‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî ol, netew, bawerî û mezheban anî ba hev'

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo xwepêşandanên jinên Hindistanê û berxwedana girtiyên jin nirxand û got: "Felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ne tenê kombûna jinan kombûna ol, netew, bawerî û mezheban çêkir."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Berdekva Kongra Star Rîhan Loqo ji ajansa me re têkoşîna jinan, pêwîstiyên xweparastinê ji bo parastina destkeftiyan û berxwedana girtiyên jin a di girtîgehan de nirxand.

Rîhan Loqo got ku serhildan û têkoşîna jinan ji dîrokê ve heta roja me ya îro, li hemberî hemû hişmendiyên olperest û zayendperest bi armanca parastina çand, ziman, hebûn, nasname û erdnîgariyê bênavber didomin û got: "Dema ku em behsa têkoşîna dîrokî ya jinan dikin, bêguman em li vir qala pêşengiya jinên Kurd jî dikin. Rêber Abdullah Ocalan mizgîniyek dabû jinan û gotibû; "Sedsala 21’ê dê bibe sedsala azadiya jinan, bi pêşengiya jinan wê şoreş û serhildan pêk werin", ji lewre bi vê mizgîniyê re ne tenê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan pêk hat, di heman demê de jin pêşengiyê ji pergala neteweya demokratîk re jî dikin. Bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" her dema ku diçe asta têkoşîn, serhildan û rêxistinbûyîna jinan jî mezin dibe û dengvedana şoreşa jinan li tevahî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê berfireh dibe."

'Jinên Kurd derî û asoyên çareseriyê ji jinên cîhanê re vekirin'

Rîhan Loqo qonaxa têkoşîna jinan li ser asta welat û derveyî welat bi bîr xist û wiha got: "Qonaxa têkoşîna jinan di warê meşa azadiyê de ger em binirxînin wê wiha be ku li Kurdistanê berxwedana jinan roj bi roj mezin bibe. Ji Herêmên Parastina Medyayê, Mexmûr, Şengal, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê. Di asta Rojhilata Navîn de jî li Efganistan, Ermenistan û Hindistanê li dora felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ne tenê kombûna jinan, kombûna gelek pêkhate, ol, bawerî, nasname û çand û tevahî gelên ku baweriya wan bi azadî, demokrasî û wekheviyê heye çêdibe. Li dora vê felsefeyê helwestek hevpar heye. Ji ber ev felsefe demokrasî û wekheviyê di nava gelan de dide avakirin, rêbazên çareseriyê dabîn dike. Di nav êrîş û qeyranên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û giştî Rojhilata Navîn di nav de ne, êrîşên ku li ser jinên xwedî bawerî bi paradîgmaya azadiyê tên kirin, ji bo qirkirinê ne. Ruxmî wê jî jin dikaribûn derî û asoyên çareseriyê ji jinên cîhanê re vekin û xeleka azadiyê mezin dikin."

'Şoreşa jinan berxwedana dîrokî ya jinan û gelê Hindistanê hembêz dike'

Rîhan Loqo berxwedana jinên Hindistanê ya dîrokê silav kir û wiha pêl da gotina xwe: "Em hezkirina xwe ji bo jinên Hindistanê tînin ziman û dibêjin ku; şoreşa jinan, berxwedana dîrokî ya jinên Hindistanê û gelê wê hêmbêz dike. Jinên ku li dora felsefeya "Jin Jiyan Azadî" kom dibin, xwedî sekneke mezin in. Ev sekn, berxwedan û têkoşîna ji bo xwerêxistinkirinê ava dike. Bi parastina wê jî em ê bikaribin rengê felsefeyê bi awayekî demokratîk di nava gelan de ava bikin. Ji lewre ev yek ji pêwîstiyên me ye, em ê li dora vê felsefeyê xeleka azadiyê mezin bikin û bi hevgirtin û yekitiya jinan em ê bikaribin azadiya fizîkî ya xwediyê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" Rêber Abdullah Ocalan bi dext bixin."

'Divê girtiyên jin Sakîne Cansiz ji xwe re mînak bigrin'

Rîhan Loqo pîrozbûna têkoşîn û serhildanên jinan li ser asta welat û derveyî welat anî ziman û wiha behsa kirinên dimirovî yên li ser girtiyên jin ên di girtîgehan de kir: "Her ku hişmendiya zanist û parastinê bi berxwedana "Jin Jiyan Azadî" re li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş dikeve, êrîş li dijî pêşengên felsefeyê çêdibin. Îran darvekirina jin û ciwanan ji xwe re mafekî xwezayî dibîne, ji lewre em jî dibêjin ku Şoreşa Jinan wê hemû serhildan û têkoşîna jinan a li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bigre nava xwe. Hevgirtina jinan misogeriya têkbirina vê hişmendiyê ye. Em berxwedana jinên girtî silav dikin, hezkirina xwe ji têkoşîna ku her kêlî di nava çar dîwaran de didin meşandin re rêdikin. Berxwedana zindanan a dîrokî ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û edaleta windayî ye. Ji lewre em ji jinên girtî yên li hemû welatan li dijî sîstema heyî serî hildane û hatine girtin re dibêjin; Sakîne Cansiz bingeh bigrin û jiyan û kesayeta xwe bi berxwedana Sakîne Cansiz mezin û bi rêxistin bikin, bi ruhê wê dawî li hişmendiya dagirker û nijadperest bînin.

Her ku têkoşîn mezin dibe, êrîş û binçavkirina jinan û birîna cezayên giran li ser wan jî zêde dibin. Ew hemû siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, hiqûqnas û dilsozên azadiyê ne. Li ser wan li pêşberî çavên cîhanê cezayên herî giran tên birîn û ev kiryar rastî bêdengiyeke cîhanî tên. Ji lewre em cezayan bi her awayî rexne û red dikin û divê hemû girtiyên jin ji hemû welatan jiyan û berxwedana şehîd Sakîne Cansiz ji xwe re bikin nimûne û bi sekna wê ya li hemberî dagirker û faşîstan li ber xwe bidin, xwe biparêzin û planên hişmendiya dewlet û baviksalar têk bibin."

'Ji bo têkoşînek demdirêj sîstema xweparastinê bi pêş bixin'

Rîhan Loqo bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîstiyek mezin heye ku em sîstema xwe ya parastinê di nava têkoşîn û berxwedana ku didin meşandin de bidin rûniştandin. Ji ber têkoşîna me demdirêj e û xweparastin nebe dibe ku em destkeftiyên heyî jî winda bikin. Ji lewre bênavber divê em sîstema xweparastinê bi pêş bixin, rêxistinbûnê berfireh bikin û asta zanistê bilind bikin. Ji ber sedsala 21’ê sedsaleke gelek girîng e ji jinan re. Divê em bi hişmendiya jinan di avabûnên heyî de rola xwe bilîzin. Bi hişmendî û felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ku di nava xwe de aştî, aramî, azadî û demokrasiyê dihewîne, em ê bikaribin civakeke aram û azad ava bikin."