Fazela Muhammed: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê di qada navneteweyî çalakî de çêbibin

Parêzvana Mafan Fazela Muhammed a got “Pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin” destnîşan kir ku Abdullah Ocalan weke Nelson Mandela ji bo gelê xwe têdikoşe û ji bo azadiyê wî divê di qada navneteweyî de çalakiyên mezin werin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Her çendî şerê cîhanê yê 3’yemîn ku li Rojhilata Navîn dest pê kiriye û berfireh bûye, bi awayekî fermî nehatiye îlankirin jî; êdî ji aliyê gelek desthilatdaran ve tê ser ziman. Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê gihîştine asta qirkirinê. Dîsa li Sûdan û Yemenê krîzek mezin a mirovî tê jiyîn. Di demek ku şer ji aliyê desthilatdariyê ve bê fikar tê meşandin de, em 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pêşwazî dikin. Şer, pevçûn û nelihevkirinên li çar aliyên cîhanê didomin, dema herî tarî ya dîroka mirovahiyê nîşan didin. Lê belê ji bo bidawîbûna van demên tarî û pêkanîna aştiyê riya herî bi bandor, di aştî û pêvajoyên muzakereyê re derbas dibe. Aştî û muzakere ne tenê pêdiviyeke siyasî ye, di heman demê de neçariyeke civakî û mirovî ye. Başûrê Efrîqayê weke modela çareseriya şer, di mijara pêkanîna aştiyê de jî mînakek girîng e.

Hevdîtinên di navbera rejîma nijadperest a Apartheid, serokê Kongreya Neteweyî ya Efrîqa (ANC) Nelson Mandela de çawa şer bi dawî kirin û aştiyê anîn? Der barê hevdîtinên di navbera salên 2013-2015’an de di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, şertên aştiyê yên di navbera dewleta Tirk û Kurdan de, em bi hevseroka Koma Xebatên Mafên Mirovan a Kurd a Başûrê Efrîqayê (KHRAG) Fazela Muhammedî re axivîn. 

*Di pêvajoya aştiyê ya li Başûrê Efrîqayê de, li dijî rewşa herî wehşî ya nijadperestiyê têkoşîn hebû. Bi nîşandana aqilê demokratîk û lihevker, çareseriya ne lihevker û di xebatên pêvajoya aştiyê de yek ji mînakên herî girîng a serî lê tê dayîn e. Hevdîtinên aştiyê yên di navbera ANC û rejîma Apartheid de di kîjan şert û mercan de pêk hatin? Ji bo aştiyê riyek çawa hat şopandin? Mandela rêberek bû û weke pêşeng di van hevdîtinan de roleke çawa lîst?

Em dikarin bibêjin li Başûrê Efrîqayê avakirina aştiyê ne hêsan bû. Li vê derê, avakirina atmosfereke aştiyê gelek zehmet bû. Hêzên yekitiyên cuda hatibûn ba hev. Yek ji van jî di navbera salên 1986-1987’an de li Herero daxuyanî dabû. Ev jî qebûlkirina hêza hevdîtina aştiya ANC (Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê) bû. Me got em bi nîqaşê çareseriyê dixwazin. Piştî vê di vê dema ku hikumet ji ber îzolasyona navneteweyî li Başûrê Efrîqayê hat ferqkirin ku têkoşîna civakê zêde bû. Ji derveyî guherîna stratejiya jeopolîtîk di sala 1989’an de Yekitiya Sovyetan hilweşiya. Di encamê de van xalan hemûyan atmosferek ku nîqaşên çareseriyê dest pê kirin ava kir. Hemû hêzên mezin ên hikumeta Apartheid pêwîstiya wan bi başûrê Efrîqayê nemabû. Wan digotin ku têkoşîna Başûrê Efrîqayê li dijî komunîzmê xaleke girîng e. Dema Yekitiya Sovyetan hat hilweşandin, fam kirin ku êdî pêwîst nîn e li gel hikumeta Apartheid cih bigrin. Jixwe kampanyayek navneteweyî li hemberî îzolekirina hikumeta Apartheid hebû. Hêza Başûrê Efrîqayê hebû. Hemû hêz û yekîne li gel hev bûn.   

