"Ev 16 sal in hewl didim bi gelek projeyên cuda ji bo jin, ciwan û penaberan derfetan biafirînim"
Selene Biffi ya ku aboriya navneteweyî, xebata mirovahî û herî dawî jî nûjeniya civakî xwendiye û di karsaziya civakî de dixebite dibêje ku li gel burokrasiya bêdawî û gelek zehmetiyan jî di dirêjahiya 16 salan de bi kar û xebatê, hewl dide bi gelek projeyên cuda ji bo jin, ciwan û penaberan derfetan biafirîne. Di heman demê de, ji bo jinên Kurd rêz û serfiraziya xwe ya mezin anî ziman û hêviya xwe ya xurt nîşan da ku di demên pêş de bi wan re kar bike ji bo piştgiriya jinên Rojava bike.

Selene Biffi ya ku aboriya navneteweyî, xebata mirovahî û herî dawî jî nûjeniya civakî xwendiye û di karsaziya civakî de dixebite dibêje ku li gel burokrasiya bêdawî û gelek zehmetiyan jî di dirêjahiya 16 salan de bi kar û xebatê, hewl dide bi gelek projeyên cuda ji bo jin, ciwan û penaberan derfetan biafirîne. Di heman demê de, ji bo jinên Kurd rêz û serfiraziya xwe ya mezin anî ziman û hêviya xwe ya xurt nîşan da ku di demên pêş de bi wan re kar bike ji bo piştgiriya jinên Rojava bike.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di vê pêvajoyê de ji ber şerê ku li cîhanê diqewimin, gelek tiştên neyînî mîna pirsgirêkên tenduristî, aborî zêdetir dibin. Di nav vê qeyranê de gelek jin, zarok, ciwan û civak bi giştî jî di rewşeke xerab de derbas dibe û ji bo vê yekê jî pêdiviya wan bi alîkariya civakî heye ku dewlet vê yekê nade. Karsazî yan jî alîkariya civakê her dem ji xebatên jinan ên serke ye. Jin li ku dibe bila bibe, hemû jin yek in û bi hev ve girêdayî ne û heman xebatê ji bo jin, zarok û civakê didin meşandin û têdikoşin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ne tenê jinên têkoşer, ên li parçeyên Kurdistanê, jinên Ewropayê jî serî hildan. Yek ji wan jinên pêşeng, jina bi navê Selene Biffi ya 39 salî ye ku 16 sal in di karsazî û alîkariya jinên cîhanê de bê cudahî dixebite. Selene der barê kar, proje û nêrîna xwe ya ji xebata civakî re bi ajansa me re parve kir.
Tu dikarî ji me re hinekî behsa xwe û karsaziya xwe bikî?
Navê min selene Biffi ye, ez 39 salî me û ji Îtalyayê me. Min li zanîngehê mijarên cihê xwendine, di nav de aboriya navneteweyî, xebata mirovahî û herî dawî jî nûjeniya civakî. Lê belê, ez difikirim û ez gihîştim wê baweriyê, ji bo min, perwerdeya ne fermî û fêrbûna ji mirovên li dora min bi heman rengî girîng e. Gava ku ez mezin bûm, min her gav dizanibû ez dixwazim alîkariya mirovan bikim lê min nikaribû mebesta xwe bi vê yekê vebêjim û ne zelal bûm ka ez dixwazim di pratîkê de çi bikim. Rojekê, ji ber ku berî destpêkirina dibistanê wextê min ê vala hebû, ez ketim pirtûkxaneyekê û min dest bi xwendina pirtûkekê kir navê wê “Çawa tê cîhanê biguherî” bû ku çîrokên çend karsazên civakî vedigot, an jî kesên ku ji bo mijûlbûna bi civakî û pirsgirêkên jîngehê bi navgîniya hilberîner, karûbar û pergalên ku li şûna drav li ser berjewendiya hevpar disekinin pêşve bibin. Çawa min xwend, min fam kir ku tiştê ez dixwazim bikim ev bû. Di 21 saliya xwe de, min dest bi pêşxistina ramana xwe ya yekem kir. Platformek bi pêşengiya ciwanan ku tê de ciwan dikarin ciwanên din hîn bikin ka meriv çawa di civatên xwe de projeyên civakî dest pê bike hebû. Di nava salekê de, platformê kursên serhêl ên belaş ji bo ciwanên 130 welatên cîhanê yên ku dixwazin jiyana civakên xwe baştir bikin li dar xistin. Zêdetirî 16 salan, hê jî di heman qada xebatê de dixebitm karsaziya civakî dikim û hewl didim derfetan ji jin, ciwan û penaberan re biafirînim bi riyên curbecur projeyên ku dibistanek vedihewîne ji bo vejandina çîrokbêjiya kevneşopî li Afganistanê, bernameyên sohbetê yên li dijî nefretê, serhêl, axaftin û komîk ji bo tenduristiya gelemperî, senzorên ku alîkariya civakan dikin ku mayînan bibînin û hêjî bêtir.
Te çima karsaziya civakî hilbijart, heta niha ji bo jinan te çi bi dest xistiye û karsaziya te ber bi ku ve diçe?
