Fatma Ozbay a daxwaza dermankirinê kir cezayê hucreyê girt

Hate hînbûn dema daxwaza nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay a ji bo dermankirina birîna lingê wê hatiye redkirin, bi hinceta ku li qawîşê 'nîk’ peyda kirin cezayê hucreyê lê hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan - Fatma Ozbay, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê nexweşa penceşêrê ya qonaxa 3’emîn e. Ji Fatma Ozbay re, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erziromê ya ku berê lê mabû, bi hinceta ku cezayê dîsîplînê hatiye hesibandin, 13 roj cezayê hucreyê hat birîn.

Hat diyarkirin ku Fatma Ozbay di hefteyên dawî de ji ber birîna di lingê wê de derketiye xwestiye sewqî beşa lezgîn a nexweşxaneya li kampusa girtîgehê bê kirin. Hat hînbûn ku piştî îtîraz li rêveberiya girtîgehê ku sewq neda kiriye, lê cezayê hucreyê hatiye dayîn. Li gorî agahiyên ku Fatma Ozbay ji parêzerê xwe re ragihandiye, hinceta cezayê dîsîplînê hatiye dayîn, “Dema ku li Girtîgeha Jinan a Erziromê bûye, li qawîşê nîk peyda kiriye.”

Fatma Ozbay diyar kir tedawiya xwe ya rûtîn li Nexweşxaneya Katîp Çelebî didomîne, bi rêya parêzerê xwe da diyar kirin ku der barê girêka li sînga wê ya rastê de derketiyê de mamografi û ultrasound bê kirin.