Endama parlementoya herêma Kurdistanê îstîfa kir
Ji ber dirêjkirina dema pêncem ya parlementoya Herêma Kurdistanê, Serçinar Ehmed a endama parlementoyê xwe ji kar kêşa û istifaya xwe radestî serokê Parlementoyê kir.
Silêmanî – Serçinar Ehmed a ji parlementoyê îstîfa kir di malpera xwe ya fermî ya torên dîjîtal de wêneyê nameya xwe ya îstifayê belav kir.
Serçinar Ehmed di pêyama xwe de wiha nivîsî; “Îro 6’ê Mijdara 2022 e, ev çar sal li ser sondxwarina min re derbaz bû, weke endam parlementoya Kurdistan di 6’ê Mijdara 2018’an ve ev erk li ser milê min bû û min erka xwe bi cih kir. Ez spasiya kesên ku deng dane min dikim ku min wene nunerên xwe hilbijartin da ku ez piştgiriya mafê wan di nav parlementoyê û derve de bikim.
Niha ev çar sal derbaz bûye, em wiha difikirîn ku îro wê endamên dema şeşem ya parlementoyê sonda yasayî bixwin û wê dawî li dema pêncem ya parlementoyê were. Mixabin parlementoyê dema xwe dirêj kir û li ser mafê dengdar yasay mezin û pêşîlêgirtina yasa encamdan dirêjiya wê ev cara heştemîn e dubare dibe. Ev jî ji bo paqijkirina gerdena xwe ya li beramberî xuda, xak û xelkê ye, ji bo parastina mafê dendêran tenê çar salan bawerî bi min anîn, min nameya xwe ya ji karkêşanê radestî serokê parlementoya Kurdistanê kir.”
Bi heman sedema dest ji kar kêşana Serçinar Ehmed, Hokar Şayan a endama Parlementoya herêma Kurdistanê di meha Tebaxa îsal dest ji kar kêşabû.