Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê biryara girtina sê partiyan şermezar kir

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî biryara girtina sê partiyan bertek nîşan da û diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî, rewşenbîr û azadîxwaz li dijî biryara girtina 3 partiyan dengê xwe bilind bikin.

Navenda Nûçeyan- Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtinê ya der barê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Li dijî vê biryarê nerazîbûn her ku diçe zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê biryar şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demeke ku Iraq û Herêma Kurdistanê di rewşeke bi pirsgirêk de derbas dibe, li cihê hemahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Iraqê ya ji bo derbaskirina pirsgirêkan, hewl didin bi derxistina biryarên newekhev û ne pêwîst ên ji bo partiyên Kurd derbixin.

Ev biryar piştî serdana Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê û Erdogan a ji bo Iraqê derket, armanca van serdanan ji bo derxistina biryarên wiha û dewamkirina dagirkeriyê ye. Bi eşkere tê dîtin ku Iraq ne xwediyê îradeyê ye û dikare di oxira lihevkirinên ku ji bo raya giştî nehatine eşkerekirin de, hemû xak û rûmeta welat binpê bike.

Em vê biryarê û hemû biryarên weke vê şermezar dikin, em hemû dizanin PADÊ partiyek Êzidiyan e û piştî 74 fermanan ji bo civaka Êzidî careke din tune nebe dixebite. Derxistina biryarek wiha divê ji bo civaka Êzidî bibe sedem ku hîn zêdetir di xwerêvebirinê de îsrar bikin.

‘Em vê biryarê li dijî jinan û hemû kesên azad dibînin’

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi salan e li Başûrê Kurdistanê tevî hemû astengiyan, ji partiyên din cuda têdikoşe. Her dem ji bo avakirina sîstemeke nû ya demokratîk a li Başûrê Kurdistanê di nava hewldanan de ye. Jin bi awayekî aktîf di nava partiyê de kar dikin. Em dikarin bibêjin ku ev partî tekane partî ye ku di dîroka Başûrê Kurdistanê de bi vê sîstema cuda têkoşiyaye. Ji bo vê em vê biryarê li dijî jinan û hemû kesên azad dibînin.

Em bang li hemû azadîxwaz, rewşenbîr, partiyên siyasî û serbixwe dikin ku li dijî vê biryara Dadgeha Federal rawestin. Divê bêdengiya heyî were şikandin, em hemû bi hev re xwedî helwest bin. Ji ber ku em dizanin bi xwe re gelek peyamên nerênî yên metirsîdar jî tîne û biryarek di çarçoveya daxwazên dewleta Tirk a dagirker de ye.”