Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn Xelef dengê li dijî nefretê bû

Bi boneya 6’emîn salvegera şehadeta şoreşger Hevrîn Xelef, li bajarê Reqayê "Festîvala Aştiyê ya Hevrîn" hate li darxistin.

Reqa – Bi boneya 6’emîn salvegera şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de, partiyê îro li Hola El Erd El Seîda li Reqayê "Festîvala Aştiyê ya Hevrîn" li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî, siyasî û sivîl, û endamên rêxistinên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Di festîvala ku ji aliyê Partiya Sûriyeya Pêşerojê hate li dar xistin de, ji bo bibîranîna Hevrîn Xelef sînevîzyonek hate pêşkêşkirin û piştre jî nûnerên saziyên axaftinan pêşkêş bikin.

‘Qatilên Hevrînê di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de cih girtine’

Di festîvalê de hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko axivî û got, nêrînên Hevrîn Xelef hîna di dilên kesên ku wê nas kirine, lê dide û ji kesên ku wê nedîtine jî bûne îlham. Kewser Doko, diyar kir ku kujerên Hevrîn Xelef heman kesên ku li perava Sûriyeyê û Suweydayê jinan qetil dikin ne û got, ev kiryar berdewama hişmendiya despotîk e ku bi dehên salan Sûriyeyê bi rêve biriye.

Kewser Doko, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Qatilên Hevrînê di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de cih girtine. Ev yek berdewama wê zihniyetê ye ku azadiya jinan wekî xetereyê dibînin. Dewleta Tirk wan koman wekî alavekê ji bo lawazkirina Sûriyeyê bi kar tîne da ku Sûriyeyê bi rêbazên tundî, tirs, ne bi qanûnê were birêvebirin.”

‘Hevrîn Xelef dengê li dijî nefretê bû’

Kewser Doko di dewama axaftina xwe de behsa rola Hevrîn Xelef di xebata siyasî de kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Hevrîn Xelef ne tenê rêvebereke partiyê bû, di heman demê de rûyek nû yê jinan di siyasetê de bû. Dengê li dijî nefretê bû. Di wê baweriyê de bû ku jiyana hevbeş a di navbera gel, ol û baweriyan de bingeha avakirina siberojeke adilane ye."

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Keswer Doko, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê şopdarên rêya şehîdan bin û ji bo pêkanîna azadiya jinan û edaleta civakî banga domandina têkoşînê kir.

‘Hevrîn Xelef dengeke nîştimanî ye’

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî axivî û ev tişt anî ziman "Hevrîn Xelef dengeke nîştimanî ye. Di wijdanê xwe de xema welat û hêviyên Sûriyeyan a welatekî adilane û hemû gelê wê hilgirtibû. Di wê baweriyê de bû ku çareserî ne bi çekan û ne jî bi parçebûnê, lê bi diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareser dibe."

Leyla Qereman, di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Hevrîn ne tenê rêvebereke siyasî bû, lê belê sembola têkoşîna demokasiyê bû û got: "Dema Partiya Sûriyeya Pêşerojê di Adara 2018’an de hat damezirandin, ne partiyeke siyasî tenê bû, lê belê tevgereke zanistî û nîştimanî da destpêkirin ku bi bawerî û hemwelatîbûnê bawer e."

‘Qetilkirina Hevrînê ne qetilkirina şexsekê bû’

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cemîla Mihemed jî axivî û got, "Hevrîn ne tenê siyasetmendar û çalakvanek bû, lê belê dengê mezlûman bû, dayika aştî û azadiyê bû, sembola jina têkoşer a ku ji bo rûmeta gelê xwe tê dikoşe.

Cemîla Mihemed, bi domdarî got: "Qetilkirina Hevrînê ne qetilkirina şexsekê bû, lê hewldanek ji bo bêdengkirina ramanê bû."

Festîval, bi pêşkêşkirina plaketên ji bo bîranîna Hevrîn Xelef bi dawî bû. Mîna her sal, îsal jî ji bo bîranîna Hevîn Xelf xelatek taybet hate dayîn.