Helbet divê em ji bîr nekin ku Nelson Mandela li girtîgehê bû. Li Başûrê Efrîqayê yek ANC ya îlegal hebû, ji ber wê ji bo Başûrê Efrîqayê polîtîkaya tecrîdê hat meşandin. Lê belê ya herî girîng berdana hemû mirovên ku di girtîgehê de bûn. Rejîma Apartheid neçar ma Nelson Mandele berde. Daxwazên wan azadiya bi şert bû. Ji Nelson Mandela re gotin; ‘Ger hûn biçin cihek ku lê siyaset nekin û rûnên, hûn ê azad bibin.’ Xwestin li hev bikin lê belê ev ne lihevkirinek demokratîk bû. Ji ber vê Mandela ev daxwaz red kir. Di sala 1989’an de ji bo azadiya Nelson Mandela kampanyayek mezin hat lidarxistin. Ji bo ev nîqaş bigihîje çareseriyê 3 şert danîn holê. Yek ji şertên herî bingehîn ê vê pêvajoyê berdana hemû girtiyên siyasî bû. Jixwe Mandela girtiyê herî dawî yê hat berdan bû. Piraniya girtiyan di Cotmeha 1989’an de hatibûn berdan. Mandela di Sibata 1990’an de hat berdan. Girtiyên siyasiyên ku weke şervanên azadiyê dihatin binavkirin di wê demê de hatin berdan. Bi hezaran girtî hatin berdan. Weke gotina Mandela ya bi nav û deng: Mirovên li girtîgehê nîqaş nakin. Tenê mirovên azad dikarin nîqaş bikin.  

Li gorî min tişta herî bi hêz a li Başûrê Efrîqayê hevkarî û yekitî bû, Başûrê Efrîqayê pêkanîna kombûna herî dewlemend bû. Başûrê Efrîqayê di her alî de welatek gelek dewlemend e. Mînak malbata min ji Hindistanê di destpêka sedsala 20’an de hatibûn vê derê. Lê belê Apartheid em parçe kirin. Beşek girîng a nîqaşên der barê çareseriyê de naskirina xweşikiya vê dewlemendiya li Başûrê Efrîqayê bû. Li gorî min Nelson Mandela di vê derê de roleke bingehîn lîst. Got ku ji bo me û hemû mirovahiyê divê em şans bidin dijmin jî. Firsend da ku ew bibin mirovên baş. Di vê pêvajoyê de ev di guherîna dewletê de bi taybetî di nêzîkatiya dewleta kolonyal de ez bawer dikim ku di bingeha nêzîkatiyek demokratîktir de guherînek e. Bi saya zanista wî, em hîn bûn ku divê em hemû bi hev re bijîn. 

‘Hikumeta Apartheid weke Tirkiyeyê êrişî welatên derdorê kir’

*Hevdîtinên aştiyê di atmosferek çawa de pêk hatin? Li aliyekî hevdîtinan berdewam dikir, li aliyê din şer û sûîqesd hebûn. Tevî vê hevdîtin çawa gihîştin encamê? We ev çawa bi ser xist?

Di vê pêvajoyê de nîqaş li ser nîqaşê çêbûn. Ne pêvajoyek ku bi awayekî aram em çareseriyê nîqaş bikin bû. Bi gotinek din ji bo nîqaşên çareseriyê em li benda çi bûn? Ji bo wê gelek nîqaş hebûn. Weke min berê jî got çend şertên vê hebûn. Yek ji van jî berdana hemû girtiyên siyasî, bi dawîbûna êrişên li dijî sivîlan bû. Hikumeta Apartheid weke Tirkiyeyê êrişî welatên derdorê dikir. Ji ber vê me xwest ev êriş bi dawî bibin. Bingeha nîqaşê ez bi vê ve girê didim. Divê hê zêdetir me nîqaş kiribûya lê belê divê li ser kîjan şertan me ev nîqaş bida meşandin? Ji bo vê destpêkê me xwest em şertan guncaw bikin. Ev ne tiştek ku wê di yek du rojan de çêbibe bû. Ev têkoşînek dirêj bû lê belê carekê hikumeta Apartheid dest pê kiribû, wê demê jî hewl da Mandela ji ANC’ê qut bike. Bi vî awayî ew tiştên ku dixwest bi Mandela re dest bi nîqaşê kir.

