Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Em ji çareseriyê re amade ne

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku li Sûriyeyê pêvajoyeke leşkerî û siyasî ya nû derketiye holê û ji çareseriyê re amade ne. Fermandariyê diyar kir ku şerê HTŞ'ê ne di rojeva wan de ye, lê ew ê gel li hemberî hemû êrîşan biparêzin.

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî bûyerên dawî daxuyaniyekê li bajarê Hesekê dide. Daxuyanî bi amadebûna fermandarê giştî yê QSDˈê Mazlûm Ebdî û fermandara YPJˈê Rohilat Efrîn tê dayîn.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevgereke çeteyên DAÎŞˈê çolistana Sûriyeyê (Badiye) heye û got: "Em ji gelê xwe yê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê re dibêjin bila dilê we rehet be; QSD amade ye tevahî gelên herêmê biparêze. Em ji tevahî gelê herêmê dixwazin ku li dora QSDˈê kom bibin."

Mazlûm Ebdî da zanîn ku li Sûriyeyê geşedanên nû hene û hêzên hikumeta Şamê ji nişka ve hilweşiyane û wiha pê de çû: "Rewşa heyî ya li Sûriyeyê tevgereke bilez a ji bo parastina sivîlan û sepandina ewlehiya herêmên bakur û rojhilat neçar dike."

Mazlûm Ebdî got QSDˈê ji bo rizgarkirina sivîlên li gundewarên Helebê korîdoreke mirovî vekir û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî beşeke mezin a niştecihan ji Til Rifet û Şehbayê derxistin û hewldanên wan ên derxistina şêniyên din hene.

Têkildarî taxên Kurdan ên li Helebê jî Mazlûm Ebdî diyar kir ku nêzî 250 hezar kes li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene û di xetere û dorpêçê de ne û got: "Hêzên me yên xwecih ên ji xelkê taxê li wir hene. Ev hêz bi qehremanî gelê me diparêzin û heya vê demê jî di çeperên xwe de parastinê dikin. Em dixwazin pirsgirêka taxên Kurdan ên li Helebê bi rêya diyalogan a di çarçoveya ku xelkê me li wir bimîne û nasnameya xwe ya kurdî biparêze û li Heleba nû de cihê xwe bigire, were çareserkirin. Hewldanên me yên ji bo çareserkirina vê yekê jî hene."

Mazlûm Ebdî bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî kantona Minbicê û wiha domand, "Li hemberî van gef û êrîşan ev 4 sal e me tedbîrên xwe girtine. Hêza me ya parastinê têrê dike. Erka me parastina herêmê me. Em dixwazin bi rêya diyalogan pirsgirêkan bi Tirkiye re çareser bikin. Ji bo tesnyon dakeve hewldanên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî hene."

Fermandarê Giştî yên QSDˈê derbarê rewşa li bejahiya Reqa û Dêrazorê de jî diyar kir ku piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê tevgerên çeteyên DAÎŞˈê li wir derketin û got: "Divê em herêmên Dêrazor, Tebqa û Reqa ji êrîşên DAÎŞˈê biparêzin. Li hemberî xetereya çeteyên DAÎŞˈê li herêmê, hewldanên me bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hene."

Mazlûm Ebdî diyar kir ku geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara navneteweyî ya 2254ˈan pêwîst dike.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî nîqaşên wan bi Heyet Tehrîr El Şam re hene û got: "Heya niha şer di navbera hêzên me û Heyet Tehrîr El Şam de çênebûye. Em dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşan dûr bixin. "

Ebdî da zanîn ku têkildarî geşdanên dawîn de têkiliyên wan bi hemû aliyan re û Iraq jî di nav de hene.

Fermandara YPJˈê Rohilat Efrîn jî got, Tirkiye serkêşiya van êrîşan dike û diyar kir ku YPJˈê dê parastina gel bidomîne, Hêza Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Yekîneya Şehîd Avesta Xabûr û Yekîneya Şehîd Jiyan Tohildan li eniyên pêş in.

Rohilat Efrîn anî ziman ew ê hemû hewldanan bikin heya şervanên êsîr ketine destê çeteyan rizgar bikin.