“Erkeke exlaqî ye ku hemû rêxistinên jinan piştgirî bidin jinên Afganistanê”
Ji bo piştgiriya jinên Afganistanê û xwedîderketina li wan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyanî da.
Qamişlo - Piştî ku Talîbanê di tebaxa 2021’ê de li ser hemû erdnîgariya Afganistanê kontrola xwe da çêkirin, qural û şêwaza jiyana Afganistanê hemû li gorî berjwendiyên xwe guhert. Bi taybetî ji bo jinan êdî her tiştî qedex kir û jiyana wan ber bi xetere û tarîtiyê ve dibe. Melisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo jinên Afgan nîşan da. Daxuyanî li ber navenda meclisê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jiyan Huseyn ve hat xwendin.
Jiyan Huseyîn bal kişand ku êrîşên Talîbanê yên ji Tebaxa sala 2021’ê vir ve li ser jinên Afgan berdewam dikin û wiha domand: “Di nîvê Tebaxa 2021’ê de, tevgera Talîbanê ya tundrew tevahiya erdnîgariya Afganistanê xist bin destên xwe lewra gelê Afgan xwe bi xiyanetkaran re li pêşberî hêzên Talîbanê bi tenê dît. Ya ku qet zorî nekişand heta ku gel û bi taybetî jinên Afgan vegerînê asta herî jêr a paşverûtî, kontrol, bêçaretî û talankirina îradeyê. Di demeke ku jinên Afganî ji bo bidestxistina azadiya xwe û temînata mafên xwe bi têkoşînek dirêj û kedeke dijwar gavên ber bi pêşvebirina xwe ve avêtine û di ronahiya azadî û aramiyê de heta asteke ku Afganistan di van du deh salên borî de bi dest xistiye. Her wiha dikaribûn destkeftiyên bi rûmet bi dest bixin û mafên xwe yên rewa ava bikin û bi rêxistinên xwe yên jinan dikaribûn kevirê bingehîn ji bo ronesanseke civakî ya berbiçav ku bibe sedema avakirina civakek bi nirxên wekhevî, azadî û edaletê da ku jin bibinxwedî asteke bi rûmet in û bibin hevparên rast û bikaribin der barê jiyana xwe de bi biryar bin û li gorî cewherê xwe tevbigerin.”
"Talîban jiyana jinên Afgan tarî dike û ber bi xeteriyê ve dibe"
Jiyan bal kişandin ser quralên Talîbanê yên ku li ser jinên Afgan dimeşîne ku jiyana wan tarî dike û ber bi xeteriyê ve dibe û wiha domandin: “Di demeke ku sedsala bîst û yekemîn weke sedsala jinan tê nirxandin û deskeftiyên ku bi destên xwe qezenc kirine û mafên xwe bi dest xistin bi saya têkoşîn û lêgerîna ku bi xwîna bi hezaran têkoşerên jin li qadên cuda yên cîhanê hatiye rijandin; em dibînin ku jiyana jinên Afgan di bin xeterê de ye û her wiha hemû destkeftiyên ku bi dest xistine jî rastî xeter û hilweşandinê tên.”
"Erkeke exlaqî ye ku hemû rêxistinên jinan piştgirî bidin jinên Afganistanê"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştgiriya jinên Afgan erkeke exlaqî ye ku ji hemû rêxistinên jinan tê xwestin û wiha domiya: “Di destpêkê de ji ber ku pisgirêka jinan eynî pisgirêk e li kîjan rûyê cîhanê bê bila bibe û hemû çarçove û sînoran derbas dike û teqezî li ser pêwîstiya hevgirtin, piştgirî û baweriya ku têkoşîna jinan mîraseke dîrokî ye ji bo hemû jinan û hemû rêxistinên jinan dixe pêş erkekî exlaqî ku pişgirî bide jinên Afgan di têkoşîn û berxwedana wan de ya li hemberî rewşa ku niha li ser wan hatiye ferzkirin. Li gorî vê yekê em di Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û bi ruhê şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên ku bi saya xwîna jinên berxwedêr ji bo azadiya jinan û mafên jinan bi dest xistiye, em destek û piştgiriya xwe ji têkoşîna hemû jinan û tevgerên azadiya jinan re didin nîşandan.”
Jiyan di daxuyaniyê de got ku ji bo avakirina cîhanek bê tundî, cudakarî û tundrewî, cîhanek layiqî mirovahiya jinan û cewhera wan a resen ku riya têkoşîna wan bi azadî, aramî û îstîqrarê bi tacîdar bibe û wiha bi adwî kir: “Rewşa ku jinên Afganî û gelê Afgan pê re rû bi rû ne, peyamek e ji bo hemû jin û hemû gelên ku ji bo azadiya bang dikin ku pêwîstiya aktîfkirina navgînên rêxistinên navxweyî û xwe dispêre enerjiyên xewser. Ji ber ku rizgarî bi rêxistin û hevgirtinê dest pê dike û bi qedandina wan diqede lewre civak û jinan dike nêçîra hesan ji çavbirçî û êrîşkaran re. Ji bo avakirina cîhana bê tundî, cudakarî û tundrewî, cîhanek layiqî mirovatiya jinan û cewhera wan a resen ku riya têkoşîna wê bi azadî, aramî û îstiqrarê bi tacîdar bibe.”
Daxuyanî bi dirûşma “jin jiyan azadî” bi dawî bû.