Fermandara Gişti ya YPJ’ê Newroz Ehmed: YPJ’ê rengê xwe di şer de diyar kir (2)
Fermandara Gişti ya YPJ’ê Newroz Ehmed di beşa dawî ya hevpeyîvînê de bal kişand ser guherînên bi YPJ’ê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine çêkirin û wiha got: “Her ku çû jinan xwe guherand pê re derdora xwe û malbata xwe jî guherandin. Êdî li ser bingeha rêzdarî û hezkirinê pêwendî bi pêş ketin. Nêzîkatiya li hemberî dayika xwe heta malbat û hevalên xwe guherî û hîn zêdetir bi rêzdarî nêz bûn, vê jî bandor da çêkirin. Li ser bingeha fikrên azad têkilî pêş ketin. Gelek pêşketin çêbûn û gavên girîng hatin avêtin.”

NEWROZ XOCE
Qamişlo – Beşa duyem a hevpeyîvîna bi Fermandara Gişti ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed re li ser guherînên hêzên wan weke YPJ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane çêkirin û bandora wê li ser deverên nû ji destê çeteyên DAIŞ’ê dihatin rizgarkirin nirxandin kir.
Li gelek deverên cîhanê yekîneyên jinan hatin avakirin lê nikaribûn ji bin bandora pergalê derkevin wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hûn çawa dikaribûn xwe ji ketina nava vê çerxê dûr bigrin?
Em dixwazin sedema cudabûna hêzên me yên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê jî bînin ziman. Sedema cudabûna me ji hêzên leşkerî ne ji bo ku bibin serdest û hinekên din têxin bin desthilatdariya xwe bû. Ji bo hebûna xwe bidin nîşandan û parastina xwe bû. Ne ji bo wekî pîşeyek ku em bibêjin bila em jî hebin, yan jî weke macerayekê em jî dixwazin tê de cih bigrin. Ji bo em hebûna xwe bidin nîşandan û li kêleka hêzên heyî xwe bi rêxistin bikin. Em bi rengê xwe di şer de cih digrin û hebûna xwe nîşan didin.
Li hinek deverên cîhanê generalên jin hê nû tên dîtin, bi rengê hinek din xuya dikin, ne bi rengê xwe ne kesan, ne rêxistinkirî ne. Hem jî weke ku diyariyek bidin hinek wê peywirê didin wan. Dibe ku bi keda mezin û xwendinê hatibin wê astê em rêz ji wê keda wan re digrin. Ger nebin rêxistin, yek bi yek mayîna wekî kes têr nake.
Em tiştên wiha naxwazin, dixwazin bi rengê xwe hebin. Ger ku em bedel didin hewce ye di her cihî de hebûna xwe jî bidin dîtin. Jin ne wekî kesayet bi rêxistinbûna xwe tevli giştî dibe. Dibe ku rastiya civaka me ev dabe pêşiya me ku bi rêxistinbûn tevli şer bibin. Ne hêsan şikandina wan qaliban û ketina şer. Destpêkê bi xwe re paşê jî bi derdorê re, civaka di navê de û paşê jî bi hêzên ku pê re şer dikin re helwesta xwe nîşan dide û têdikoşe. Dema em dinêrin, dibînin ku çawa dinyayek xapînok dane avakirin û weke rastiyekê bi me dane pejirandin. Bêguman derbasbûna van hemûyan bi zor û zehmet hat çêkirin. Gelek hêzên din derketin li gelek welatan bihara gelan dest pê kir. Me dît jinan tê de cih girtin, careke din bi navê şoreşê dan tefandin û bêbandorkirin. Ne tenê jinan gelan jî wisa kirin.
Di nava hêzên me de jinan seyra gelek tiştan dan guhertin. Beşdarbûna jinan bû sedem ku xeta me ya şer cuda bibe. Ji ber şerek piralî hewce dike û pêdivî bi zanebûnê heye. Dibe ku çek di destên me de ne û em hinekan dikujin. Divê were were famkirin em çima çek digirin çima yên li beramberî xwe dikujin. Ji bo ku xwe biparêzin derdora xwe biparêzin hewce ye şer bikî. Ne ji ber ku em ji kuştinê hez dikin. Di vê mijarê de exlaqê me yê şer jî pir cuda ye. Hêzên ku li hemberî me şer dikin, jin, zarokan hedef digirin, cihên ku hewce ye êrîş li ser neyê kirin êrîş dikin ser deverên weke dibistan, nexweşxane û bajar hemû tên hedefgirtin. Jixwe ya ku me ji hêzên din cuda dike û di nava civakê de da pejirandin jî ev bû.
