Ferhunde Melîkzade di 7'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bîranîn
Jinên Afganî Ferhunde Melîkzade ku di 19'ê Adara 2015'an de bi awayekî hovane hatibû qetilkirin ji bîr nekirin, li ber busta ku ji bo bîranîna wê hatibû lêkirin daxuyanî dan û mûm pêxistin. Jinan gotin: "Em xwîna Ferhunde li erdê nahêlin."
BAHARİN LEHİB
Kabil – Li paytexta Afganîstan Kabîlê bi pêşengiya Partiya Piştevaniya Afganîstanê û jinan ji bo Ferhunde Melikzade ya 27 salî ku bi hinceta ‘Quran şewitandiye’ bi awayek wehşî hatibû qetilkirin çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîrdariya Ferhunde di sala yekem a kuştina Ferhunde Melîkzade de ji aliyê Partiya Hevgirtina Efxanistanê ve hatiye çêkirin. Jinên çalakger li ber Bîrdariya Ferhunde kulîlk danîn û mûm pêxistin.
“Em xwîna Ferhunde li erdê nahêlin”
Jinan bi hovane qetilkirina jinên Afgan şermezar kirin û gotin: "Em her sal ji bo bîranîna Ferhunde û bi awayê hovane qetilkirina Ferhunde li vir in." Ji jinan Nezira Mohammad got: “Weke her salê îsal jî ji bo tiştên hatin serê Ferhunde em hatin vêderê. Em ê xwîna Ferhunde li erdê nehêlin û yên ku ev tişt li wê kirine jî efû nakin.”
Nisme Ehmedî ku beşdarî merasîma bîranînê bû got, “Ferhunde bi komployeke mezin a navxweyî û derve hat qetilkirin. Ji bo bi hezaran jinên Afganî wek peyam hat hilbijartin û qetilkirin. Em ê ti carî wê û tişta lê hatî kirin ji bîr nekin.”
Çi qewimîbû?
Ferhunde Melîkzade 19’ê Adara 2015’an li bajarê Kabîlê yê Afganîstanê hat lînçkirin û qetilkirin. Bi îdiaya “Quran şewitandiye” ewil ji aliyê girseyê ve hat derbkirin, paşê bi wesayîtekê hatiye perçiqandin û piştre hatiye şewitandin. Di dema bûyerê de jî şahidan hewl dan diyar bikin ku tiştek bi navê şewitandina Quranê tune ye, lê kesî guh neda rastiyan. Di dema qetlîamê de hêzên asayîşê bêyî ku têkevin nava liv û tevgerê temaşe kirin û polîsan qet mudaxele nekir. Piştî lîncê bi giştî 49 kes hatin girtin, lê piştî ku Talîbanê Afganîstan dagir kir, hemû dîsa hatin berdan.