“Erka zagonsazan ew e ku pirsgirêkên malbatî çareser bikin”

Di kombûna duh a parlamentoyê de li ser pêşniyara zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî malbat û jinan li herêma Kurdistanê nîqaş hat kirin. Parêzer û rojnamevanan der barê rewşa parlamentoya Kurdistanê de nivîsandin.

Navenda Nûçeyan – Benda yekem a bernameya karê rûniştina duh a parlamentoyê der barê xwendina duyem û pêşniyara zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî malbat û jinan a li herêma Kurdistanê bû. Çalakvan, parêzer û rojnamevanan der barê rewşa parlamentoya Kurdistanê û asta hişyariya endamên parlamentoyê de dinivîsin û rexne li rewşa niha ya ku parlamento tê de ye kirin.

Rojnamevan û çalakvana mafên jinan Evîn Ehmed di hesabê xwe yê tora dîjîtal de nivîsî û wiha got: “Bicihkirina zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî malbat û jinan berfirehiya rastiya van karesatan raxist ber çavan û tiştekê nizanin der barê parastina jinan de diaxivin. Di tundîtûjiyê de her hewldanek ji bo bicihkirina vê zagonê ye bi saya hebûna van cureyên mexluqatan e, ji derveyî karesatan zêdetir tu berhemek din ji bo jinên Başûr nabe. Destpêkê formata aqilê heciyan bikin û piştre zagonê bi cih bikin. Ev çend rûniştinên taybet in parlamentoyê li dar dixin ji bo tenê fêr bibin ku wekheviya zayendî çi ye.”

“Zewaca bi darê zorê tundîtûjiyek mezin e”

Parêzer Peyman Ezedîn der barê bicihkirina zagona pêşîlêgirtina tundîtujiyê de wiha nivîsand: “Belê zewaca bi zorê tundîtûjiyek mezin e. Ma gelo piraniya medya û rojnamevan ne xwendine ku nizanin di sala 2011’an de di dema derketina zagona pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî malbatan, di madeya duyem, yekem û benda 13 hatiye derxistin û tu medya behsa vê mijarê nakin. Di zagonên navdewletî de û di pênaseyên tundîtûjiya malbatê de zewaca bi zorê tundîtûjî û erkê qanûndanîna ne li ser hemû mijaran hestiyar û taybetmendiyan ji bo jiyana kes, civak û malbatan biaxive û çareseriyê ji bo pirsgirêkan bibînin. Bêagahîbûna cezadana Iraqê ji hurguliyên zagona der barê zagona cezadanê de, ger zagonsaz bi hemû hurguliyan behsa tewanên zayendî nekin, çawa dikarin jê re daynin. Têgihîştina ji guherîn, edalet, mafên mirovan û yeksaniya jin û mêran tenê ne dirûşm e. Divê dawî li van fikran were û hevsengiyek di nav de were çêkirin.”