Di wê pêvajoyê de ji bo 80 kesên di sala 1987’an de hatin kuştin merasîmek bi heybet hat lidarxistin. Di wê merasîmê de gotinên ku Mandela li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye belav bûn. Ez bawer im hikumeta Apartheid belav kiribû. Ji ber ku xwest helwesta civakê ya li hemberî mirina Mandela di girtîgehê de bizanibe. Di wê merasîmê de serhildanek mezin çêbû. Baş bû me serhildanê rawestand, me got; ‘Em ê rastiyan derbixin holê.’ Li gorî min hikumetê ji ber ku xwest mirina Mandela di girtîgehê de wê çi bi xwe re bîne bizanibe vê yekê kir. Ji bo vê fam kirin ku metirsî ye. Ji bo vê jî dîtin ku wê çawa bi encam bibe. Ji ber vê rejîmê di vê rewşa ku berdewam bike de metirsiya ku derbikeve holê dît. Fam kirin ku li Başûrê Efrîqayê bi vî awayî hikumet berdewam nake. Ferqa di navbera Tirkiye û Başûrê Efrîqayê de ev e; piraniya nifusa Başûrê Efrîqayê piştgirî dida ANC’ê. Ji ber vê ji destpêkirina serhildanên mezin gelek ditirsiyan. Êdî dizanibûn ku bi vî awayî hikumetê berdewam nakin. Dîtin ku ger pirsgirêk neyê çareserkirin wê jiyana di nava aştiyê de ne pêkan be. Ji ber wê ez ji têgeha ‘şer pirsgirêkan çareser nake’ bawer dikim. Pêwîstî bi li hevkirina siyasî heye. Şer tu pirsgirêkan çareser nake. Bi vê ve girêdayî divê famkirina nêzîkatiya nirxên aştiyê û nîqaşên çareseriyê yên Mandela eşkere werin dîtin. Ji ber vê jî di nîqaşên çareseriyê yên tên meşandin de divê aliyê din jî bizanibe aştî nirxeke girîng e. Jixwe ger edalet nebe aştî vala ye lê belê girîng e divê were famkirin ku ji cihekî were destpêkirin, pêwîstî bi nîqaşê heye.

*Piştî ku aştî hat pêkanîn li Başûrê Efrîqayê çi guherîn çêbû? Demokrasî çawa ket meriyetê?

Ên ku bi fikar nêz dibin hebûn lê belê ya rast ew bû; beriya 1994’an li Başûrê Efrîqayê di nava civakê de cudakariya neteweyî hebû. Lê belê yê herî zêde zextê didît gelê Efrîqayê bû. Mînak di pergala perwerdeyê de newekhevî hebû, li hemberî 5 zarokên spî tenê zarokek reş dikaribû bixwîne. Pergala perwerdeyê ne wekhev bû, vê rewşê gelê Efrîqayê xistibû rewşa koleyan. Êdî me di perwerdeyê de wekhevî pêk anî. Helbet dewlemendên ku zarokên xwe dişandin dibistanên taybet hebûn, ev rast e. Lê belê dema ku hûn biçûna dibistaneke dewletê we yê bidîta ku perwerdeya tê dayîn ji bo hemû kesên di heman astê de bû. Beriya 1994’an piraniya mirovên ku li beşên çolwar dijiyan xwe nedigihîştandin ava paqij. Ji bo ava paqij bînin neçar diman riya 1-2 kîlometre bimeşin. Niha ne wisa ye gelê me dikare avê ji her derê peyda bike. Pirsgirêka kehrebeyê heye lê belê bi taybetî gelê me beriya 1994’an her bê kehrebe bû. Newekhevî parçeyek ji jiyanê bû. Niha ev nîn e.         

Me mafê azadiya îfadeyê, azadiya rêxistinê û kî çi bixwaze wê hilbijêre bi dest xist. Sîstema me ya nûnertiyê heye, dengan dihejmêre, sîstema me ya dengdanê wisa ye. Ev li ser navê mafên mirovan û demokrasiyê gelek girîng e. Pirsgirêkên me gelek in lê ez bawer dikim dê werin çareserkirin. Sedsalên borî bi siyaseta qirkirinê dagirtî ne. Rejîma Apartheid zêdeyî 75 salan bû hebûna xwe berdewam dikir. Me ev derbas kir û ev zêdeyî 30 salan e em di nava zihniyetek demokratîk de dijîn. Ev tiştek nû ye. Demokrasiyek nû ye. Ji bo hê baştir bibe divê em bi pêş bixin.