Gelek awayên danasîna karsaziya civakî hene, gotarek akademîk a 2010’an behsa 37 pênaseyên cuda dike. Lê ez difikirim ku li ser wê yekê lihevkirinek teqez tune ye, ji ber ku pênase bi xwe ve girêdayî ye ku bi guhêrbarên bi çarçoveya civakî, siyasî, aborî û zagonî ve girêdayî ne. Dibe ku mirov dikare bêje ev yek ji bo peydakirina rê û pergalên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û hawirdorê ye lê ez tercîh dikim ku bi yek gotinê bibêjim ev rûmet e. Karsaziya civakî ji bo min riyek e ku mirov bi rastî bi mirovan re hevkariyê bike, bi hev re tiştek biafirîne û bi vî rengî quncikek piçûk a cîhanê çêtir bike. Mînak; çend sal berê min biryar da ku biçim Afganistanê da ku dibistanek vekim ku dê çîrokbêjiya kevneşopî vejîne, bi vî rengî alîkariya ciwanên betal ên 18-25 salî bike ku li çanda kevneşopî bigerin da ku bi riya çîrokên têkildarî tenduristiya giştî pêşketinek herêmî biafirînin. Di heman demê de, ewlekariya xwarinê were bidestxistin û hwd jî. Bi rastî di sala yekem de her tişt dijwar bû. Burokrasiya bêdawî, destpêkirina tiştek li derveyî saziyek mezin, hewldana sûdwergirtina ji çandê ji bo pêşvebirina modelek cuda. Ji 15 xwendekaran tenê 6 kesan xwendina xwe qedandin. Di nav wan de, tenê keçek hebû biryar da ku beşdarî dibistanê bibe dema ku rojekê hat ba min û fikirî ku ez sekreterê wê me lê dema fêm kir ku yê dibistan vekiriye ez im, rasterast tevli dibistanê bû. Wê gelek caran dubare dikir digot; "Gelek xewnên mezin ji bo min hene” û ez gelek kêfxweş dibûm bi vê israra wê.
Tevî ku projeya dibistanê piştî 7 salan êdî qediya jî karê min ji temambûnê dûr e û dibe ku qet neqede. Min ev çend sal in li navçeyên nakok bi jinan re kar kiriye û min berxwedan û hêza wan dît ku ber bi pêş ve biçin tevî gelek kêşeyên ku rojane rû bi rû dimînin û biryardariya ku ew di hewldana bidestxistina mafên xwe û bilindkirina rola xwe de nîşan didin. Ez dibînim ku bi riya karsaziya civakî re her diçe zêdetir bi wan re dixebitim, em bi hev re firsendan bi pêş dixin da ku riyên yekgirtî bibînin, bi domdarî pirsgirêkên ku ew, malbatên wan û civakên wan pê re rû bi rû dimînin çareser bikin û destnîşan bikim ku civakên berfirehtir bi pêşengiya jinan li vir ji bo jiyanê rastiyek in.”
Civak û bi taybetî jin çawa li karê ku tu dikî dinêrin?
Jinbûn û karsaziya civakî her gav ne hêsan bû. Yekê ji min re digot "Tu jinek î, tu difikirî ku tu dikarî tiştekî biguherînî?" an jî "Bihêle ez alîkariya te bikim, ji ber ku tu jin î û tu carî bi tenê dûr naçî.” Carekê, bêyî ku zirarê bide, rojnamevanek jî got; "Ez xemgîn im ku hûn neçar in vê yekê derbas bikin, lê sê taybetmendiyên we yên xirab hene, hûn jin in, hûn ciwan in û hûn dixwazin tiştên cuda bikin." Mîna ku jinbûn ji bilî pirsgirêkê ne tiştekî din be! Di van salan de her ku rewş dijwar dibû ez li ser yek ramanê disekinîm; jinên beriya min di her qadê de têkoşiyane ku hem li cihê kar û hem jî li malê werin pejirandin, bawerî, alîkarî yan jî naskirin. Wan dev jê berneda lewma divê ez neçim. Carna ji jinên din peyam digrim û ji min re dibêjin keçên wan dixwazin tiştê ku tu dikî, wek te be. Ez ji wan re dibêjim ku ew dikarin ji min pir çêtir bin û ji min bêtir bikin, heke tenê ew bêtir bi xwe bawer bin. Bi rastî ez her tim li ser wê bîr û baweriyê bûm ku hemû keç û jin jêhatî, bi hêz û pabend in, ji ber ku civak bi giştî ne piştgir e, ji niha û şûnde em ê zerarê nedin bîra xwe.”
Tu li ser jinên Kurd û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çi difikirî? Dê di pêşerojê de ji bo avakirina projeyan ji bo jinan hevkarî bi wan re bê kirin gelo?
Ez her tim heyrana keda jinên Kurd a di van salan de me! Hêz, cesaret û îradeya pêbawer a ku wan nîşan da tevî wan tirsên ku nedihatin vegotin ku diviyabû tê de derbas bibin. Nimûneya wan ne tenê alîkariya guheztina qalibê ku "jin dikarin çi bikin û çi nekin" ji holê rakin. Wan alîkariya têgihîştinek nû kir û di rê de îlhama bêdawî dan mirovan. Min 2 sal berê dest bi lêkolîna li ser rol û beşdarbûna jinan di şoreşa Rojava de kir û li wir rastî rastiyên bêhempa yên mîna Jinwar û rola ku jin di hemû beşên civaka Rojava de dilîzin hatim. Bi taybetî di warê siyasî û aborî de. Her ku min li ser wan dixwend, bêtir min dixwest ez bibim beşek jê ku ji van jinan fêr bibim û bi wan re bixebitim. Min xwest teza xwe li ser wê binivîsînim û bi kesên li ser erdê re têkildar bikim da ku dest bi plansaziya lêkolîna xwe bikim. Min jî ji bo ez baştir amade bibim dest bi dersên Kurmancî kir. Dûre covîd derket digel pirsgirêkên din û rêwîtiyê qet çênebû. Eleqe û dilxwaziya hînbûnê bi jinên Kurd re qet kêm nebû, heke hebe ew bihêztir bûn û ez li riyên cihêreng difikirîm ku bi hevkarî bi wan bixebitim da ku nîşan bidim modelek cuda bi jinên li navendê re bi rastî ne wisa ye. Ne tenê tê xwestin, di heman demê de gengaz e.”