Eren Keskîn: Rojnameger Esra Solîn Dal niha di tecrîdê de ye

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, serdana rojnameger Esra Solîn Dal a girtî kir û wiha got: “Ji ber nûçeyên tecrîd û cînayetên jinan girtî ye û niha jî di tecrîdê de tê girtin.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, çû serdana nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreyê de tê girtin. Esra Solîn Dal di 23’ê Nîsanê de hat binçavkirin û piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Eren Keskîn, der barê serdanê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X ev agahî parve kir: “Min bi rojnameger Solîn Dal re ku em gelek jê hez dikin, li Girtîgeha Bakirkoyê hevdîtin kir. Ji ber nûçeyên tecrîd û cînayetên jinan hat girtin û niha di tecrîdê de ye. Hem li emniyetê hem jî di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Rojnamegerek li dîstopyayê ye.”