YPJ’ê bandorek çawa li guhertina şerê li Sûriyeyê kiriye? Gelo ji bo armanca stûna şoreşê ya ku bi aliyê tu partiyên cuda ve neçû û neket bin kontrola rêxistinên şerxwaz an ên ku ji bo berjewendiyên dewletên derve kar dikirin bû?
Dema ku em diçin herêmekê azad jî dikin em însyatîfê didin destên wan welatiyan, ne ji bo ku em desthilatdariya xwe li ser wan bidin çêkirin. Nîşandana nakokiyên weke hinek baş, hinek xirab, hinek misilman hinek kafir, hinek bihêz hinek bêhêz û çêkirina hişmendiyek wiha hebû. Bi vê hişmendiyê DAIŞ dan avakirin û gelek komên din derketin, her roj xwe difirotin hinekan û ji bo hinekên din şer dikirin.
Hêza me ji bo civakê çêbû û ji bo civakê kir, her tim ev di pêş de bû. Me hêza xwe ji nava xwe girt, tu carî me pişta xwe neda derve. Hinek tifaqên me ji bo şer bi hêzên derve re çêbûn, ew ji bo em xizmeta hinekên din bikin nebû. Heta niha jî ya ku me li ser piyan hişt û ji hêzên din cuda kir ya ku me ji bo gelê xwe kir û hêza xwe ji gelê xwe girt. Di hemû van pêvajoyên şoreşê de gel bi hemû pêkhateyên xwe di nav de bûn. Zarok, jin, ciwan, kal û pîr her kes di nav de bû. Ji ber her kes li gorî hêza xwe ji bo xwe dike ne ji bo hinekên din. Ev bi zorê nehatiye kirin û heta niha jî bi zorê nebûye. Ji ber em di nava civakê de û ji bo civakê dikin. Hêzên ku benê xwe dane destên hêzên derve rewşa wan diyar e çawa dixwazin wan wiha bi rê ve dibin.
Bi mantiqa tolhildanê em neketin rê, ji bo ku em tolê ji mêr, pergalê û heta hêzên êrîşî me dikin bigirin neketine şer. Li hemberî êrîşkarên herî hov em ê çawa karibin xwe biparêzin, em wiha nêz dibin. Ev hemû xalên girîng bûn, bêguman ên herî zêde di van xalan de rol lîstin jin bûn. Pergala heyî ya xweseriya demokratîk ji bo jiyana bi hev re ya hemû pêkhateyan xaleke girîng bû, me hêza xwe ji vê xalê girtiye.
Şerkirina li herêmên ku piraniya xelkê wê Ereb in wekî herêma Dêrazor û Reqayê hinekî cuda ye, xelkên herêmê çawa şervanên YPJ'ê pêşwazî kirin û YPJ'ê çawa karibû zîhniyeta eşîrî li wan deveran biguherîne?
Tiştên ku me li jorê ji bo civaka Kurd gotin di nava civaka Ereban de hîn zêdetir hişk bû, ji ber mantiqê eşîrî û feodal hîn zêdetir bi wan re li pêş e. Bi taybetî li van herêmên DAIŞ tê de bi hêz bû bi mantiqa civakê parçe bike û têxe bin destên xwe tevdigeriyan. Dema em nû ketin van deveran em pir nas nedikirin û nedizanîn em kî ne, tenê dizanibûn em hêzên demokratîk in. Ev jî girîng bû û zû bawerî da çêkirin. Destpêkê ji ber tiştên nebaş ku berê der barê me de ji wan re hatine gotin, bi baldarî dinêrîn. Herî zêde me dît ku civakek tiyê azadiyê ye, herî zêde jî me ev bi jinan re dît, bi zimanek pir xwezayî ji wî cilê reş ê li ser xwe re digot me çawa tune dike, çawa mêjî û ruh di jinan de nahêle. Bi hesret û kîn wî cilê reş qetandin, bi hesreta lixwekirina cilek rengîn bûn.