*Weke jin di van hevdîtinan û di avabûna atmosfera aştiyê de we roleke çawa lîst?

Makeqanûn tunebû. Xalên girîng ên Makeqanûnê temam kirin, ez dikarim bibêjim di heman demê de hikumeta berê ya Apartheid di parlamentoyê de di hejmarek sabît de mirovên spî xwest. Ev pergal li ser wekheviyê hatiye avakirin, em mafên komek ji yên din zêdetir nadin. Di dawî de têgehek bingehîn ku wekheviya pêwîst e ava bû. Ji bo vê bingehê exlaq, mafên bingehîn ên mirovan û xwezayê, dewlet û di mijarên hwd. de ava bû. Di demên ku me makeqanûna xwe dinivîsî de me beşdariya zêde ya civakî esas girt. Bi gotinek din di hilbijartinên ji bo makeqanûnê de beşdariya civakê çêbû. Me serdana her derê kir, em çûn hemû bajarokên biçûk, me ji mirovan pirs kir, me got werin beşdar bibin. Ji bo vê jî 1,8 milyon kesên ku xwestin bibêjin divê makeqanûn çawa be îmza dan. 

Ez bawer dikim ku ev yek ji pêvajoyên herî vekirî ye. Li piştperdeyê tu nîqaş nîn e. Hemû tişt di nava civakê de bûn. Ev tiştek ku têgihîştina civakê ava kiriye bû. Salên dirêj di parlamentoyê de jin bûn endam. Weke hêza rêveberiyê her partî, weke nûnerên dengan temsîl nedikir. Lê belê ANC’ê kotaya 3 jinan çêkir. Dema biryar dihat girtin şertê ku 3 jin hebin hate danîn, ji ber weke hûn dizanin di siyasetê de mêr hakim in, dema lîste dihatin çêkirin partî di lîsteyan de herî zêde navê mêr dinivîsin. Ji ber vê ev lîste hatin guhertin, di lîsteya ku bikeve meclisê de divê navê 3 jinan hebe. Hejmara jinan a di parlamentoyê de hat guhertin û zêde bû. Hejmara jinên di parlamentoya neteweyî de zêde bû. Li gundan, herêman di her astê de. Di hilbijartinên herî dawî de me hewl da ji du kesan yek jê jin û yek jî mêr be.  Mînak yek ji tiştên ku ANC’ê kir, ew bî lı serokê parlamentoyê li her herêman jin be.   

Di kabîneya rêveberiyê de hejmarek zêde jin hene. Ji Başûrê Efrîqayê gelek jin beşdar bûn û dengê wan hat bihîstin. Di delegasyona ku nîqaş hatin kirin de ji 3 kesan yek jin bû. Têgihîştina ku di her beşa civakê de divê guh bidin dengê jinan hate avakirin. Ez di wê baweriyê de me yên ku vê weke dezavantaj dibînin yan jî gilî dikin hene. Ger hûn ji cihekî dest pê bikin, mirov vê riyê dişopînin. Ez bawer dikim ku li Başûrê Efrîqayê di qedemeyên ji her beşa civakê de, her rola civakê, rêveberiya rêxistinan de jin, bi taybetî jinên reşik hene.   

‘Ger zalim perspektîfên we red bikin hûn ê neçarî têkoşîna çekdarî bimînin’

*Tê diyarkirin ku pêvajoyên têkoşînê yên Nelson Mandela û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişibin hev. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?

Me li Afrîkaya Başûr fam kir ku; ger zalim li we guhdarî nekin û perspektîfên we red bikin hûn ê neçarî têkoşîna çekdarî bimînin. Ez bawer im ev yek ji aliyê Mandela ve ji serî ve wisa bû. Ew mirov bê sedem tênekoşiyan. Ji bo edaletê têkoşiyan, ji bo aştiyê şer kirin û ji bo mafên gelên xwe şer kirin. Li gorî min her şervaneke azadiyê li pey doza xwe ye. Bêguman têkoşîna wan hinek ji hev cuda bûn lê  herdu jî rêberên gelên xwe bûn. Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e. Nelson Mandela jî weke hûn dizanin rêberê populer ê Afrîkaya Başûr bû.

