Endama HPC-Jin Hezna Ebdê li Bendava Tişrînê hat qetilkirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ragihand ku Endama HPC-Jin Hezna Ebdê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hate qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Duh (sêşem) balafirên dewleta Tirk êrişî nobedarên li bendava Tişrînê kir û di encamê de 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 21 sivîl jî birîndar bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di êrîşa duh ya dewleta Tirk de Endama Hêzên Parastina Civakê-Jin Hezna Ebdê û Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hisên Umer jiyana xwe ji dest dane.