Dema di nava hêzên me de jinan didîtin zêdetir bi bandor dibûn. Destpêkê difikirîn jin tenê bi şeklî di nava hêzan de cih digrin. Ji bo propagandayê, li gel wê jî hema çawa çavên wan bi jinekê diket weke gulekê vedibû. Wekî axa ji tîbûnê ziwa bûbe û bi carekê re avê berdî ser wisa şîn dibû. Bi taybetî dema fermandarên yekîneyên YPJ’ê bi çek û cilên xwe, hêzên xwe bi rê ve dibirin, jinên li ser çekên giran, li ser wesayîdên leşkerî li wan xwedî derdiketin dibirin û danîn hîn zêdetir bandor dikir. Destpêkê dema ji dûr ve didîtin bi bandor dibûn, paşê dema vê hêza jinan di hemû xebatê de didît mêr nikaribûn pêşiyê bigrin, dihatin tevli hêzên me dibûn. Bi awayek xwezayî bi pêş ket, ne ku plankirî bû, rastiya hêz û rengê jinan dîtin û pê bi bandor bûn. Wan jî wekî pêdiviyek xwe didîtin ji bo wê ji dil dixwestin. Ji bo wan jî gavek nû ye, çawa di malê de hatine girtin û nikarin derkevin derveyî malê niha dikarin bên tevli hêzê bibin.
Berî em biçin herêma wan, gazî dikirin û dixwestin em biçin wan herêman ji bo ku bikarin bên tevli hêzên me bibin. Rastiya civakên me pir ji hev ne dûr e, dibe ku hinek hişktir hinek nermtir be lê pir cudahî di navê de tune ye. Ji ber wê jî weke pêdiviyek xwezayî derketina derve û ketina nava xebatan dibînin. Me ev dît û hîs kir, ji bo wê jî tevlibûna jinan girîng e. Bi zorê nebû, heta me carna tevlibûna hinekan asteng dikir, me digot ji malbatên xwe re bêjin paşê yan jî hûn biçûk in hinek mezin bibin paşê digotin em ji zûde li bendê bûn me nedizanî çawa xwe bigihînin we. Hinekan jî digotin ji me re cuda qala we kirine, me nedizanî hûn wiha ne. Vê yekê hişt ku şoreşa jinan hîn berfirehtir bibe, pê re erk û berpirsyariyên me jî zêdetir bibin. Ji ber ku me ji civaka Kurd dest pê kir, paşê em gihîştin pêkhateyên din û herêmên din me rizgar kirin. Ji bo ku Sûriyeya demokratîk bê avakirin û hemû pêkhate tê de xwedî maf bin, diviyabû jin pêşeng bin. Êdî kes nikare jinan, vîna wan û mafên wan înkar bike. Hewce ye jin jî vê bidin dîtin û li her derê hebin. Ev mijarek têkoşîna demdirêj e.
Yekîneyên Parastin Jin YPJ ne tenê hêzeke ku tenê şer bike, hêzek e li hemberî zîhniyeta mêr a serdest û adet û teqalidên bertekdar ku mafan binpê dike disekine heya niha çi qezenc kiriye ?
Destpêkê xebatên me bi rêxistinkirina YPJ’ê dest pê kirin. Çawa ku em di nava civakê de li hemberî pergala desthilatdariya mêr têkoşiyan, di nava hêzên leşkerî de jî me li hemberî hişmendiya mêr a ku hîna ji wê ferasetê baş nehatiye xelaskirin şer kir. Ev jî bi hêza jinan û tevlibûnên zêde çêbû. Her ku çû jinan xwe guherand pê re derdora xwe û malbata xwe jî guherandin. Êdî li ser bingeha rêzdarî û hezkirinê pêwendî bi pêş ketin. Nêzîkatiya li hemberî dayika xwe heta malbat û hevalên xwe guherî û hîn zêdetir bi rêzdarî nêz bûn, vê jî bandor da çêkirin. Li ser bingeha fikrên azad têkilî pêş ketin. Gelek pêşketin çêbûn û gavên girîng hatin avêtin. Ev ji bo tevahiya Sûriyeyê girîng e lê bi demek kin re nayê derbaskirin û ne hêsan e. Wekî jin jî hinek caran mirov li hemberî hinek zehmetiyan kêm dimînin, her ku em zoriyan derbas dikin bihêz dibin û zêdetir pêşve diçin.
