Fermana 74’an li Şehbayê hat bibîr anîn

Ciwanên Êzdî yên Efrîn-Şehba bi boneya salvegera komkujiya Şengalê li kantona Şehbayê çalakiyek bîranînê li dar xistin.

Şehba – Bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiya Şengalê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de pêk hatiye, duh ciwanên Êzidî yên Efrîn-Şehba çalakiyek bîranînê li dar xistin. Çalakî li goristana pakrewanên azadiyê yên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehrez a Şehbayê hate li dar xistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre daxuyanî ji hêla endama Yekîtiya Êzidiyên Efrîn-Şehbayê Yesmîn Cindo ve hate xwendin.

Yesmîn Cindo wiha got: “Em weke ciwanên êzdî salvegera dehemîn ya qirkirina gelê şengalê di 3'ê Tebaxê de şermezar dikin û wê êşê bi gelê xwe yên şengalê re bi bîrtînin û em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku di fermana şengalê de jiyana xwe ji destdane û bûne mûma azadiyê ditewînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo îro di rihê ciwanên pêşerojê de hatiye çandin û bi hezaran berê xwe dane li hewara Şengalê û çeka xwe li hemberî dijmin dane şerkirin û axa pîroz rizgar kirin ji destê dijiminê qirêj DAIŞ’ê. Keç û xortên Êzidî li Şengalê hêza xwe ya leşkerî YPŞ/YJŞ'ê dan avakirin û tola jinên Êzidî li Reqayê rakirin. Di kesayeta hemû şehîdên doza azadiyê yên ku oxira xwe di vê şoreşê de dane, em banga hemû ciwanên xwe dikin ku li xeta şehîdên xwe derkevin û xasteka wan pêk bînin."

Piştre çalakî bi pêxistina findan li ser gorên pakrewanên azadiyê dawî bû.