‘Ew Mamosteya Jinên Êzidî bû’

Îro demjimêrên piştî nîvro gelê Şengalê li Şehîtgeha Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan ji bo şoreşger Raperîn Amed merasîma bîranînê lidarxistin. Di merasîma bîranînê de peyamên xwedî derketina li ked û xwêdana cangoriyên Şoreşê hate dayîn.

Nujîn Êzidî

Şengal- Civaka Êzidî bi serkêşiya jinên Êzidî ji dîrokê heya roja îro nirx û wateya hevaltî, dostanî û biratiyê parastine. Di fermana 74’an de civaka Êzidî ji derveyî  şervanên Rêberê Kurd Abdullah Ocalan tu kesekê din li dora xwe nedîtin, ji wê demê heya niha gelê Şengalê fikra Abdullah Ocalan  weke rêya çareseriyê,  Gerîllayên Kurdistanê jî weke parêzvanên xwe dibînin. Ji bo wê li gel tevahî Şehîdên Tevgera Azadiyê civaka Êzidî her Gerilla ya ku pêl axa Şengalê kirî, êşên vê civakê guhdarkirine û ji bo dawî anîna van êşan ked dane bibîr tînin.

Îro jî civaka Êzidî ji bo yek ji pêşenga tevgera azadiyê Raperîn Amed li Şehîtgeha Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan kom bûn û ji bo bîranîna Şehîd axaftin hatkirin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)Ferîde Şengalî der barê kesayeta Şehît Raperîn Amed de da diyar kirin ku Şehît Raperîn weke pêşengek vê tekoşînê ne tenê ji bo civaka Êzidî ji bo tevahî gelan ked daye û heya nefesa xwe ya dawiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Fizikî û ji bo azadiya tevahî mirovahiyê meşa xwe ya şoreşê domandi ye.

‘Emê xwedî li keda wan Derbikevin

Ferîde Şengalî di berdewamiya gotinên xwe de bi van hevokan qala rêya pêkanîna xeyalên Şehîdan kir: “ Heval Raperîn em tev jî nas dikin. Wê hertim ji bo jinên Êzidî ji koletiyê rizgar bibe, ji bo bibin xwedî vîn û bawerî ked da û hertim ji me dixwest ku em xwe bigihînin asta dawî anîna fermanê. Ger em wek civaka Êzidî tenê xweseriya Şengalê bikin armanca xwe wê emê biserbikevin. Divê em êrişên li ser Şengalê yên hovane vala derxin, divê em sixûrî, lîstokên dijmin yên di nava civaka xwe de tune bikin û em bikin ku civaka me tev bibe alîkar wê demê emê xeyalên Şehîdan pêk bînin. Emê xwedî li keda wan derkevin.”

 Di dawiyê de sinevizyonek li ser jiyan û kesayetiya tekoşer Raperîn Amed hate temaşe kirin.

‘Heval Raperîn Mamostaya Jinên Êzidî bû’

Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ)Dayê Edul Sileman qala kesayeta Şehît Raperîn Amed kir û got Heval Raperîn mamostaya jinên Êzidî bû û wiha domand: “  Heval Raperîn jî weke gelek hevalên xwe berê xwe da Şengalê, wê gel bi taybet jî jin perwerde dikir. Heval Raperîn ji me re digot divê heya Şengal Azad nebe em nesekinin. Bi taybet ew rê nîşanî jin dikir û ji me re bu mamoste ku emê çawa bijîn, bibin jinên çawa, ji bo çi şer bikin, ji çi hezbikin û li hember çi rabin giştî ji me re digot. Min perwerdeya  xwe ji gel wê dît. Em jî weke jinên Êzidî heya ku em hebin emê xwedî li Şehît Raperîn û tevahî Şehîdan derkevin û emê bîranînên wan jîndar bikin.