Hîna yên dixwazin feraseta mêrê serdest li ser jinan ferz bikin hene. Herî dawî qetilkirina Seda û Hind, Hevrîn Xelef û gelek dinê. Ne tenê li herêma me, li dinyayê jî wiha ye, kî hinek derkeve ji derveyî edet û teqalîdan dibin hedef. Ger em bêjin me hemû derbas kiriye xwe xapandine hîna têkoşînek demdirêj lazim e. Hîna aliyên kêm hene, tenê şeklî hevserok bûn, fermandar bûn na divê bi rastî jî hebûna xwe bide dîtin lazim e. Ji ber ku yên dixwazin me di sînorê teng de bihêlin hene, yên ku hîna me biçûk dibînin û wekî ku baş difikire nêz dibe hene. Ji bo wê jî şoreşa civakî lazim e. Wekî YPJ jî ji bo em hebin jî hewce ye em vê bikin. Hem malbat, hem derdor û ji derve jî hîna bi rengê cuda nêz bûn hene. Li hemberî wê têkoşîn hê lazim e. Divê xebatên me şeklî nebe, divê cewherî û bi naverok be. Ger civak bi tevahî azad nebe nabe, em herêma xwe tenê azad bikin û derdorê bihêlin dê êrîşên cuda hebin û hewl bidin me di nava xwe de bihelînin ji bo wê jî têkoşînek piralî lazim e.
Dema jin radibin ji bo ku bidin sekinandin hinek mafan didin, ên jinê dikujin demekê ceza dikin cardin berdidin bi hinek tiştên biçuk dixwazin me bixapînin. Pergal naxwaze jin bi hêza xwe bêje ez heme. Yên li hemberî van nêzîkatiyan hewldanên jinan li her derê hene, di 8’ê Adarê de me dît çawa bû. Her sala diçe têkoşîn mezin dibe, li beranberî wê kuştinên jinan jî zêde dibe. Ger her kes bi nasnameya xwe bêje ez heme, dê tu pergal nikaribe xwe li ser me ferq bike. Ji bo wê ev têkoşîna bi zehmetî tê dayîn û parçe dimîne hîn zêdetir kirina yek lazim e. Ji bo ku em sînoran rakin têbikoşin û li hemberî pergalan bisekinin pêdivî bi yekgirtina hêza jinan heye. Ji bo em sedsala 21’ê bikin sedsala jinan hewcehî bi yekgirtinê heye. Ji destpêka salê ve ev diyar bû û me dît. Ji ber tiştê tê serê jinan li her derê heman e, li hinek cihan nermtir li hinek cihan hişktir tê dîtin lê heman in. Ji bo wê jî ferqa wan nîn e li her derê heman e. Hewce ye em bi jinên li cihên cuda re bibin yek û bi hev re têbikoşin. Hinek caran pergal hewl dide me li hemberî hev rake, hewce ye em li hemberî van şiyar bin.
Gotina dawî ya hûn ji bo jinên Bakur, Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û jinên cîhanê di bîranîna salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin de bibêjin?
Di serî de yên ku bûn sedem em bên van rojan û têkoşîn bigihîje vê astê, fikrên azadiyê ji bo me hiştin û diyarî civakê û bi taybetî jinan kirin şehîdên qehreman in, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de jinên vê herêmê yên em bi hev re têkoşiyan, dibe ku qadên me cuda bûn hinekan di siyasetê de hinekan di qadên cuda de lê têkoşîna me heman bû. Yên ku hebûna xwe biparêzin em bi xwe ne, di serî de jin in ji bo em ji xwe re bikin girîng e di xebatan de ch bigrin. Çima jinên di meclisên sivîl de hedef digirin, ji bo tirsê bidin avakirin û jinan ji xebatê dûr bixin wiha dikin. Di serî de jinên vê herêmê yên em bi hev re têkoşiyan di serî de dayikên wekî Dayê Eqîde û gelek dayikên din ên pêşengî kirin û hedef hatin girtin. Ji bo ku vê şoreşê bitefînin ew hedef girtin. Ji bo pêşerojek azad hîn zêdetir em xwedî li keda xwe derkevin û hîn zêdetir xwe zana bikin. Divê hev biçûk nebînin û bi hev re bibin alîkar. Hewce ye em di wê zanabûnê de bin em vê ji bo hemû cîhanê dikin. Em bêjin ji bo guherîna cîhanê ev tiştek ji xwe mezintir e lê dibe ku em bandor li gelek cihan bikin. Di serî de 8’ê Adarê, jinan peyamên girîng dan û ev gelek girîng bû. Bila reng û nasnameyên me cuda bin lê bila têkoşîna me yek be. Bangawaziya min ji bo hemû jinên cîhanê ew e ku em têkoşîna xwe bigihîjînin hev û di pergalê de cihê xwe bigrin û li azadiya xwe xwedî derkevin. Li ser vî bingehî em ji hemû jinên têkoşer re serkeftinê dixwazin.
Qediya…