Ev 11 roj in girtiya siyasî Hura Nîkbext di greva birçîbûnê de ye

Girtiya siyasî Hura Nîkbext ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin ev 11 rojin li dijî zêdebûna cezayê darvekirinê, di greva birçîbûnê de ye.

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî Hura Nîkbext ku di 23’ê Nîsanê de li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kirî, ev 11 rojin di greva birçîbûnê de ye. Hura Nîkbext ragihand ku li dijî bêdengiya welatiyan a li hember zêdebûna derxistin, erêkirin û pêkanîna cezayên darvekirinê, dê greva birçîbûnê berdewam bike. Her wiha girtiya siyasî da zanîn ku tenduristiya wê nebaş e û di 11 rojên borî de 10 kîlo kêm kiriye. Mamosteya Zanîngehê Hura, piştî di 13’ê Hezîrana 2024’an de ji bo beşa 3’yemîn a Dadgeha Giştî ya Evînê hate vexwendin, hat binçavkirin û sewqî girtîgeha Evînê hate kirin. Di Tebaxa heman salê de beşa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi sûcê ‘propagandaya dijî dewletê, heqareta beramberî rêberê olî yê bilind ê Îranê’ bi salek cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Di heman demê de Hura Nîkbext xwedî nexweşiya penceşêrê ya malzarokê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, par rejîma Îranê hezar girtiyên Kurd û Îranî darve kirine. Her ku diçe ev hejmara darvekirinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî zêde dibe. Li gel van hemûyan, metirsiya darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî hê berdewam e.