Filîmê li ser zewaca urfî jinên Tûnisê hêrs kir

Xelekên yekem ên Filmê Tûnisî "Beraia" yê li ser zewaca urfî ji ber mijara wê li dijî pirensîbên civaka Tûnisê ye jinên Tûnisê hêrs kir.

ZİHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Xelekên yekem ên filmê Tûnisî "Beraia" yê li ser zewaca urfî, ji ber mijara wê li dijî pirensîbên civaka Tûnisê ye jinên Tûnisê hêrs kir û gelek Tunisiyan li ser medyaya civakî filmê "Beraia" rexne kirin. Zagona ku di sala 1957'an de li Tûnisê hatiye derxistin, zewaca urfî weke zewaca neqanûnî dihesibîne û sûcdarên wê bi 5 sal cezayê zindanê dide wan.

Aktîvîstên femînîst diyar kirin ku pirsgirêkên hemwelatiyên Tûnisî û kêşeyên li pêşberî civakê di rûbirûbûna qeyranên siyasî û aborî de û di afirandina qadên geşepêdanê û pêşxistina sektorên tenduristî, perwerde û jîngehê de têne temsîl kirin. Gelek femînîstan, bi rêya hevpeyvînên radyoyê û li ser medyaya civakî, ev mijar weke binpêkirina rûmeta jinan û teşwîqkirina lêdana destkeftiyên cihêreng ên tevgera femînîst a bi dehsalan berê hatine bi destxistin nirxandin.

"Her kesê ku fikra zewaca urfî pêş bixe dê bê cezakirin"

Seroka Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Radiya Jerbî jî di hevpeyvîneke radyoyê de nerazîbûna xwe li hember mijara zewaca urfî û binpêkirina rûmeta jinan anî ziman û wiha got: "Her kesê ku fikra zewaca urfî pêş bixe dê bê cezakirin."

"Zewaca urfî bingehên dewleta medenî xera dike"

Parêzer Emel Temallah hêrsa xwe ji derbasbûna van ramanan di drama Tûnisê de anî ziman û wiha got: "Ev mijarek metirsîdar e. Zewaca urfî binpêkirineke yasayî ye. Awayê ku di fîlm de fikra bi vî rengî hate pêşkêş kirin dê bibe sedema zêdebûna zewaca urfî, ku bingehên dewleta medenî xera dike, bandorê li hevgirtina civakê dike û li rûmeta jinên ku ji serxwebûnê ve û heta niha li dijî van fikrên paşverû têkoşîn dane meşandin, dike. Ez bang li rayedarên pêwendîdar dikim ku bi rêyên zanistî ve pirsgirêkê çareser bikin."

"zewaca urfî li gorî Qanûna Rewşa Kesane sûc e"

Partiya Destûra Bingehîn a Azad daxuyaniyek belav kir û tê de mijara zewaca urfî li Tûnisê şermezar kir, ku zewaca urfî li gorî Qanûna Rewşa Kesane sûc e û sûcdarên wê bi cezayê girtîgehê tên cezakirin. Partiya Destûra Bingehîn a Azad ji bo parastina rûmet û destkeftiyên jinan banga hişyriyê kir.