Femînîstên Lubnanî ji bo jinên Îranî çalakiya piştevaniyê li dar xistin

Çalakvanên femînîst ên Lubnanê, di çalakiya piştgiriyê ya li ber Muzaxaneya Neteweyî ya Beyrûdê de diyar kirin ku bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi jinên Îranê re di nava piştgiriyê de ne.

CAROLÎNE BAZZI

Beyrûd – Çalakvanên femînîst ên Lubnanî ku li ber Muzexaneya Neteweyî ya Beyrûdê kom bûn, qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin û bal kişandin ku doza Jîna Emînî ne doza hîcabek e. Jinan gotin ku rejîma Îranê di bin navê olê de zilmê li jinan dike, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" peyam dan û diyar kirin ku ew bi jinên Îranî re di nava piştgiriyê de ne.

"Divê em piştgiriyê bidin hev"

Prof. Rin Abbas a di çalakiyê de axivî, wiha got: "Her sûcê ku li her deverê cîhanê li dijî jinan tê pêkanîn, sûcek kurewî ye û divê em jin ji çar aliyên cîhanê piştgiriyê bidin hev, an na dê tundiya li ser jinan berdewam bike. Çi li Îranê, çi li cihekî din ê cîhanê be, her jina ku tundiyê dibîne nûnertiya me hemûyan dike. Dem hatiye ku em ji cîhanê re bibêjin tundiya li ser jinan qedexe ye."

“Em dikarin li ser rejîmê zextê ava bikin”

Çalakvana femînîst Karen Nasr destnîşan kir ku erka her jinê ye ku beşdarî vê çalakiya piştgiriyê bibin û destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê li Îranê ye, dibe ku sibê ev pirsgirêk li Beyrûdê were jiyîn û wiha axivî: “Em çiqas dengê xwe bilind bikin, em ê ewqas xwe bigihîjînin gelek mirovan û dibe ku ev çalakiyên me li ser rejîmên barbar, zextê ava bike.”

"Ez li dijî rejîmên hov li vir im"

Çalakvana femînîst Nîdal Helou jî banga piştgiriyê kir û wiha axivî: "Mafê her kesê heye ku weke dixwaze bijî û cil û bergên dixwaze li xwe bike. Ez li dijî rejîmên hov ên ku çi dixwazin li ser me dikin  û biryarê didin li vir im. Li dijî hemû neheqiyên li dijî jinan li vir im. Divê ji bo ku zanibin mafê tu kesî tune ye destwerdana jiyana me ya taybet an jî biryarên me yên siyasî bike, em destên xwe bidin hev."

"Di bin navê olê de zilm li jinan tê kirin”

Rojnameger Sawsan Ebû Zahr jî wiha got: "Doza Jîna Emînî ne çîroka hîcabek e çîroka bêedaletiyê ye ku li vê herêmê di bin navê olê de li dijî jinan zilm tê kirin. Çîroka zextek siyasî ya bi pergalî ye û ol jî hinceta herî hêsan e. Sawsan Ebû Zahr a ku bi beşdarbûna gelek zarokan standa hevgirtinê nirxand, bal kişand ser girîngiya nemezinkirina zarokan, bi taybetî jî zarokên kur ên bi zîhniyeta baviksalarî mezin dibin.

Pirsgirêk siyasî ye"

Çalakvana femînîst Jana Abî Morshed jî diyar kir ku jinên Îranê bi rejîmek dîktator re rû bi rû ne û ji bo edalet ji wan re pêk bê hatine dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: "Mijar ne hîcab e, mijar bi azadî, zext û desthilatdariya baviksalarî ve girêdayî ye, meseleyek siyasî ye. Bes e divê civakên me hin baştir bibin, ji ber ku ew tiştên herî baş heq dikin. Ev şoreş tevî xwîna tê rijandin jî dê şoreşên ku li cîhana Ereban dest pê kirine berfirehtir bike.”