Fermana Şengalê li Mexmûrê hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna cangoriyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê bîranînek hate lidarxistin.

Mexmûr – Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li ser gelê Êzîdî fermanek pêk anîn. Di vê fermanê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û revandin. Her wiha bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin û firotin. Ji bo bîranîna van cangoriyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bîranînek hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, endama Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Helena Babat axaftinek kir.

‘Me ji bo hebûna xwe mezin berxwe da û gelek bedel dan’

Helena Babat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera fermana 3’yê Tebaxê û wiha got:

“Em destpêkê cangoriyên ku xwe ji bo gelê xwe feda kirine û navê xwe di dîrokê de nivîsandine bi dil û can bibîr tînin. Em wekî gelê Kurd her tim di nava şerekî man û nemanê de ne. Me ji bo hebûna xwe mezin berxwe da û gelek bedel dan. Pergalên heta roja me ya îro hatine, her tim xwestin gelê Kurd di bin qirkirinekê re derbas bikin. Di van salên dawî de, bi taybetî jî di 2014’an de, di bin navê komên çeteyan de xwestin vê yekê bikin û bi taybetî jî xwestin gelê Êzîdî bi qirkirinekê re rû bi rû bihêlin; ji ber ku gelê Êzîdî her tim bi îradeya xwe xwest çanda xwe û hebûna xwe biparêze.”

‘Bi saya hêza Tevgera Azadiyê gelê Êzîdî ji qirkirinê hate rizgarkirin’

Helena Babat di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola hêza parastinê ya Tevgera Azadiyê kir ku gelê Êzîdî ji qirkirinê xilas kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Di vir de du xet pêşketin. Yek, xeta Tevgera Azadiyê bû ku bi saya wê gelê Êzîdî ji qirkirinê hate rizgarkirin. Xeta din jî xeta PDK’ê û artêşa Iraqê bû ku bêyî fîşekekê biteqînin reviyan û gelê Êzîdî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Gelê Êzîdî hate qetilkirin û jin û zarok hatin revandin. Vê yekê jî di dîroka Êzîdiyan de birînên pir kûr û vekirî hiştin.”

Piştî axaftina vekirinê, belgefilma bi navê ‘Hêza’ ya ku li ser qetlîama Şengalê hatibû çêkirin, bi hestiyariyeke mezin ji aliyê gel ve hate temaşekirin.