“Ev gef êrişek li hemberî îradeya bi milyonan kesan e”
Wekîlên HDP yên Elihê yên li hemberî gefa polîsan a li ser Ayşe Acar Başaran bertek nîşan dan gotin “Ev gef êrişek li hemberî îradeya bi milyonan kesan e. Li hemberî vê êrişê emê qadên xwe yên têkoşînê mezintir bikin û bersiv bidin”.
Elih – Li ber avahiya Rêxistina Bajar a HDP bi daxuyaniyek girseyî ji aliyê polîsan ve gefa li Ayşe Acar Başaran a HDP’yî hatibû xwarin, hate protestokirin. Wekîlên HDP yên Elihê Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, TJA, Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê, Rêxistina Bajar a HDP a Elihê û gelek hemwelatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
“Emê dev ji têkoşîna xwe bernedin”
Di daxuyaniya ku pankarta ‘Êriş nikarin serî bi me bidin tewandin’ hat vekirin de Hevseroka Rêxistina Bajar a Elihê ya HDP Hurriyet Kaytar axivî. Hurriyet Kaytar destnîşan kir ku pêlên êrişê yên li hemberî HDP tên pêşxistin bi hewildanên provakasyonê yên duho hatiye jiyîn re ketiye qonaxekê nû û wiha got: “Berdela wê çi dibe bila be emê dev ji têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û aşitiyê bernedin. Navenda me ya giştî hêj di bin dorpêçê de ye. Li hemberî desthilata heyî ya bi awayekê bi zanebûn bi bilindkirina asta tûndî û pêkutiyê hewiol dide xwe bide jiyankirin, em hemu hêzên muxalefetê vedûxînin deng derxistin û piştevaniyê. Parastina HDP parastina siyaseta demokratîk e. Parastina HDP parastina pêşeroja hevpar a demokratîk û azad a gelan e.”
“Emê qadên xwe yê berxwedanê mezin bikin”
Wekîla Elihê ya HDP Feleknas Uca jî destnîşan kir ku bi organîzasyona Wezareta Hûndir li ber avahiya HDP hewildanên pêşxistina provakasyonê pêk hatiye û wiha got: “Li wê derê bi kuştinê gef xwarina li ser Başaran, êrişek li hemberî îradeya bi milyonan kesan e. Siyaseta AKP-MHP li hûndir û derve her ku wenda dike êriş dike û provakasyonên xwe zêdetir dike. Provakasyona ku duho hat jiyîn jî yek ji van bû. Emê li dijî vê êrişa ku li hemberî Başaran a temsîla bi milyonan kesan dike hatiye pêkanîn, serî netewînin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe ku HDP ti caran çok netewand, dê netewîne. Li hemberî vê êrişê emê qadên xwe yên têkoşînê mezin bikin û bersiv bidin. Ew sûcê ku polîs pêk aniye, bila bilez ew polîs ji erk bê girtin û bila li pêşberî hiqûqê hesab bide”.
Piştî axiftina wekîlên HDP’yî daxûyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.