasîn, da ku ji bo nifşên piştî me riyek bi hêztir vebe.”

‘Bihayê pirtûkan zêde ye’

Hale Q. wiha domand: “Bihayê hinek pirtûkan ji sedî 10 û sedî 50 kêm de pêşkêş dike, ev jî ji bo xwendevanan fersenda aborî ava dike. Daxistina bihayê pirtûkan ji bo xwendevan û hezkiriyên pirtûkan avantajek girîng e. Lê belê tevî van hemûyan jî hê zêdebûna bihayê pirtûkan weke pirsgirêkek mezin tê dîtin. Di salên dawî de zêdebûna bihayê kaxizan û çapê, bû sedem ku gelek pirtûk bi bihayek zêde werin firotin. Ev rewş, bû sedem ku gelek malbat nikaribin pirtûkan bikirin. Weşanxane û organîzator, her çendî hewl bidin bi daxistina bihayê wan di fuaran de vê pirsgirêkê hinek be jî sivik bikin, ji bo girseyên berfireh, girtina wê hê tê wateya maliyetek mezin.”

‘Fuar qadên civakê yên girîng in’

Hale Q. di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya faura pirtûkan û ev tişt got: “Fuara pirtûkan a Mahabadê, weke sembolek bi hêz a hewldana pêkanîna belavkirina fikir û zanyariyan tê qebûlkirin. Di roja me de fêrbûna xwendinê her diçe kêm dibe û di demek ku bihayê pirtûkan bi lez zêde bûye de, hebûna van cureyên fuaran di jiyana çandî de qadek ku nefes dide girtin ava dike. Tevî hemû zoriyan, hewl tê dayîn astengiyên weke pirûukên hatine sansurkirin, qedexeyên weşanê û pirsgirêkên aborî werin derbaskirin. Ev fuar careke din bi bîr dixe ku pirtûk tenê ne amûreke ku di refan de bên hiştin, di heman demê de ji bo hişyarkirina civakê gelek girîng in. Fuara pirtûkan a Mahabadê careke din nîşan dide ku pirtûk rêbaza guherîn û têkoşînê ne. Ji bo xwendevan û nivîskaran bûne wesîleya hatina ba hev.”