Bêguman Ocalan jî weke Mandela dîl e, ramanên wî û pêşniyarên wê yên ji bo civakê hene. Li Afrîkaya Başûr, civakeke ku cudakariya neteweyî nake, her kes bi hev re dijî û bi demokrasiyê re bûye yek, ji aliyê rejîma Apartheîd ve nayê pejirandin. Li dijî Mandela dest bi propagandaya dijber kiribûn û jê re gotibûn komunîsteke ji rêzê ye. Ez bawer im ji bo Ocalan jî heman tiştî dikin. Wî vê pergalê nepejirand, bi awayê cewherî rêveberiya gelê Kurd kir û gel jî di riya wî de çû. Ji ber wê Ocalan girtin û xistin zindanê. Mandela jî di giravek de bû, dixwestin wî ji mirovan dûr bihêlin. Xwestin mirov Mandela wisa bînin bîra xwe. Di heman demê de xwestin Ocalan were jibîrkirin. Banga gelê Kurd a ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan heman tişt e. Li gorî min di navbera wan de gelek aliyên ku dişibin hev hene. Herdu rêber jî ji bo azadiya gelên xwe bê teredut têkoşiyan. Mandela her roj di zindanê de ji bo azadiya gelê xwe şer kir, Abdullah Ocalan jî heman tiştî dike.

*Di salên 2013-2016’an de di navber Kurd û Tirkan de pêvajoyeke muzakereyan dest pê kir. Gelo hûn dikaribûn wê pêvajoyê bişopînin? Li gorî we çima negihîşt encamê?

Ger dewleta Tirk bi cesaret bûya dê vê pêvajoyê bidomanda. Ji ber ku fam kirin cudahiyek siyasî heye, ev pevçûn divê bi dawî bibin, pêdivî bi pêvajoyeke aştiyane heye û divê mirov vê yekê bi hev re nîqaş bikin dest bi vê pêvajoyê kirin. Bawer im cesareta wan tunebû berdewam bikin lê pêvajoyeke girîng bû. Di nava hikumeta Tirk de jî hêzên hundirîn hebûn. Ez bawer im ku Erdogan xwedî cesareta siyasî ya ku bikaribe tiştekî bike nebû. Mînak dema ku Mandela dest bi nîqaşan kir, çend kesên ku digotin ‘em dikarin bi nîqaşan çareser bikin, çima heta ku kes nemîne em bi çekan çareser bikin?’ hebûn. Dizanibû ku aştî gaveke cesûr e, nîqaşa li ser aştiyê jî gaveke cesûrtir e. Pir hêsan e yek bibêje ez ê te bombe bikim.

Plana berê didomînin û li Iraqê li Sûriyeyê van operasyonan didomin. Ev tişteke pir ji rêzê ye. Famkirina sedema aştiyê zortir e. Ger cesareta we tunebe, exlaqê we yê siyasî tunebe hûn ê vê pêvajoyê biqedînin. Jixwe li gorî min sedema berdewamnekirina vê pêvajoyê ev e.

*Ji bo aştiyê divê rewş û atmosferek çawa ava bibe?

Ez bawer dikim ku tişta herî girîng ew e van mirovan bi awayê ku werin neçarkirin divê zexta siyasî hebe. Ji bo berdewamiya vê pêdivî hem ji aliyê herêmî ve hem jî ji aliyê navneteweyî ve heye. Kampanyaya ji bo azadiya Ocalan, bangên ji bo pêvajoya aştiyê, bangên vekirî û zelal pir girîng in. Ev hemû tiştên bingehîn in lewre hûn nikarin tenê xwe bispêrin fikra kesek, ji bo pêvajoyeke wiha serkeftî be; divê hûn hemû mercên ku pêwîst in ava bikin. Mînak li Afrîkaya Başûr di pêvajoya aştiyê de yek ji rêveberên berê yên ANC'ê qetil kirin. Ew kes gelek dihat hezkirin, navê wî Chrîs Hanî bû. Piştî qetilkirina Chrîs Hanî girseyan girse çêbûn û çalakî hatin lidarxistin. Hevdîtin bi dawî bûn lê di vê pêvajoyê de me hemûyan bi hev re ji bo hevdîtin dest pê bikin dest bi xebatan kir.

