“Ev cejn ji bo gelan dê bibe mizgîniya aştî edalet û azadiyê”
Cîgira Hevserokên ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê berpirsiyar Tulay Hatîmogullari, Cejna Xirîstiyanan, Paskalyayê pîroz kir.

Navenda Nûçeyan - Cîgira Hevserokên ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berpirsiyar Tulay Hatîmogullari, der barê Cejna Paskalya (Hêkesorê) ya Xirîstiyanan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em pêşniyar dikin ku bi van hêkên rengîn ên di vê cejnê de li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê tên lihevxistin jiyana nû bê afrandin.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku Cejna Paskalyayê, yek ji girîngtirîn cejnên Xirîstiyanan e, ev cejn di naveber 17 û 24'ê Nîsanê de ji aliyê wan ve ku salnameya kevn bi kar tînin ve tê pîrozkirin û wiha got: “Em pêşniyar dikin ku bi van hêkên rengîn ên di vê cejnê de li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê tên lihevxistin jiyana nû bê afrandin; ev cejn ji bo gelan bibe mizgîniya aştî, edalet û azadiyê."