Festîvala Hinar û Payîzê: Helebce bi hinaran û keda jinan dixemile

Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê di 30’ê Cotmehê de destpê dike. Rêvebera Çandiniya Helebceyê Çiya Qasim dibêje: “Ev nêzî sê mehan e em amadekarî dikin û ji sedî 99, jinên destrengîn dê beşdarî mihrîcanê bibin.”

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Parêzgeha Helebceyê di werza payîzê de bi hinar, gûz û berhemên xwe yên xwemalî bi nav û deng e. Cotkar û baxçevan girîngiyê didin berhemên xwe û hewl didin bi riya mihrîcanan berhemên xwe bidin nasîn. Li Helebceyê her sal Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebceyê tê lidarxistin û ji bo mihrîcana îsal nêzî sê mehan e Rêveberiya Parêzgeha Helebceyê, Rêveberiya Çandiniyê û Rêveberiya Geştûguzariyê ya Helebceyê amadekarî dikin.

Îsal Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebceyê dê di 30’ê Cotmehê de li parka bajarê Helebceyê dest pê bike û gelek berhemên navxweyî tê de bên nasandin, zêdeyî 500 xelat diyarî bidin xwediyên karan.

‘Amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin’

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Çandiniya Helebceyê Çiya Qasim ji ajansa me re axivî û diyar kir ku sê meh in amadekariyên wan didomin, ber bi dawiyê ve diçin û wiha behsa girîngiya mihrîcanê kir: “Ev mihrîcana duyem a mezin piştî salvegera aşûre ye ku li Helebceyê tê lidarxistin. Armanca me ew e ku ev mihrîcan bibe sedema kêfxweşiya kesên tên serdanê. Qonaxên amadekariyê bi dawî dibin û ji sedî 50 û 60 beşdar dê jin bin. Jin bi berhemên ku bi keda destên xwe amade dikin û berhemên xwemalî di mihrîcanan de bûn xwedî derfeta kar.”

‘Ji sedî 99 jinên destrengîn dê beşdarî mihrîcanê bibin’

Çiya Qasim têkildarî beşdariya jinên destrengîn di mihrîcanê de wiha got: “Em gelek kêfxweş dibin dema hejmara beşdarên jin zêde dibe. Çalakiyên me rengîn in û jinan hewl dane çalakiyan rengîn li dar bixin, girîngiyê bidin çanda civakê, çanda herêma me biparêzin. Bi govend û lîstikên gelêrî, stran û çalakiyên cihêreng ên çandî ji çar aliyên Kurdistanê beşdar dê cih bigrin li Helebce û êdî mihrîcanê sînorê Helebceyê derbas kiriye, ber bi navnetewîbûnê ve diçe.”

‘Daxwaza me ew e ku hemwelatî wesaîydan kêmtir bi kar bînin’

Çiya Qasim ji bo ku çûnhatina qada mihrîcanê baştir bibe wiha got: “Daxwaza me ji xelkê Helebceyê ew e ku wesayîdan kêmtir bi kar bînin û çend mal bibin yek, bi hev re beşdar bibin, da ku astengiyên hatin û çûyînê nemînin. Her wiha li hemberî mêvanan dil û deriyên xwe vekirî bihêlin. Helebceyî mêvanperwer in û her dem dixwazin geştiyar demek xweş derbas bikin.”