Fezlekeya rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz di rojeva meclisê de ye

Fezlekeya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê li Desteya Giştî ya Meclisê were nîqaşkirin.

Enqere-Rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê îro li Desteya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin.

Komîsyona Têkel a ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê pêk tê 8 meh berê jî biryara rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz dabûn. Ji bo pêvajoya rakirina parêzbendiyê temam bibe divê ji bo biryara Komîsyona Têkel li Desteya Giştî ya Meclisê deng werin dayîn. Beriya dengdanê mafê parlamenteran heye ku parastina xwe bikin.

151 deng têr dike

Li Desteya Giştî ya Meclisê ji bo dengdanê 151 deng têr dikin. Ji bo her parlamenterê wê dengdan cuda bê kirin. Heke biryara rakirina parêzbendiyê derkeve dê pêşî li darizandina Salîha Aydeniz  vebibe. Di pêvajoya darizandinê de wê erka xwe berdewam bike. Di encama darizandinê de ger der barê parlamenter de ceza were diyarkirin, wê rakirina parezbendiyê bibe mijar.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz dema ku daxuyanî dabû ji ber ku mudexeleyê polîsê ku xwestiye wê asteng bike kiriye, bi hinceta ‘mudaxeleyê polîsan kiriye’ der barê wê de fezleke hatibû amadekirin.