Fermandara YPJ’ê û şoreşger Zozan li Hesekê hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Bajarê Hesekê bi merasîmeke bi heybet pêşenga şoreşa jinan Zozan Hesekê oxir kirin.

Hesekê – Gelê Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe bi merasîmek bi heybet fermandara YPJ’ê û şoreşger Zozan Hesekê li Goristana Şehîd Medya û Dijwar oxir kir. Endam û Rêveberên Saziyên Civaka Sivîl, YPJ’ê Partiyên Siyasî û dost û rêhevalên Zozan Hesekê di merasîmê de amade bûn.

Munever Fatimê bi nasnav Zozan Hesekê di sala 1970’an de li bajarê Hesekê ji dayik bû. Zozan Hesekê di sala 1990’î de ji bajarê Hesekê tevli refên şoreşa azadiya Kurdistanê dibe. Bi vê tevlibûnê bû pêşenga şoreşê. Di destpêka şoreşa Rojava de bi taybetî li hemberî êrişên DAIŞ’ê, berê xwe da şoreşa Rojava. Li Kobanê, Hesekê, Serêkaniyê û Dêrazorê erkên xwe yên pêşengiya şoreşê kir. Di têkoşîna 34 salan de xwe bi civakê û nirxên şoreşê re kir yek û di pêşxistina zanista jinan a di qada perwerdeyê de bû pêşeng. Zozan Hesekê di 2’yê Nîsana 2024’an de dema li ser erka xwe bû jiyana xwe ji dest da.

‘Em li ser riya wê ne’

Merasîm bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Elî axivî, sersaxî ji malbata Zozan Hesekê ve xwest û wiha got: “Şehîd Zozan di nava malbateke welatparêz û têkoşer de mezin bû, ji malbatek welatparêz bû bi dehan şehîdên wan hene. Şehîd Zozan riya azadiyê ji salên 90’î ve hilbijart, ji ciwantiya xwe ve heya 34 salan têkoşînek mezin li dijî zilim, desthilatdarî, zihniyeta baviksalarî û koletiya jinan da meşandin. Şehadeta wê ji bo me hêz e. Wê şopa şehîd Zîlan, Sakîne û Bêrîtanan da meşandin em jî li ser vê riyê ne.”

Pêşenga şoreşa jin

Piştre endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha axaftina xwe domand: “34 salan şehîd Zozan ji bo azadiya civakê û welatê xwe berxwedaniyek mezin da meşandin. Şehîd Zozan ji bo xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng e. Her dem ji bo têkoşîn û azadiya jinan di nava tevgerê de bû. Azadiya jinan ji bo wê bingeh bû. Li ser vê esasê kar û xebatên xwe bi hezkirin û dildariyek mezin dida meşandin.”

‘Ji bo guhertina hişmendiyê erkek mezin dabû ser milên xwe’

Paşê li ser navê Kongra Star Laleşîn Abdullah axivî û got: “Şehîd Zozan di şerê rizgarkirina Kobanê de ji li dijî çeteyên DAIŞ’ê tekoşîn da meşandin. Di qada perwerdeyê de xwedî rol û misyon bû. Ji bo guhertina hişmendiya mêr erkekî sereke dabû ser milên xwe. Dixwest civaka xwe ji hişmendiya tarîtiyê xelas bike û bi zanista jinên azad civakê birêve bibe û bide meşandin. Ji bo wê em weke Kongra Star şopdarên riya wê ne û ji bo malbatê sersaxiyê dixwazin.”

Li ser navê malbata Zozan Hesekê Salih Enter Fatmê jî wiha got: “Şehîd Zozan xwedî kesayetek bi hêz bû, ne tenê di dilê malbata xwe de hezkirinê da avakirin di nava civakê de bi nav û deng bû. Em sersaxiyê ji civaka xwe re dixwazin û em ê li ser şopa wê bin heya dawî.”

Şoreşger Zozan Hesekê bi dirûşma “Şehîd Namirin” û bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.