Femînîstên ji bo Jîna: Pêşeroja em xeyal dikin wê bibe berhema têkoşîna Jin, Jiyan, Azadî
Femînîstên ji bo Jîna, têkildarî êrîşên Îsraîl-Îranê daxuyanî da û gotin: “Pêşeroja ku em xeyal dikin ne li ser şer re, berhema têkoşîna adilane ku gel dimeşîne û xwe dispêre dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”

Navenda Nûçeyan – Femînîstên ji bo Jîna (Feminists4Jina) têkildarî êrîşên Îsraîl-Îranê daxuyaniyek weşand. Femînîstan, di daxuyaniya ku ji aliyê Çatlak Zemin (Erda Derizî) ve hat wegerandine Tirkî de, gotin “Em êrîşa leşkerî ku Îsraîlê li dijî rejîma Îranê pêkanî şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ‘kişkişandina şer’ tu eleqeya xwe bi azadî û edaletê ve nîne û wiha hat gotin: “Tiştê ku ji fuze û bombeyan ava dibe, ne rizgarî ye, mirin, hilweşîn, xizanî û zexta kûr dibe ye.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Şer bingehê jiyanê bi erdê re dike yek û têkoşîna gel a edalet, wekhevî û azadiyê bi dehsalan paş ve dibe. Li herêmê ceribandinên li Efganistan, Iraq û Sûriyeyê hatîn jiyîn bi eşkere nîşan dide ku mîlîtarîzma hêzên emperyal a kûrewî, tenê hilweşînê tîne. Li Îranek ku şer hilweşandî, wê nebe ferqek.
Medya hilweşînê piştguh dike
Medyaya sereke hewl dide van êrîşan ‘wek lêdana xalê’ û ‘neçarî’ bide nîşandan, hilweşîna şer di jiyana mirovan de ava kiriye, texrîbata jiyana rojane û zirarên civakî bi zanebûn paşguh dike.
Medya tenê behsa rayedarên hatine kuştin dike, sivîlên ku li warên xwe di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne nabînin û dibin hevkarên vî sûcî. Hate diyarkirin ku heta niha di êrîşan de 78 kesan jiyana xwe ji dest dane û 300 kes jî birîndar bûne. Tiştên ku îro li Îranê hatin jiyîn, berdewamiya heman projeya ku me li Filîstînê dîtin ku hewl dide qirkirin û sûcên li dijî gelan normal bike ye.
Em bêdengbûnê red dikin
Em wek kolektîfa Femînîst, li hember sûcên şer, qirkirin û tundiya emperyalîzmê ya Îsraîl- Emrîkayê û hevkarên wan kirine, bêdengbûnê red dikin. Ev tundî rasterast têkoşîna me ya li dijî hêzên paşverû û dîktatortiya Komara Îslama Îranê didin meşandin, sabote dike. Têkoşîna me li dijî hemû cûrê zextê ye. Pêşeroja ku em xeyal dikin, ne li ser cenaze û xirbeyên ku hêzên paşverû piştî şer ferz kirine, berhema têkoşîna adilene ku gel dimeşîne û xwe dispêre dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”