‘Fikrên Rêber Ocalan riya aştî û aramiyê nîşanî me dan’
Jinên ji bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe îspat kirine û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Jinên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û diyar kirin ku deng û ramanên Abdullah Ocalan her dem ji bo têkoşîna jinan, rûmet û wekheviyê çavkaniya îlhamê ye.
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Foziyê Hiso diyar kir ku azadiya jinan, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di zagonên cîhanê de kesek ku temenê xwe bighîje 70 salî divê ji zîndanê were berdan. Hemû pêkhate li ser ola xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo serbilind dibin. Weke jin em aştî û aramiyê ji fikrên Rêber Apo hîn bûn.”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya Rojhilata Navîn e’
Foziyê Hiso da zanîn ku hê dewleta Tirk ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gaveke cidî neavêtiye û wiha got: “Rêber Apo ji bo azadiya cîhanê, ji bo biratiya gelan û ji bo sekinandina xwînê gelek têkoşiya. Gelek dewlet bi fikrên Rêber Apo yên ji bo azadî û aramiyê îqna bûne lê dewleta Tirkiyeyê hê jî îqna nebûye û gavên cidî navêje. Ji ber ku azadiya Rêber Apo û aştiyê naxwaze. Rêber Apo pêwîst e li cihekî bi aştî û aramî bijî, ne di zîndanê de. Rêber Apo dibêje 'Em ne aşiqê xwînê ne em aşiqê azadiyê û aştiyê ne. Çete dixwazin derbasî sînorê me bibin lê em weke jin û dayîkên şehîdan qebûl nakin'. Azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata Navîn e, heta Rêber Apo azad nebe jin tu car azad nabin.”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e’
Rêvebera Meclîsa taxa Enteriyê Hindirîn Selîm destnîşan kir ku azadiya jinan ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji bo aştiyê û aramiyê banga feshkirina PKK`ê kir lê hê jî tecrîd li ser Rêber Apo berdewam dike. Cîhan tevahî derdikevin û bang dikin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e, Rêber Apo got ku 'Şoreşa Rojava bi piştgiriya jinan hat lidarxistin'. Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û bi pêş ketin. Gelek derfet da jinan. Em jî weke jin soz didin ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin û heta Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin.”
‘Rêber Apo azadiya jinan da pêş’
Hevseroka Komîna Şehîd Seydo Hefîsa Hisên jî anî ziman ku jinên Rojava bi fikir û felsefeya Rêber Apo bûne xwedî îrade û wiha got: “Beriya Şoreşa Rojava jinan gelek zor, zehmetî, destdirêjî û tundî kişandin û nikaribûn kar û xebat bikin, ji ber rejîma Baasê nedihişt. Piştî Şoreşa Rojava ku 14 sal in didome û bi piştgiriya jinan, gelek tişt hatin guhertin. Rêber Apo ji bo aştiyê û aramiyê banga feshkirina PKK`ê kir. Em banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk li hemû pêkhateyan pîroz dikin. Cîhan tevahî behsa jinên Rojava dike, ji ber ku weke jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe îspat û birêxistin kiriye. Azadiya Rêber Apo jî, azadiya jinan e.”