Fatma Înce: Têkoşîna rêxistinkirî dê dawî li zihniyeta qetliamker bîne

Endama SODAP’ê Fatma Înce bal kişand ku li dijî êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna bi rêxistinkirî ya jinan girîng e û got: “Bi bilindkirina têkoşînê gelên ku li Rojhilata Navîn bi hev re dijîn, em ê destûr nedin hewldanên ji bo qetliamê.”

AXÎN BAHAR

Navenda Nûçeyan – Komên çete yên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk; El Qaîde, baskê berê yê Sûriyeyê El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di 27’ê Mijdarê de, beşek mezin ji bajarê Helebê dagir kirin. Bi wan êrişan re di heman demê de Tirkiye û çeteyên girêdayî wê gundên Minbic û Kobanê bombebaran kirin.

Koma çete ya girêdayî dewleta Tirk HTŞ’ê êrişê warên sivîlan kir, di wan êrişan de gelek jin û zarok hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin. Malên wan hatin valakirin û neçarî koçberiyê man.

Ji ber êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek aliyan bertek tên nîşandan.

Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) û di heman demê de endama Avakar a Piştgiriya Jinan Kirkyama, Fatma Înce, diyar kir ku Tirkiye ji bo Kurd nebin xwedî statu êriş dike.

 ‘HTŞ girêdayî Erdogan e’

Fatma Înca bal kişand ku li Rojhilata Navîn, krîzên heyî û hevsengiya hêzan her dem diguhere û got ku li Tirkiyeyê jî tirsa herî mezin a “rejîma qesrê” ew e ku Kurd bibin xwedî statu. Fatma Înce axaftina xwe wiha domand:

“Tirkiye, ji bo ku pêşî li vê yekê bigre û li Rojhilata Navîn xwe bihêztir bike, piştgirî dide van êrişan. Di projeya perçekirina Sûriyeyê de, ji bo Tirkiyeyê peywir hatiye dayîn ku bi aqilê DYA-Îsraîlê hereket bike û berambere vê jî pêşî li bandora wê ya li ser herêmê hatiye vekirin. Ji ber ku HTŞ ji bo qetilkirina Kurdan û gelên din ketiye rê çavên xwe jê re digre lewre HTŞ li gorî berjewendiyên Erdogan e.

‘Hewl didin bedena jinan bikin qada şer’

Fatma Înce bi êrişên ku dest pê kirine re bal kişand ser sûcên şer û wiha domand: “Şoreşa Rojava di serî de gelê Kurd, bûye hêviya aştiyê ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Ermenî, Suryanî û Êzidî. Mînaka jiyana bi hev re ya gelan e û ketiye pratîkê. Têkoşîna jinan a ji bo jiyana azad e. Niha çete li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo li dijî Kurd, Xirîstiyan, Durzî, Êzidî, Ereb û Elewiyan qetliaman bikin di nava hewldanan de ne. Gel bi şer, krîz û rûxandinê re rûbirû mane. Hewl didin bedena jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Suryanî, Êzidî û Elewî bikin qada şer.”

‘Ji bo şikandina bêdengiyê divê em zêdetir têbikoşin’

Fatma Înce diyar kir ku her şer û pevçûn dibin sedem ku mafên jinan werin xespkirin û axaftina xwe wiha domand: “Polîtîkayên şer, dibin şîdeta li hemberî jinan. Li dijî paradîgmaya azadîwaz a tevgera jinên Kurd êrişeke taybet heye. Şerê li dijî gelên Sûriyeyê, di heman demê de li dijî destkeftî û însiyatîfa jinên Kurd e. Êrişa li dijî şervanên jin ên ku di avakirina jiyana azad û wekhev de xwedî rokeke mezin in, divê helwesteke cidî were raberkirin. Ji bo şikandina bêdengiyê divê em zêdetir têbikoşin.”

‘Bi têkoşîna rêxistinkirî dê dawî li zihniyeta qetliamker were’

Fatma Înce diyar kir ku dê bi têkoşîna rêxistinkirî dawî li “zihniyeta qetliamker” were û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku li Sûriyeyê aştî çêbibe divê piştgiriya ku ji bo komên çete tê dayîn were vekişandin. Divê gelên Sûriyeyê bikaribin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Bi têkoşîna bi hev re ya ji bo gelan û ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn, em ê têkoşînê bi hev re mezin bikin û dawî li hewldanên qetliamker bînin. Divê jin li dijî çeteyên ku wan xenîmet dibînin, êrişê war û canê wan dikin, dest ji têkoşîna xwe bernedin.”