Endamên Kongra Star: Daxwaza me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye
Endamên Kongra Star a Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku daxwaza wan mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
HESNA MIHEMED
Şehba – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê girtin, piştî 44 mehan bi parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Li dijî tecrîda girankirî li Kurdistanê û seranserê cîhanê gel rojane li qadan di nava çalakiyan de ye.
Endamên Kongra Star ên navçeya Til Rifeta kantona Efrîn-Şehbayê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku daxwaza wan ne tenê hevdîtin e, misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
‘Daxwaza me ne tenê hevdîtin e misogerkirina azadiya Rêber Apo ye'
Leyla Elî diyar kir ku daxwaza wan bi awayek fizîkî azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji bo azadiya Rêber Apo em her dem li qadan û kolanan in, piştî ku em li Şehbayê bi cih bûn, ruxmî ku rojane êriş li ser me pêk tên jî dîsa em jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne. Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêber Apo girantir kiriye, 44 meh in agahiya me jê tunebû. Piştî berxwedan, têkoşîn û îsrara gel ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat û me agahî jê girt. Daxwaza me ne tenê ew e hevdîtin pêk bên, daxwaza me ew e ku Rêber Apo fizîkî ji zindana Îmraliyê azad bibe. Azadiya Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanî ye, bi fikir û ramanên xwe ji bo aloziyên heyî çareseriyên siyasî û aştiyane pêşkêş dike. Tekoşîn û berxwedana me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome.”
'Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û neteweyên bindest e'
Seyran Nesan jî diyar kir ku di encama têkoşîn û çalakiyên gel de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatiye û got: “Di encama tekoşîn, berxwedan û çalakiyên gel ên ku rojane ji bo Rêber Apo li qadan dihatin lidarxistin de, hevdîtinek bi Rêber Apo re piştî 44 mehan pêk hatiye. Bilinddbûna dengê gel zextek li ser dewletan ava kir lewre hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Daxwaza me ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe, ew jî wê bi tekoşîn û îsrara gel be. Ji bo azadiya fizîkî Rêber Apo divê li seranserî cîhanê û li dewletan gel li kolanan dengê xwe li dijî desthiladariyê bilind bikin, ji ber Rêber Apo bi felsefeya xwe ya aştî û azadiyê li tevahî cîhanê belav bûye û ev felsefe ji bo hemû gel û neteweyên bindest e. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, azadiya jinan û hemû neteweyên bindest e.”