Dibîstanên dayikê yên Mexmûrê ketin betlaneya nivê salê

Di serî de bîstanên dayikê û hemû debîstanên wargeha penaberan a Mexmurê ketin betlaneya nivê salê.

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Mexmurê bi gişti 5 dibistanên dayikê, 4 dibîstanên seretayi, yek dibistana Navîn û yek dibîstana Amadeyi heye û 3 hezar û 500 xendevan bi zimane Kurdi perwerde dibinin, xwedevanên wargeha Mexmûrê bi girtina karnameyên xwe ketin betlaneya nivê salê. Li dibîstana Dayikê ya Şehîd Mizgîn beriya ku merasîma karnedayînê destpê bike serê sibehê hemû zarok bi kelecanek mezin li gel dayikên xwe berê xwe dan dibistanê. Piştî ku mamostayan bi rugeşî zarok pêşwazî kirin merasîma karnedayînê despêkir. Di mersîmê de mamostaya dibîstana dayikê ya di hemam demê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek axivî.
Xurbet bal kişand ser giringiya perwerdeya bingehîn a dibistana dayikê û wiha domand: “Di rojek wisan de kombûna me gelek biwateye, ji ber bi zarokên dibistana dayikê re  mijulbûn û ew gihandin karek gelek hêjaye. Em gihan nivê dibistana xwe, tişta ku ji destê me hatî me karî em di nava sê meh û nîvan de bi zarokan re parve bikin û me hewil da zarokan fêr bikin. Em soz didin ku çawa li himberî êrîşên ku li ser wargehê tê meşandin, li rexmê wê jî perwerdeya zarokan di aliyê deruniya zarokan de mirov dikare bigre dest zehmete weke wargehe ew berxwedaniya ku me li pey xwe hêlayî me karî em bi awayek tendirust perwerdeyê bidin zarokan û tişta ku ji destê me tê weke mamosta emê ji zarokan re bikin.”
Paşê jî zarokên dibistana dayikê bi keyfxweşiyek mezin karnemayên xwe girtin û ketin betlaneya nivê salê.