"Hedefgirtina Zeyneb Saroxan kiryareke li dijî vîna jinan e"

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd têkildarî hedefgirtina jina pêşeng Zeyneb Saroxan nirxandin kir.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên hovane her dem jinên pêşeng dike hedefa êrîşên xwe ji ber jinan mîraseke dîrokî bi têkoşîna li dijî desthilatdariyê re dane qezenckirin û pê re azadiya xwe mayinde kirine. Îrade û israra jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye yek ji metirsiyên bingehîn ji dewleta tirk re ji bo wê em dibînin dem bi dem dewleta tirk bi balafirên xwe yên sîhayê jinan dike hedef. Di 27’ê Îlonê de Hevseroketiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Saroxan hat hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd nirxandin kir.

“Zeyneb her dem nirxên şoreşê diparast û pêşengî dikir”

Evîn Siwêd behsa pêşengiya Zeyneb Saroxan a di qadên kar û xebatê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Destpêkê di şexsê şehîd Zeyneb de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Zeyneb jineke ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve biryara xwe dabû ku her ew bi baldarî nirxên şoreşê biparêze û jê re pêşengiyê bike. Ji bo doza jinan xwedî helwest û nêrîn bû her wiha di rêxistinkirina civakê de her dem di refên pêş de bû ji bo wê bû yek ji pêşengên ku di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girt. Piştî wê jî kar û xebatên jinan di desteya jin de bi rengekî xweser da meşandin û projeyên pêşketinê ji bo jinan pêşkêş kir, hevgirtin û têkiliyên jinan xurt dikir. Jineke xwedî nêrîneke siyasî bû, di qada siyasetê de xwedî rol û misyon bû. Her jineke pêşeng xwedî taybetmendiyeke cuda bû û mînaka wê jî şehîd Hevrîn, Zehra, Jiyan tolhildan û gelek jinên din mîna wan hene ku asta xebatê bi pêş xistin û mîraseke bingehîn li pey xwe hiştin. Bandora Zeyneb di nava hevalên wê yên rêveberiyê de hebû jineke bi zanebûn nîqaş bi rê ve dibir. Mixabin jinên bi vî rengî weke kesayeta şehîd Zeyneb dibin hedefa dijminan. Jinên mîna Zeyneb dikarin bibin mînakên serkeftina jinên azad.”

“Sîstemên heyî yên desthilatdar rola jinan û hebûna wan qebûl nakin”

Evîn Siwêd bal kişand ser ku dewleta tirk jinên pêşengên hedef digre û wiha pê de çû: “Dewleta tirk bi hedefgirtina jinên şoreşger û pêşeng her dem dixwaze peyam bide ku bi hedefgirtina jinek dikare israra jinan ji bo berdewamiya dozê bişkîne lê armancên jinan berovajî wê ne ji ber ku bi dehan jinan di oxira vê şoreşê de canê xwe feda kirine. Li şûna ku vîna jinan bê şikandin û israra me têk bûçe serkeftina me jinan misoger dibe. Sîstemên heyî yên desthilatdar wê rola jinan û hebûna wan qebûl nakin lê ya girîng ew e ku em jin bi xwe helwesta xwe bikin yek li dijî hemû cureyên tundî û kiryaran. Di nava salên borî de ev gelek hatiye jiyîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk û çeteyên wê yên DAIŞ’ê dema têk diçin her dem sivîlan hedef digrin bi rengekî hovane êrîşê wan dikin û di şexsê şehîd Zeyneb û Yilmaz de xwestin vê peyamê bidin ku her mirovê/a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hedefe dewleta tirk de ye. Li aliyê din jî dixwazin vê tirsê di dilê mirovên li vê herêmê de bidin çêkirin lê xwedîderketina li rihê wan ê pîroz helwesta herî rast e li dijî plan û armancên dewleta tirk. Hedefgirtina Zeyneb Saroxan kiryareke hovane ye li dijî nirx û vîna jinan.”

“Sîstema ku jin pêşengiya wê dikin alternatîfa hemû sîstemên serwer e”

Evîn Siwêd girîngiya rola jinan di çareseriyê de nirxand û wiha anî ziman: “Di nava Rêveberiya Xweser de jinên ku xwedî ked in rastî hemû rengên êrîş û zehmetiyan hatine. Helbet her jineke ku îro di nava Rêveberiya Xweser de cih digre dixwaze bibe bingeha çareseriyê ji bo tevahî pirsgirêkên li Sûriyeyê û vê sîstemê bi rengê wê yê herî demokratîk bidin teysandin. Sîstema ku jin pêşengiiya wan dikin alternatîfa hemû sîstemên serwer in. Îsrara me ew e em vê dozê bigihîjînin serî û peyam bidin dagirker û kujerên jinan. Îro herikandina bi hezaran jinan a kolanan bersiva herî xurt e ji dewleta tirk re. Her wiha hevgirtina jinên hemû pêkhateyan di vê herêmê de yek ji serkeftinên şoreşa me ye. Di dawiyê de em bi rêzdarî şehadeta jina berxwedêr Zeyneb Saroxan li tevahî jinan pîroz dikin û dibêjin em ê her dem li doza ku tu ji bo wê têdikoşiyayî berdewam bikin û nirxên te biparêzin.”