Ji bo em doza xwe bibin serî pêdivî bi çalakiyên siyasî heye, mezin û navneteweyî heye.

 * Abdullah Ocalan, weke Mandela (27 sal ma) 26 sal in li giravek di bin tecrîdeke giran de ye. Bi derve re têkiliyên wê bi temamî hatine birîn. Tevî ku mafên wê wê yên bingehîn ên hiqûqî hene jî nahêlin parêzer biçin hevdîtinê. Li gorî we armanca pergalê bi vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan çi ye?

Tiştekî ku divê em fam bikin heye; dema ku Mandela birin wî tenê hiştin. Li derdora Mandela girtiyên din jî hebûn, bi hev re sohbet dikirin, wî ji wan veqetandin û şandin derve. Li gorî qenaeta min tecrîda li ser Ocalaln ji ya Mandela zortir û xirabir e lewre nahêlin parêzer jî biçin ba wî. Mandela tu carî bê parêzer nema. Serdan ji aliyê Xala Sor a Navneteweyî ve hat kirin. Ji bo serdanê, ji hikumeta Afrîkaya Başûr destûr xwestin. Ew jî dizanibûn ku li dijî Mandela li girtîgehê dê nikaribin nêzikahiyên xirab ragirin. Ji ber wê mercên jiyana Ocalan li gorî min ji yên Mandela xirabtir in. Ocalan 26 sal in kesê nabîne û di giravek de tê girtin. Mandela gelek caran axivî û girtiyên din ên li Girava Robînê gelek caran behsa jiyana li wê derê kirin.

*Kampanyaya ji bo azadiya Ocalan dikare ji vê yekê re bibe bersiv?

Belê dibe ku bibe bersiv. Ev kampanyayek çalak e û ez ji Afrîkaya Başûr di nava komeke mafen mirovan ên Kurd de beşdar dibim. Ez bawer im ku ev kampanya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan pir girîng e. Divê em bi qasî ku pêdivî heye, kampanyayê zêde bikin. Gelek kesan tiştek gotin, gelek kesan jî ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan nêrînên xwe gotin. Me ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bang kir. Beriya 2 salan li Afrîkaya Başûr konferansek hebû. Rêberên girîng ên Afrîkaya Başûr, ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bang kirin lê pirsgirêk ew bû ku medyayê nexist rojeva xwe.

Li gorî min avakirina saziyên medyaya Kurdan baş e lê divê di asta navneteweyî de ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bang were kirin. Salên derbasbûyî hewl dan rûyê Mandela bi me bidin jibîrkirin niha jî wêneyên Ocalan qedexe kirine. Me wê demê çi kir? Em bi şev derketin derve û me pankartên ku rûyê mandela li ser wan bû bi her derê ve daliqand. Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya mandela bang jî hebû. Pêdivî bi mekanîzmayeke ku dîtina Ocalan ji aliyê heyetên serbixwe ve bikeve bin temînatê heye. Divê li welatê xwe ji aliyê gelê xwe ve were dîtin. Ya girîng ew e ku doza wî bibin Neteweyên Yekbûyî. Ji bo vê yekê doza Mandela ya ku bi kampanyaya navneteweyî dimeşiya dikare mînak were nîşandan. Ev belge têkildarî girtiyên siyasî li NY’ê heye. Tevgera azadiya neteweyî pê re têkildar bû û vê mijarê bir NY’ê. Ev tişteke pir zor e, hêsan nîn e lê divê ev yek werin kirin.

‘Jiyan bi xwe bi demokrasiyê dewlemend dibe’

*Ger Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe dê têkiliyên Kurd û Tirkan û hevsengiyên li Rojhilata Navîn çawa biguherin?

