Ezmûna jinên Kurd bû mijara atolyeyên Konferansa Jinan a Cîhanê
Li Tûnisê xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê berdewam dikin û di atolyeyeke konferansê de ezmûna jinên Kurd ronî kir, di atolyeya duyemîn de jî metirsiya guherîna avhewayê li ser rastiya jinan ronî bû.
NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI
Tunis – Konferansa Jinan a Cîhanê bi atolyeyek taybet karî têkoşîna leşkerî û civakî ya jinên Kurd bide nasîn. Di atolyeyek din jî behsa yekkirina xebatên jinan ji bo rûbirûbûna krîza jîngehê kirin.
Serpêhatiya jinên Kurd: Şoreş berdewam dike
Sosyolojiya Azadiya Jinê Azadî, Rêxistin û Serxwebûn sernavê atolyeya 3’yemîn Kongeransa Jinan a Cîhanê bû û ezmûna jinên Kurd di vî warî de ronî kir.
Di atolyeyê de jinên ji welatên cuda beşdar bûn ji bo guhdarîkirina destwerdana aktîvîsta femînîst a Kurd Buşra Elî. Beşdaran taybetiyên ezmûna jinên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de û her wiha rizgarbûna ji hemû astengiyên civakê nas kirin.
Seroka Komeleya Jinê ya Jîn Buşra Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di atolyeyê de doza jinên Kurd û dîroka wê û girîngiya rêxistinbûna jinên Kurd, çawa dest pê kir û gihîşt ku derê û çawa dikaribû bibe hêza dînamîk di nava vê şoreşa jinan de ya ku çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çi li hemû aliyên Kurdistanê pêk tê û çi cudahiya wê ji tevgerên jinan dike. Ji tevgera femînîst a li herêmê û cîhanê çi sûd wergirt? Çawa dikaribû bibe platformek ji bo hemû jinên herêmê, çi di warê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û çi jî di warê birêxistinkirina jiyanê de di hemû qadên wê yên fikrî, siyasî û civakî de.
“Jinên Kurd bi sedan salan e bi wêrekiya xwe tên naskirin”
Der barê rola jinên Kurd di qada rizgariyê de heta ku bû ezmûneke pêşeng hemû jinên cîhanê behsa wê dikin Buşra Elî wiha got: “Jinên Kurd ji dawiya sedsala 19’an heta dawiya sedsala 20’an bi lehengî û wêrekiya xwe dihatin naskirin. Bi derketina tevgera femînîst a hemdem a ku ramanwer û Rêber Abdullah Ocalan dixwest, bi saya tezên ku wî pêşkêşî kir, rê bi tevahî guherî û qabiliyeta jinan wekî bandorker û bibandor nîşan da. Jin bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de veguherî dînamîkekê û mijara kotayê derbas kir û gihîştin hevsengiyê, hebûna wan ji ya mêran zêdetir bû. Jinên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin. Qehremaniya jinên Kurd bi reşkirina çapemeniyê re rû bi rû ye lê ev yek îradeya me naşkîne û em ê li ber xwe bidin û li dijî ramana baviksalarî ya paşverû û saziyên wê şoreş bidome. Azadiya jinê pirseke cîhanî ye û azadiya jina Kurd bi azadiya jinan ve li hemû welatên herêmê bi taybetî û li welatên cîhanê bi giştî ve girêdayî ye, ji ber vê yekê divê em bi hev re kar bikin ji bo derbaskirina kêşeyên cîhanî û bi vî awayî hêza me di yekîtiya me de ye. Hêvîdarim di pêşnîyaran de girîngî bidin çalakiya hevpar û yekitiya femînîst û doza Kurd ronî bikin û dayîna mafê ku ramanwerê Abdullah Ocalan heq dike.”
Bila jinên cîhanê bibin yek
Çalakvana femînîst a Tûnisî Fethîa Hîzim li ser atolyeya Sosyolojiya Azadiya Jinê Azadî, Rêxistin û Serxwebûn serenavê axivî û wiha got: “Ev atolyeye pir girîng bû û me karî îmaja jinên Kurd ku tenê çekê hildigirtin û li dijî DAİŞ’ê şer kirin bişkînin. Jinên Kurd dikaribûn sîstemeke civakî ya cuda ji ya ku em tê de dijîn ferz bikin ji ber ku beşdariya jinan di hemû pêkhateyan de ferz kirin û hay ji kêşeyên li pêşiya wan hebû û plan dikirin ku wan çareser bikin. Ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza berxwedanê dide me. Konferans derfeteke ji bo pêkanîna tifaqê di bin dirûşma ‘Jinên cîhanê bibin yek, em bi hêz in’.”
“Jin herî zêde ji guherîna avhewayê bi bandor dibin”
Di atolyeya li ser xetereyên guherîna avahewayê û bandorên wê yên li ser jinan de, komek jinên ji neteweyên cuda beşdar bûn. Beşdaran destnîşan kirin ku divê aktîvîstên jin ên tevgerên hawirdorê di serî de li dijî felaketên xwezayî yên ku bandorê li jinan dikin, bi awayekî girîng tevkariyê bikin û bal kişandin li ser girîngiya hevkariya di navbera sendîkaya jîngehê û sendîkayên kevneşopî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên cihêreng ên civakî û ekolojîk. Li ser girîngiya piştgirî û pêşxistina tevger û hişmendiya bi ruhê parastina domdar a jîngehê, dûrî ramana kapîtalîst a ku jîngehê xera dike axivîn.
Beşdaran bal kişandin ser gelek xalên girîng û li ser axivîn
Her wiha bal kişandin ser girîngiya damezrandina civakeke bi rûmet û dadmendiya civakî bêyî îstîsmarkirina mirovan, bi taybetî ji bo jinan kir, ku dibe alîkar di çareserkirina pirsgirêkên civakî û guhertina reftara takekesî de û gotin: “Em careke din destûr nadin ku em bên xapandin. Kapîtalîzm dixwaze me ji bo mebestên sûdmend weke kelûpelan îstîsmar bike, îstîsmara nerm a kesk li dijî me dike, em bêdeng bûn lê îro em şikandina benda tirs û neheqiyê radigihînin. Parastina jîngehê karekî hevpar e ji bo her du zayendan.”
Beşdaran bal kişandin ser girîngiya tevgera jinan a cîhanî ji bo xurtkirina hişmendiya jinan li ser xetereyên guherîna avhewayê û kêmbûna avê û wiha anîn ziman: “Jin û jinên ciwan siberoja mirovahiyê ne û ji bo siberoja Federasyona Ekolojiyê girîng in.” Her wiha banga têkoşîn û berxwedanê, pevguhertina ezmûnan û hevgirtina bi jinên mexdûrên karesatên jîngehê re kirin.
Di dawiya atolyeya xwe de bal kişandin ser têkoşîna ji bo pêdiviyên bingehîn ên hawirdorparêz, ava paqij, xwarina saxlem, enerjiya nûjen, veguhestina giştî, lênihêrîna tenduristî, perwerdeya bêpere û xanî. Her wiha piştgiriya xwe ya nedîtî ji mexdûrên karesatên jîngehê yên li cîhanê re, bi taybetî jinan re, anîn ziman.