Fatma Kaya li kêleka kurê xwe hat defin kirin

Fatma Kaya ya ji bo aramî bê vê erdnîgariyê bi salan ked dayî û duh çuyî ser dilovaniya xwe li ser wesiyeta wê li kêleka kurê wê Veysî Kaya sipartin axê.

Navenda Nûçeyan – Şewitandina kezebê ya ku piraniya dayikên vê axê dîtine, bi salan berê Fatma Kaya jî dîtiye. Fatma ya ku kurê xwe Veysî Kaya di sala 2006’an de de windakirî li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Fatma Kaya, li kêleka gora kurê wê Veysî Kaya ya li Goristana Kuçukoba ya Edeneyê hat defînkirin.