Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê: Tirkiye 110 sivîlan qetil kir
Rapora Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê eşkere kir ku di êrîşên esmanî yên dewleta Tirk de li Duhok, Hewlêr, Nînowa, Silêmanî, Şengal û Kerkûkê 110 sivîl hatine qetilkirin û 186 jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê raportek der barê hejmara sivîlên ku di encama êrîşên SÎHA û firokên dewleta Tirk yên ji sala 2015’an heta Tebaxa 2022’yan hatine qetilkirin û birîndar bûne eşkere kir.
Rapor ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên wekî Amnesty International, Human Rights Watch, Christian Mediators Team û her wiha ajansên wekî France 24, Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Iraqê, Alalam, Rûdaw, Ajansa Firat News (ANF), Roj News, ANHA, Kurdistan 24 ve hatiye amadekirin. Ji nûçeyên herêmê bi çavkaniya rêxistinan hatiye berhevkirin. Li gorî vê, der barê êrîşên hewayî yên ku dewleta Tirk ji sala 2015'an û vir ve pêk tîne bi sedan kesên ku ji ber êrişan jiyana xwe dest dane û birîndar bûne.
Li gorî raporê, di dîrokên cuda de li bajarên Duhok, Hewlêr, Nînowa, Silêmanî, Şengal û Kerkûkê di êrîşên SÎHA û balafirên şer ên Tirk de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 186 sivîl jî birîndar bûne.