Ezîza Hiso: Kurd bi yekitiyê dê serkeftinê misoger bikin

Ji rêveberiya Mekteba Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ezîza Hiso teqez kir ku gelê Kurd di rewşeke hesas re derbas dibe û got: “Divê Kurd bi ruhê neteweyî hereket bikin û tifaqa xwe çêbikin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Di sedsala 21’ê de ji bo ku gelê Kurd bikaribin bibin xwedî nasname, bi reng û çanda xwe bikaribin xwe birêve bibin, bidestxistina statuyê gelekî girîng e. Ji bo vê yekê pêwistî bi yekitiya Kurdan heye û guhertina zihniyeta parçetiyê were kirin. Ji rêveberiya Mekteba Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ezîza Hiso diyar kir ku bi yekitiyê serkeftin misoger dibe mînaka wê jî serkeftinên hilbijartnên li Bakûrê Kurdistanê ye.

‘Yekitî serkeftinê misoger dike’

Ezîza Hiso serkeftina Dem Partiyê di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê pîroz kir û wiha axaftina xwe domand: “Serkeftina DEM partiyê rastiya yekitiya Kurdan û berxwedaniya wan li Bakurê Kurdistanê nîşan da. Ruxmê ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê rastî îşkence û zexteke mezin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê lê vê carê ne weke salên borî bûye. Gelê Kurd bi yekitiya xwe serkeftinê misoger kir. Ev gaveke pîroz û serkeftî ye. Em weke pêkhateyên rojavayê Kurdistanê piştgirî didin gelê Bakurê Kurdistanê û ji wan re dibêjin bijî yekitî. Bi yekitiya pêkhateyan destkeftiyên pîroz tên parastin. Dema ku yekitî tê avakirin hêz, îrade, hebûn û serkeftin misoger dibe. Em ê bi yekitiyê planên qirkirinê têk bibin û serkeftinê misoger bikin.”

‘Felsefeya Ocalan banga yekitiyê dike’

Ezîza Hiso bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdlah Ocalan ku xwe li ser bingeha yekitiyê ava dike û got: “Felsefeya Ocalan her dem banga yekitiyê dike bi taybetî yekitiya gelê Kurd. Em jî weke pêkhateyên herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê felsefeyê esas dibînin û ji bo yekitiya Kurdan piştgirî didin. Ji bo avakirina jiyana demokratîk û azad yekitî esas e lewma li dijî yekitiya Kurdan planên qirkirinê tên meşandin. Ji bo ku ev plan negihîjin armanca xwe pêwistî bi guhertina hişmendiyê heye.”

‘Îxanet xeteriyek mezin li ser çarenûs û hebûna gelê Kurd e ‘

Ezîza Hiso da zanîn ku PDK ji dîrokê ve li dijî Kurdan şer dike û destên xwe dide destên dijmin û wiha axaftina xwe domand: “PDK di hewldanên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan de cihekî mezin girtiye. PDK di 40 salên dawî de di êrişên li dijî gerîlayên azadiyê de tevkariyê dide dewleta Tirk a dagirker. Ji sala 2021’ê ve PDK’ê helwesta tevkariyê ya bi dewleta dagirker re xurt kir û heya niha jî didomîne. Mixabin ev şermeke dîrokî ye. Çaranûsa Kurdan bi yekitiyê ve girêdayî ye lewma îxanet xeteriyek mezin li ser hebûn û çarenûsa gelê Kurd e.”

Ezîza Hiso diyar kir ku şerê Kurdan cihê dilxweşiya dijminên Kurdan e û dijmin her dem xwestine Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vî awayî dihêle Kurd şerê hebûna xwe bikin, bila baş bê zanîn dijmin tu carî nabe dost.”