Evîn Goyî li Mexmûrê hate bibîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de Cangorî Evîn Goyî ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê bi rêhevalên xwe Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re hat qetilkirin, hat bibîr anîn.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de têkoşera Kurd Evîn Goyî, ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê bi her du rêhevalên xwe Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re hatin qetilkirin, bi daxuyaniyekê hat bibîranîn.

Bîranîn li saziya malbatên şehîdan bi tevlîbûna hemu endamên saziyan re pêk hat. Beriya merasîma bîranînê di şexsê cangorî Evîn Goyî de ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Kaplan axivî.

‘Derfetê azadiyê ji me re afirandin’

Cîhan Kaplan di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bibîranî û wiha axivî: “Em spasiya wan şehîdan dikin ku derfetê azadiyê ji me re afirandin û hiştin ku heta roja me ya îro em bên. Em demekî dîrokî û hesas re derbas dibin. Ev pêvajoya em niha jiyan dikin bi saya şehîdane û ger şehîdên me neban me nedikarî bigihijîn vê merhele yê û armanca xwe. Li Parîsê du komkujî hatin kirin. Komkujiya yekem de heval Sara rêhevalên xwe Rojbîn û Ronahî, ya duyem de heval Evîn, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer hatin qetil kirin.”

‘Di nava tevgera azadiyê de têkoşîneke bêhempa meşand’

Cîhan Kaplan li ser kesayetiya her sê hevalên komkujiya 23’ê Kanuna 2022’an de axivî û wiha got: “Heval Evîn di temenekî biçûk de tevlî şoreşê bû û di nava tevgera azadiyê de têkoşîneke bêhempa meşand. Heval Evîn ji ber pirsgirêkên tendirustiya xwe derbasî Ewropa bûbû. Ewropa dibêje em demokrasi, azadî û mafê mirovan diparêzin. Lê li Parîsê du komkujî hatin kirin û pêşengên me yên jin û welatparêzên me hatin qetilkirin. Dîsa Mîr Perwer hevalekî hozanvan û rewşenbîr bû. Bi deng û hunera xwe dixwest çanda Kurdî bi cîhanê bide nasîn. Her wiha hevalê Abdurrahman Kizil welatparêzekê ku emre xwe daye têkoşînê û wisa bi dil û can kare xwe dikir.”

‘Heta kujer neyên darizandin em dev ji vê têkoşînê bernadin’

Cîhan Kaplan diyar kir ku heta dawiyê em pey doza xwe ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ewropa hovîtî û serdestiya xwe hîna jî dide meşandin û ji bo mirovahiyê hîna tu gav ne avêtîne ku hîna jî li wir pêşengên me tên qetilkirin. Em vê yeke şermezar dikin. Di şexsê heval Evîn de em dev ji vê dozê bernadin û emê her tim pey şopa wan bin. Heta kujer neyên darizandin em dev ji vê têkoşînê bernadin.” 

Merasîm bi sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.