Li Rojhilata Navîn mirovên xwedî nirxên siyasî, yên girêdayî heqîqetê dê cih û cewhera ku rêberek populer di civakê de çêkiriye bikaribin bibînin. Yek jê; ev rewşeke ku li Rojhilata Navîn kêm tê dîtin e. Ya duyemîn, weke ku min berê jî gotibû ger hûn gelê Kurd bi hêz bikin, gelê Kurd bigihîje azadiya xwe dê çi bibe? Divê Tirk vê jî fam bikin ku vî ruhê ku li Tirkiyeyê civakê kontrol dike divê wan jî azad bike. Ango her tiştî vedişêrin, ruşwetê vedişêrin, xizaniya mirovên normal, dewlemendbûna mirovên elît vedişêrin. Vê vedişêrin û dijmineke sexte çêdikin. Ji bo wê mirovan binçav dikin, digrin. Hewl didin bala mirovan bidin ser tiştek din. Li gorî min destpêkirina pêvajoya aştiyê û jiyana di civakekek demokratîk de dê herî zêde sûdê bide neteweya Tirk. Daxwaza demokrasiyê wiha mezin dibe, jiyan bi vî awayî dewlemend dibe. Em dizanin li Tirkiyeyê enflasyon pir bilind e, bê kontrol e, bihayê her tiştî zêde ye. Ev yek têkçûna rejîma heyî nîşan dide.

 ‘Em dixwazin ji Afrîkaya Başûr heyetek jinan bişînin Rojava’

*Hûn dixwazin der barê paradîgmaya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan de çi bibêjin? Gelê Afrîkaya Başûr Rojavaya ku vê paradîgmayê lê ketiye meriyetê çawa dibîne?

Ez bawer im gelek kes der barê felsefeya Ocalan de tiştek nizanin. Ez her dem dibêjim, ger derfet çêbibe em dixwazin ji bo rastiyê bibînin û fam bikin ka demokrasî çawa dikeve pratîkê, heyetek jinan bişînin Rojava. Girîng e ku mirov demokrasiyê kûr û dewlemend bike. Ez bawer dikim ku gelek tiştên em ji jinên Kurd û ramanên wan hîn bibin hene. Ger rewş hinek din jî baştir bibe, em dixwazin werin bibînin. Em hemû ji hev hinek tiştan hîn dibin. Divê em hemû hîn bibin û xwe bi pêş bixin.

* Gelo li gorî nêrîna we dibe ku careke din li Tirkiyeyê rewşa aştiyê çêbibe. Ji bo vê peywirên çawa dikevin ser desthilatdarî, PKK’ê û civakê?

Weka min got, zêdebûna hevdîtinên navneteweyî û mezinbûna têkoşîna navneteweyî, ji bo naskirina têkoşîna Kurd di asta navneteweyî de girîng e. Li Tirkiyeyê ev pir zor e lewre hikumet gelek mirovên demokrat bênavber digre davêje girtîgehan. Min li Newrozê temaşe kir, bi hezaran mirov kom bûbûn. Divê ev derfet, ji bo avakirina hêza siyasî, ji aliyê siyasetmedarên çalak ve baş were bikaranîn. Ev yek pir girîng e. Bi mezinkirina berxwedana civakî dikarin xwe bigihîjînin dewleta Tirk û wî bînin rê. Ez bawer dikim ku bingeha her awayê têkoşîna ji bo guhertina nêzikahiya rejîmeke otorîter, ev e. Li Afrîkaya Başûr, ji bo têkoşîna gelê Kurd divê me zêdetir tiştan bikin. Li her derê dost dikarin werin dîtin. Em hemû li bûyerên li Xezayê diqewimin û li mirina bi hezaran mirovan temaşe dikin lê di asta navneteweyî de kes nakeve tevgerê. Tevger pir kêm e tenê ne ji bo Filistînî û Kurdan, li dijî dewletên ku desthilatdariya xwe didomînin divê em bizanibin çawa têkoşînê bilindtir bikin.

‘Em ê di nêz de hev bibînin’

*Herî dawî di serî de jinên Kurd hûn dixwazin tiştek ji Kurdistaniyan û Abdullah Ocalan re bibêjin?

Em ê bidomînin. Têkoşîneke bê jinan nîvî dimîne. Ji bo vê divê jin tevli têkoşînê bibin û dengê xwe bidin bihîstin. Ez bang li hemû jinan dikim; bila ji bo guherînê bixebitin. Ji bo Abdullah Ocalan em ê di nêz de hev bibînin. Ji bo Ocalan hema niha azadiya fizîkî. Ev gotina min e.